LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ji Merkel re: Êrîşa Efrîn bi rengekî vekirî binpêkirina qanûnên navneteweyî ye

Ji Merkel re: Êrîşa Efrîn bi rengekî vekirî binpêkirina qanûnên navneteweyî ye

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikumeta Merkel beranberî êrîşên li ser Efrînê hêjî bêdeng e û li ser firotina çekan bazirganiyê dike. Li meclisa federal civînek li ser vê mijarê hate kirin û hemû partiyên ku koma wan li meclîsê hene, helwesta xwe nîşan dan û daxwaz kirin ku êrîşa li ser Efrînê raweste.

Hikumeta Merkel beranberî êrîşên li ser Efrînê hêjî bêdeng e û li ser firotina çekan bazirganiyê dike. Li meclisa federal civînek li ser vê mijarê hate kirin û hemû partiyên ku koma wan li meclîsê hene, helwesta xwe nîşan dan. Çar partiyên li mûxalefetê: Partiya Çep, Partiya Keskan, Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) û Partiya Demokratên Azad (FDP) li ser Efrînê pêşniyarname pêşkêş kirin. Di pêşniyarnameyan de hate xwestin ku dewleta Tirk dawî li êrîşen xwe bîne. Di danûstandinan de partiyên li hikumetê CDU/CSU û SPD jî di nav de nûnerên hemû partiyan gotin, “Ev êrîş bi rengekî vekirî binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.”

AFD: Divê Elmanya bi rengekî vekirî êrîşê şermezar bike

Di destpêkê de pêşniyarnameya AfD’ê hate nirxandin. Partiya rastgirê tund ku li mûxalefeta bignehîn e bi bîr xist ku li gel biryara Neteweyên Yekbûyî ya ji bo agirbestê jî êrîşên li ser Efrînê dewam dikin û ev bang kir: “Divê hikumeta federal van êrîşan şermezar bike.” Bi navê AfD’ê parlamenter Armin-Paulus Hampel axivî û got, “Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê li dijî qanûnên navneteweyî ye. Em vê yekê şermezar dikin.”

FDP: Pêwîste ferz li ser Tirkiyeyê bê ferzkirin

Di peşniyarnameya FDP’ê de hikumeta Elman hate rexnekirin ku çekan difiroşe herêmên şer û kirîz lê hene û ji bo şerê li Efrînê bê rawestandin ji rêveberiya Berlinê xwest aktîv bikeve nava liv û tevgerê. FDP’ê her wiha xwest, ferz li ser Enqereyê were ferzkirin.

Partiya Keskan: Bila Elmanya aktîv bikeve nava liv û tevgerê

Partiya Keskan jî di pêşniyarnameya xwe de ji Elmanyayê xwest ku ji bo rawestandina şerê li Efrînê aktîv bikeve nava liv û tevgerê.

Partiya Çep: Leşkerên li Konyayê divê zûtirîn werin vekşandin

Ji partiyên mûxalefetê Partiya Çep jî ya ku divê hikumeta federal bike bi 9 xalan anî ziman. Partiya Çep bang kir ku bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re bê rawestandin, Elmanya ji bo Efrînê bêdeng nemîne, bikeve nava hewldanan. Partiya Çep got, “Divê hikumeta federal ji Tirkiyeyê bixwaze ku ji nava axa Sûriyeyê derkeve.” Her wiha bang li hikumeta federal kir ku leşkerên Elman ên li Konyayê vekişîne û bike ku Yekîtiya Ewropa alîkariya madî ji Enqereyê re rawestîne.

Partiyên hikumetê jî gotın ‘binpêkirin’ e

Partiya Sosyal Demokrat ku hevkarê hikumeta koalîsyonê ye, êrîşên Tirkiyeyê rexne kir. Nils Schmid bi navê SPD’ê axivî û bi bîr xist ku hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin û got, “Eger ev operasyon dewam bike, divê hikumeta federal peyameke vekirî bide Enqereyê.” Thorsten Frei bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) peyivî û nêrîna mîna SPD’ê anî ziman. Frei destnîşan kir ku bûyerên li Efrînê diqewimin li dijî qanûnên navbera dewletan e û got, “Divê ev yek bi rengekî vekirî ji Tirkiyeyê re bê gotin.”

18.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً