LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Kî berxe, kî berane?

Kî berxe, kî berane?

Berxwedana serdamê de di roja xwe ya 58’an de didome. Îran, Rûsya, Tirkye û Birîtaniya li ser gelê kurd li hevkirin. Lê berxwedana ku gelê Efrînê dimeşîne nerazîbûnek li gel dewletên derve nîşan da. Dewletên Ewrupa tenê di asta çavdêriyê û guhdarkirinê de maye. Dewletên Rûsya, DYA, Îran û Fransa li benda dawiya şerê Efrînê ne ku di dawî de wê kî bi ser keve û dewletên ku temaşe dikin dê li gorî wê têkevin hereketê de.

Ji guhdarkirina dewletên derve ji vî şerî re tê fêmkirin ku qurbaniya vî şerî gelê kurd e. Berxwedana gelê kurd ya ku niha tê meşandin dihêle ku Tirkiyê û dewletên bê dengin matmayî bimînin.

Di pilana yekemîn ya dewleta Tirkiyê û hevkarên wê çeteyên El Qayîde û DAIŞ de dixwaze seranserî sînorê Trikiyê û Sûriyê dagir bike. Dema ku ev konaxa yekemîn bi dest bixe dê wekî ku Tirkiyê pîlan kiribû kê ewê hevanekê çêbikin û dê ev kevan ji sînorê Efrînê destpêbike. Heta ku ev kevan bi dawî bibe dê şerekî komkujî berdewam bike û xwe bigîne navenda Efrîn ê. Ew du meh derbasbûn û dewleta Tirkîyê û komên girêdayî wê herêmk biçûk mîna Efrînê bi temamî bigirê bin destê xwe de û tevî vê yekê jî dibêjin ku Tirkiyê dewleta NATO ya dûyemîn e.

Bi destpêka êrîşa li ser Efrînê pîlana Tirkitê ku destpêkê Efrîn dorpêç bike, navçeyên li ser xeta sînor têxe bi dagirkeriya xwe de, navçeya şera, Bilbilê, Raco, Şîye û herî dawî jî dagirkerina Cindirêsê û navenda Efrîn dê bi vê yekê eynê bîçimê ala Tirkiyê bide xuyakirin. Piştre dê TSK û ASA deverên din yên Efrînê dagirbike.

perçe bike bi rêve bibe’

Ji dîrokê de Turkiyê û Rûsyayê debarê kurdistanê de lihevkirine, li gorî gotina “perçe bike û birêve bibe” tevdigerin. Niha jî eynê tişt dûbare dibe. Rûsya li ser du aliyan tevdigere. Ji aliyekî de Rûsya dixwaze di milê abûrî de şikandinekê bi Turkiyê bide jiyan kirin. Bê deng mayîna Rûsya li hember êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê erêkirina Rûsya ser çemberkirina Tirkiyê ji Efrînê re dide xuyakirin. Ji destpêka êrîşê dewleta Tirk û heya niha Rûsya, Birîtaniya û DYA dixwazin ku hêzên YPG/YPJ alîkariyê ji wan bixwazin.

Sedemên ku dihêle Rûsya li hemberî êrîşên li ser Efrînê çavên xwe bigire wiha ne:

1- Rûsya xwest hêviyên Amerîka yên avakirina kerîdorekê ji rojhilatê çemê firatê ta bigihêje Deriya Sipî di riya kantonên bakurê Sûriyê de qut bike, û di heman demê de pêşî li hêviyên Kurda ji bo gihandina rojhilata Firatê bi Efrînê ve bigire.

2- Lihevkirinên di navbera Rûsya û Tirkiyê de derbarê derbaskirina Gazê pêkwerin. Her wiha pirojeyên Tirkiyê yên kirîna fûzeyên S400 pêk were.

3- Rûsya ji ber ku ne gihişt cihên pitrolê li Sûriyê yên li milê rojhilata Firatê ew bi vê bêdengiya xwe li hember êrîşên li ser Efrînê tola xwe ji Hevpeymana nevnetewî û Amerîkayê radike.

4- Di navbera Amerîka û Rûsyayê de lihevkirinek veşartî heye ku Turkiyê di Sûrî de bixînin lawaziyek abûrî û leşkerî de.

5- Di nava lihevkirina Rûsya û Tirkiyê de xuya dibe ku wê Tirkiyê gîştî çeteyan derbasî eniyên şer yên pêşî li Efrînê bikin û wan li wir bi dawî bikin. Lê ev yek ne li gorî hesabên Tirkiyê û Rûsya yê bû ji ber ku hemû çete nehatin Efrînê, beşek ji çeta li herêma Idlibê man, mîna rêxistina Heyet Tehrîr El Şam û heya astekê tevgera Ehrar El Şam û Nûr Dîn Zinkî. Ev yek astengiyek vakir û ne çare man.

Tayên Rêjîma Sûrî di destê Rûsya de ye

Wek ku tê zanîn ji roja mûdexeleya Rûsyayê di Sûrî de û piştgiriya wê ji rêjîma Sûrî re û ta niha rêjîm ji asta biryardayînê hatiye derxistin. Her wiha Îran jî rolek mezin di girtina axa Sûrî de lîstiye. Wek ku çawa Rûsya asmanê Sûriyê control kiriye Îran jî li ser erda Sûrî hakimiyeta xwe feriz kiriye. Artêşek Sûrî ser bixwe nemaye, piraniya vê hêzê ji aliyê Rûsya ve tê control kirin. Mînaka vê yekê li Efrînê hate eşkerekirin dema rêjîma Sûrî xwest ku beşekê ji artêşa xwe derbasî sînorê Efrînê bike me dît ku çawa hêzên Gelêrî li şûna hêzên fermî yên rêjîmê hatin şandin. Her wiha dema hêzên gelêrî hatin rêkirin piraniya çekên giran ji wan hatin standin û bê piştgiriyek esmanî derbasî Efrînê bûn.

Esed xwest gotinên Erdogan vala derxîne dema ku Erdogan gotibû ku “bila Esed mûdexeleya şerê Efrînê neke”, lê asta Esed gihişt ku tenê hin hêzên milîsên Sûrî rêke Efrînê. Wisa mirov têdighêje ku tayên rêjîma Sûrî di destê Rûsyayê de ye.

Berxwedaniya Serdemê bû xelekek ji agir di Rojhilata navîn de

Berxwedaniya ku li Efrînê tê meşandin li beramberî teknîka dewleta Tirk ya ku dewleta NATO’yê ya duyemîn e û ya çaremîne di hêza xwe ya leşkerî ye. Hêzên YPG bi çekekî navîn û bi hêzekî biçûk ve parastina herêm û sivîlên xwe dike. Her wiha di çend rojên dawî de YPG/YPJ xwe ji navenda bajarê Efrînê vekişandin. Lê li gorî daxuyaniya Fermandarê YPG li Efrînê Birûsk Hesekê ku vekişandina wan ji Efrînê nayê wateya şikandina wan, di rastî de berovajî vê yekê ye ku vekşandina wan tê wata destpêkirina qonaxek nû ji berxwedana serdemê re.

Domandina têdikoşin û berxwedana gel û hêzên Efrînê Îrada û baweriya vî gelê bi hêzên xwe dide nîşandan. Xeleka berxwedaniyê bi agir geşdike. Dewletên navnetewî yên ku bi leystûkên qirêj bê dengmayîna wan ji komkûjiyê re çêdibe tu hêviyên gelê kurd û çavên wan ne li ser mûdexeleya wan e. Di esasê baweriya ya ku me ji rêberê gelê kurd Ocalan girtiye ku em tu carî teslîmiyetê qebûl nakin.

(Bêrîvan Ednan)

20.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً