LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ji Dêrsim ta Helebçe û ji Helebçe ta Efrîn mirovahî koçber dibe

Ji Dêrsim ta Helebçe û ji Helebçe ta Efrîn mirovahî koçber dibe

NAVENDA NÛÇEYAN – Dêrsim 1937, Helebçe 1988 û Efrîn 2018 rûreşiya cîhanê ya ku nûnertiya mirovatiyê dûbare dike. Gelek kesên ku dûrî mirovatiyê ne û parek jê negirtine hene. Îro Efrîn du rûtî û bêbextiya cîhanê raxistiye ber çavan.

Gelê Rojhilata Navîn di rûpelên dîrokî ku em vegerin bi qirkirin û jinosaydan re rû bi rû maye, Osmaniyên ku komkujiya Ermen, kurdan û xiristyan pêk anîne îro li Efrîniya aştiyê mirovatiyê birîndar dike û pêre rûreşiya welatên bangewaziyên mafê mirovan radixîne ber çavan. Di vê nivîsa xwe de emê êşa 3 komkujiyên kuran bi bîr bînin.

Komkujiya Dêrsimê

Di bîra her kesî de ye komkujiya Dêrsim bi taybet armanc kirina gelê Kurd yên Elewî û Zaze.

Dîrok: Sala 1937.

Cih: Bajarê Dêrsim.

Buyer: Komkujî û qirkirina kurdan.

Di van salan de dewleta Tirk bi hovîtiyeke mezin êrîşî bajarê Dêrsimê kir û di encamê de 60 hezar kurdên Zaza û Elewî qetilkir û ta roja îro jî gorên komî li wan deveran derdikevin. Ta niha çarenûsa gelek kesan ne diyar e. Bûyera ku ji bîra Kurdan naçe di van komkujiyan de eve ” Kurdistana ku hûn xeyal dikin me kuşt û li vir me xiste gorê “. Ev nivîs li biniya çiyayên Dêrsim li ser gorekî ji hêla dewleta Tirk ve hate nivîsandin.

Li vir Gelên Dêrsimê rastî qetilaman û komkujiyan hatin û cîhan jî tev temaşe dikir. Bi hezaran jin, zarok, ciwan û rûspî bi hovîtî hatin qetil kirin û hejmarek mezin ji Dêrsimiyan koçkirin.

Mirovahî bê xwedî namîne’

Ji wan Bijîşkê bi nav û deng Dr.Nûrî Dêrsimî ye. Bijîşk Nûrî Dêrsimî ji ber komkujiyan û qetilaman ji neçarî ji Dêrsimê ber bi Efrîn koç dike. Lewre jî buyer wiha vegot: “Min jî li ser van riyên dijwar gelek qîr û hawar kir da ku dunya rojekî jî were bibe buhar”. Li ser Dr.Nûrî Dêrsimî wiha tê gotin: “Şûnwar ma li Efrîn û ma bi hesreta dîtina Dêrsimê”. Dr.Dêrsimî dema ji warê xwe Dêrsimê koç dike bi xwe re bermahiyên mirovahiyê radike û barê mirovahiyê radike û wê li Efrîn careke din diçîne da ku şîn were û mirovahî nemire û gelê Efrînê li mirovahiyê xwedî derkeve.

Dêrsim têrê nekir, Helebçe jî kete rêzê

Di sala 1988`an de li bajarê Helebçe yê li Başurê Kurdistanê komkujiya kimyasal li ser kurdan ji aliyê serweriya Sedam pêk hat. Di encamê de di nava 5 deqeyan de zêdetirî 5 hezar mirov bi hovîtî hatin qetilkirin û 10 hezar birîndar bûn û para xwe ji vê hovîtiyê girtin. Dîmenên wan qurbaniyan jî ti carî ji bîra kurdan naçe, zarokên ku ji pêsîra dayika xwe şîr dimête hatin qetil kirin. Dayîka ku zarokên xwe hembêz kirî da ku neyên kuştin bi wê halê xwe tev zarokên xwe hate kuştin. Ciwanê ku dayika xwe ya temen mezin û rûniştî li piştê xwe kirî û hewil dide xwe xelas bikin, di nîvê rê de ketibûn û hatibûn kuştin. Gelek dîmenên wiha bi êş derketin, ew dîmen tev ji rastiyê bûn. Cîhan tev ji xwe re li wan dîmenan temaşe dikirin û bê deng bûn. Bê dengiya cîhanê bû sedema ku ewqas mirov bi hovîtî bên qetil kirin. “Ew bê dengî ne bê dengî bû rastiya erê kirina qirkirinê bû.

Di 20 Çileyê de cardin komkujî û car din bê dengî

Dîrok: 20 Çileya 2018 .

Cih: Efrîn/ Çiyayê Kurmênc

Buyer: Qirkirin û Jinosayd

Di 20 çileyê de dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşek giran bi ser Efrîn de anî. 72 balafirên şer ku her derê Efrîn dane ber topan li esmanê Efrînê bilind kir. Bi sedan tank û topavêj axa Efrîn topbaran kirin. 45 hezar çete û qatil ku ji devên wan jehir diherike ku bermahiyên DAIŞ û ElNusra ne berê wan dane Efrînê. Bi armanca qirkirin, qetilkirin, talan û wêrankirinê dewleta Tirk berê çeteyan dan Efrîn û êrîş kirin. Gel û şervanên Efrînê ta ji destên wan hat liberxwedan. Berxwedanek serdemî nivîsandin, Avêsta Xabûr, Alan kobanî, Barîn û Polat Efrîn serkêşên vê berxwedanê bûn.

Dewleta Tirk di êrîşên xwe de hemû cureyên çekan bikaranîn û çi ji destê wê hat kir. Du caran kimyasal bikar anî. Stasyonên avê xerab kir û Efrîn xiste dorpêçiyê. Ji erdê ve dorpêçî, tî û birçîbûn û li hêlekî din tank û top ji bejahiyê ve û balefir ji asîman ve Efrîn tev dan ber topan. Rewşek ku insaniyet ” mirovahî ” ji ber eniya xwe bitewîne li Efrîn hat jiyan kirin.

Wekî ku me li jor anîbû ziman Dr. Nûrî Dêrsimî dema koçî Efrîn dibe mirovahiya ku birîndar bibû bi xwe re rakir û anî Efrîn û li Efrînê derman kir. Mirovatî car din li Efrîn jiyan kir piştî ku faşizmên cîhanê hewildan li Dêrsim û Helebçe kirin ku mirovahiyê bikujin, mirovahî li Efrîn hat jiyan kirin. Di êrîşa faşîzma Tirkiyê ya li ser Efrîn nizanim eger mirovahî jî li Efrîn şehîd bû, nizanim eger ew jî birîndar e kes nîne wê derman bike an ew jî ketiya nav Efrîniyan û koçber û penaber dibe.

Şerê li Efrîn tê jiyan kirin şerê bilindkirina dengê mirovatiyê ye. Faşîzim û kujer li ber çavê dunyayê mirovahiyê bi terorê dide naskirin û mirovahî jî tev lê temaşe dike û hin ehmaq jî ji kuştina mirovatiyê re çepik lêdidin. Zarokên Efrînî ku li her deverî Sûrî lê dijîn çetetiya DAIŞ’ê şer kirin û cîhan tev ji xeteriya wan çeteyan xelas kirin, îro bi terorê tên tewanbar kirin û cîhan li kuştina wan temaşe dike. Gelên Efrîn ku ji bo mirovahiyê şer dikin û li berxwe didin dunya li kuştina wan temaşe dike. Heta niha zêdetirî 400 sivîlên Efrînê ku piraniya wan zarok û jinin jiyana xwe ji dest dane û 700 sivîl zêdetir jî birîndar bûne.

Bêbextiya cîhanê di berxwedana Efrîn de zelal bû. Zarokên ku xeyalên wan yê zaroktiyê hene û di kolanên Efrîn de zaroktiya xwe jiyan dikirin bi top û obusên NATO ku qaşo ew li dijî terorê hatiye avakirin hatin kuştin. Jinên ducanî ku çav li rêya zarokê wê ye û çavên xwe bi dîtina berhema heskirina xwe bibîne bi parçeyan birîndar bû û zarok di mal zarokê de şehîd bû, ew zarok şehîd bû berî ku çavên xwe li cîhanê vebike.

Rûspiyê ku bi zehmetî bi kopal ji mala xwe diçe mala kûr an keça xwe ji neçarî 15 km meşiya û di rê de winda bû. Cîhan tev temaşe kir dema ku Efrînî bi jin û zarok, kal û pîran ji Efrîn koçber dibûn topên faşîzmê li wan dida û di nîvê rê de şehîd û birîndar bûn. Cîhan temaşe kir çawa wêneya wî kalê ku cenazeya kurê xwe yê şehîd li koşeyekî rê li ser riya Cebel ElEhlam li navçeya Şêrawa daniya û bedena kalî di xwînê de maye û di nav tiliyên wî de çixareyek heye û çixare bi kul û keser dikişîne. Destên mirovan nagire ku tiştekî binivsîne. Dilê mirovan naçe ku tiştekî bike. “Bê bextiya cîhanê di Efrînê de zelal bû”.

Dr. Nûrî Dêrsimî bi anîna mirovahiyê bi xwe re û mirovahiya birîndar li Efrîn dermankirin û li Efrîn jiyan kirin, barê Efrîniyan û kurdan tev girantir kir. Lê ev giraniya ku Efrîn li ser milê xwe rakirî ji her kesî re isbat kir ku mirovahî nebûye para her kesî û pir welat û pir kes dûrî mirovahiyê ne.

(DERWÊŞ DIJLE)

20.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً