LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Dagirkirina Efrînê temisandina dîrokê armanc dike

Dagirkirina Efrînê temisandina dîrokê armanc dike

NAVENDA NÛÇEYAN- Yek ji armancên dewleta Tirk a dagirkirina Efrînê temisandin û imhakirina dîroka hezarên sala ye. Ji nebî Hûrî û ji keleha Semanê bigre bûye armanca dewleta Tirk û komên girêdayî wê.

Di 20’ê çileyê de dewleta Tirk, komên ASA’yê û vekirina sahaya hewayî ji aliyê Rûsya ve êrîşek pir giran û mezin bi ser herêma Efrîn de anîn. Cîhan tev li vê êrîşê temaşe kir û ta niha jî temaşe dike. Dagirkirina Efrînê bi hinceta parastina sînor û ewlekariya Tirkiye pêk hat, lê her rojek derbas dibe rastiya vê êrîşê ji her kesî re zelal dibe. Di rastiya xwe de dagirkirina Efrînê pêkanîna peymanên Astana û Cinêv yên îdaa’ya çareserkirina kirîza Sûriyê ye. Di navbera dewletên garantor ên Îran, Rûsya û Tirkiyê di civînên wiha de ku herî dawî Astana bû parvekirin û parçekirina xaka Sûriyê di navbera hev de bû, ku bi vê yekê Esed bi mayîna li ser serweriyê dengê xwe qet ji ti kesî re nekir û di asta daxuyaniyên “Kertonî “de ma.

Berî ku em bikevin dateyên vê êrîşê divê hin zanyarî derbarê Efrîn de bêne parvekirin da ku mirovatî xwe di eynika Efrn de bibîn.

Herêma Efrîn herêmek biçûk ji xaka Sûriyê ji sedî 2 digre ye û mesaheta wê 3850km2, ku dikeve bakurî parêzgeha Heleb û herêmek bi mozayîka xwe ya civakî bi nav û deng e. Di Efrîn de Kurd, Ereb û hejmarek ji xiristiyan û tirkmenan heye. Di warê olî û mezheban de dewlemend e ku di Efrîn de ezdahî û musilman ( Sune û Elewî û qizilbaşî) û bi dehan terîqet hene. Di warê dîrokê de Efrîn bûye dergûşek hembêz kirina gelek şaristanî û bûye şahîdê gelek pêngavên dîrokî, di vê mijarê de bermahiyên dîrokî (Keleha Horiyan, Marmeron, Semi`an, Pirên Romî, Pira Hîşark û hwd ku di herêmê de hene. Di herêma Efrîn de şaristaniyên Horî, Hîtît, Bîzants (Rom-Xaçperest) Ezdahî, Islamî, Ingilîz, Alman û Firansî hene. Li navçeya Şera ya Efrînê keleha Horiyan ku me anî ziman ji serdema Horî û Hîtîtan de heye û piştre bi hatina Xaçperetan li wê deverê bicih dibin û dikin bajar û li wir Dêra Horî ku li gel wan bi Qoroş tê naskirin hate avakirin, ku wek mala îbadetê dide nîşan dan, di heman demê de Dêra Semi`an jî nîşaneya şaristaniyê ye. Li navçeya Şera û Şêrawa bermahiyên Ezdahî hene di çiyayê parse xatûn de şikefta du derî heye û ew şikeft ji hêla axên Zerdûşt ve ji bo inzîwa dihat bikaranîn, ku di demên dawî de hestiyên mirovan û xweliya agir hatin dîtin. Tê gotin xweliya agir û hestiyên mirovan dîrokên wan vedgere zêdetirî 4 hezar salî. Pira Hişark di 1913`an de ji hêla Almanya ve hat çêkirin û ew rê ji bo şûxilandina çîman hat ava kirin û jêre riya çîman dihat gotin ya asîtane (Istemyol, istmbola îro) û Bexda. Gelek qereqolên di serdema ferensiyan de hatine avakirin hene ji wan qereqola gundê Dêrsewan û Şiyê û hdw in.

Di nav van serdemên me anîne ziman de yanî bi hezaran sal û ji dema Hûriyan û xaçperestan û ta roja îro kurd faktorekî esasî li vê herême ne, lewre jî gelek çîrokên ku bapîrên me ji me re gotine derbarê herêmê de hene. Mînaka Kelha Horî. Li herêma Efrîn kelha Horî gelek navdarêr e û çîroka vê kelehayê wiha ye: Piştî dema xaçperestan dibihûre û dema musilamanan tê li wê deverê sultanek musilmanan bi navê Sultan Sulêman heye û leşkerek Sultan Sulêman bi Navê Nebî Horî heye û Nebî Horî mêrekî merde. Nebî Horî di cengeke bi gawiran de dimre û sultan Sulêman ji ber ji wî hezdike horê Nebî Horî dixe kêlek kelha Horiyan û nav li wê deverê êdî dibe Mezela Nebî Horî. Ji ber vê yekê jî li navçeya Şera û Bilbilê bi taybet gundên nêzî mezela Nebî Horî bi sedan Navên Horo, Horîk û Nebî hene û ev nav çîroka bapîrên me pişt rast dikin. Ji van tiştên me anîne ziman mirov nasdike ku Efrîn devereke Dîrokiye û dema mirov dîroka Efrîn bikole û lêkolîn bike gelek tiştên ku rastiya mirovahiyê zelal bike dê derkevin ser sehnê.

Piştî ku me bi kurtasî dîroka Efrîn naskir emê bikevin mijara sereke ya nivîsê. Hate zanîn ku di 20 çileyê de dewleta Tirk êrîşî Efrîn kir û di vê êrîşê de hemû cureyên çekan bikaranî. Dagirkerî di serî de deverên dîrokî kire armanca topbarana xwe. Keleha Horî û çiyayî parsê û pira Hişark, girê Endar yê dîrokî û derdora Keleha Simi`an û gundên navçeya Şêrawa yên dîrokî Birc Hêder, Kîmar û Berad. Di hin wêneyan de derket holê ku leşkerên Tirk kûzên avê yên kevnar didizîn, ev êrîşan bi qasî ku bi armanca qirkirina Kurdane di heman demê de îmha kirirna dîrokê ye. Di dîroka şeran giştî de qedexeye û ne hatiye dîtin ku deverîn dîrokî werin hedef girtin. Lê dagirkerî deverên dîrokî hedef girt û beşek ji wan deveran rastî xerabî, dizî û îmhakirinê hatin. Bêdengiya civaka Navdewletî rê dide dagirkerî ku him kurdan qir bike û him jî dîroka Efrîn ya hezaran salan qir bike. Saziyên parastina Şûnwaran bi erka xwe ranebûne û divê ev saziî di vê demî de bi lez bi erka xwe rabin da ku bikaribin dîroka mirovahiyê ya mayî ji îmhayê xelas bikin. Eger saziyên berpirsyar bi erk û misyonên xwe ranebin dê nifşên nû bê dîrok mezin bibin, ji ber ku dîrok hafîze û bîrweriya civak û Gelan e, dê nifşên pêşerojê bê hafîze çavên xwe li dunyayê vebikin.

(DERWÊŞ DIJLE)

20.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً