LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Şervana Enternasyonal Kambil li Efrînê şehîd bû

Şervana Enternasyonal Kambil li Efrînê şehîd bû

NAVENDA NÛÇYAN – Berxwedana Serdemê ya Efrînê jineke xurt a Birîtanî bi navê Ana Kambil ku li dijî artêşa Tirk şer kirî jiyana xwe ji dest da.

Di grûpên şervanên Enternasyonal ên ku tevlî nava Hêzên Parastina Gel YPG û YPJ dibin, gelek şervan ji Ewropayê berê xwe didin Rojava û li dijî çeteyan li kêleka YPG û YPJ şer dikin.

Ji aliyê Kovara Gardiyan ya Birîtanî ve hate ragihandin ku şervana Birîtanî ku li kêleka şervanên YPG û YPJ li Efrînê şer dikir li ser destê artêşa Tirk di 16 Adarê de di encama topbarana hewayî de jiyana xwe ji dest daye.

Kovarê destnîşan kir ku Ana Kambil (26) ji bajarokê Lwês yê Birîtaniyaê ye, tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jin YPJ bibû û li herêma Efrînê ku rastî êrîşên dewleta Tirk dihat şer kir.

Çîroka Şehîd Kambil a Efrînê

Berdevka Fermî ya YPJ Nisrîn Ebdilah ragihand ku şervana Enternasyonal Kambil bi daxwazname xwest derbasî Efrîê bibe, di vê derbarê de Ebdilha diyar kir ku wan daxwaza wê qebûl nekirin lê ji ber israra wê şandina wê ji Efrînê ra hate qebûlkirin. Nisrîn Ebdilah da zanîn ku “Şehadeta Kambil ji bo wan windahî ye, ji ber ku jineke xurt bû” û got em sersaxiyê ji malbata wê re dixwazin.

Li gorî agahiyên ku li ser şervana YPJ Kambil hatine girtin, hate zanîn, da ku Kambil berê xwe bide çeperên şer porê xwe yê zer reş kiriye û ew bi nîşaneya ku ji şervanên Rojava ne xerîb be ev yek kiribû.

19.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً