LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi Dîmen – Komên ASA’yê navenda Efrînê talan dikin

Bi Dîmen – Komên ASA’yê navenda Efrînê talan dikin

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk û komên girêdayî wê piştî xwe gihandine bajarê Efrînê dest bi şelandin û talankirina navenda Efrînê kirine.

Ji berxwedaniya Serdemê ya gelê Efrînê ku zêdetirî 50’î rojan li ber xwe da de, dewleta Tirk û komên çekdar yên bi navê ASA’yê yên girêdayî wê bi belafir û obusan navenda bajarê Efrînê dagir kirin û niha di nava bajar de ne.

Dewleta Tirk bi artêşa xwe TSK û komên girêdayî wê yên bermahiyên ElQayîdê di 20 çileyê de êrîşên xwe yên hewayî bi hevkariya Rûsya her wiha bi êrîşên bejahî bi obus û topan li 7 cebheyên Efrînê êrîşî dikirin da ku Efrînê dorpêç bikin.

Duh 18 Adarê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyb Erdogan ve daxuyanî hate dayîn ku wan herêma Efrînê bi giştî girtiye.

Talanî û xerakirin li navenda Efrînê tê kirin

Ji destpêka operasyona li dijî Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û komên ASA’yê ve kiryarên ku ji raya giştî re hatine eşkere kirin, hatin pêk anîn. Di vê çarçoveyê de diziya malan, mirîşk û terektoran heta xerakirina mal û milkên niştecihên Efrînê bû.

Duh di dîmenên ku komên ASA’yê bi perspektîvên artêşa Tirk li navenda Efrînê kiryarên xerab ji dervey pîvanên exlaqî pêk anîn. Li gorî dîmenên ku hatine weşandin de derdikeve holê ku komên ASA’yê ji dema derbasî bajar bûne dest bi şelandin û wêrankirina dikan, mal û milkên niştecihên Efrînê kirine. Çavkaniyan her wiha tekez kirin ku ev kom destdirêjî li wêneyên şehîdan û pîroziyên bajr jî kirine.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku piştî taktîka nû ya Hêzên Efrînê YPG, YPJ û QSD’ê sivîlên Efrîn ji kantona Şehbayê re ji bo parastina wan hatin veguhestin, ku bi hezaran sivîl dê bi komkujiyan re rû bi rû bûn.

19.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً