LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Mabatayê 7 hezar sivîl di dorpêça artêşa Tirk de ne

Li Mabatayê 7 hezar sivîl di dorpêça artêşa Tirk de ne

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî dagirkirina artêşa Tirk û komên selefî yên girêdayî wê bajarê Efrînê, dest bi destdirêjî û tecawiza pîvan û nirxên bajarê Efrînê kir. Şewtandina malan, xerakirina cihên dîrokî û heqaret li kêm netewên bajar pêk anî.

Operasyona artêşa Tirk û komên radîkal û selefî yên girêdayî wê di 20 çileyê de li dijî bajarê Efrînê bi dagirkirina bajar, pevçûn û şerên giran di nava bajar de ku ev 2 heyvin dewam dike.

Di vê çarêoveyê de dewleta Tirk da ku heqaretê li niştecihên Efrînê bike di dema dagirkirina bajar de beriya 3 rojan de komên ASA’yê berda nava bajar û dest bi kiryarên hovane kir. Li gorî dîmenên ku derketin, komên selefî yên bermahiyên DAIŞ’ê û zarokên Tirkiyê dema derbasî bajar bûn di serî de destdirêjî li peykerê Kawayê Hesinkar kirin, ku ew sembola Azadiyê ji gelê Kurd re ye.

Her wiha hate tekez kirin ku komên hov bi hezaran ji niştecihên Efrînê ji netewa Elewî li navçeya Mabata (Mabetlî) de dorpêçkirine. Hate eşkere kirin ku ji ber topbarana bê ser û ber a bejahî û hewayî ji aliyê artêşa Tirk û komên girêdayî wê ve niştecihên Efrîn ku xwe li navenda bajar girtibû rastî topbaranê û komkujiyan hatin ku piraniya wan zarok û jin hatine qetil kirin. Komên ASA’yê bi polîtîka qirkirina niştecihên Efrînê rê neda ku niştecihê Efrînê ku li navçeya Mabata bûn ku hejmara wan bi qasî 15 hezarî bû berê xwe bidin heremên ewle ku niha ew sivîl rû bi rûbûna komkujiyan e.

Li gorî çavkaniyekî ji navçeya Mabata ku xwe bi hejmarek ji sivîlan xelas kiriye de eşkere kir ku komên ASA’yê û artêşa Tirk dorpêç li ser wan feriz kiribû, lê hejmarek ji wan xwe xelas kirin. Çavkanî destnîşa kir ku dema ew komên ASA derbasî navçeyê bûn berê xwe dane malên Elewî û destdirêjî û xerakirin li pîrozî û nirxên wan kirin, her wiha heqret li oldarekî temen mezin kirin. Çavkaniyê ku xwe ji hovîtiyê xelaskiriye da zanîn ku ew komên radîkal axaftina “Bila Beşar ElEsed were we rizgar bike” davêtin.

Hêjayî bi bîr anînê ye ku sivîlên rû bi rûye komkujiyê ne li navçeya Mabata bi qasî 7 hezar sivîl di dorpêça artêşa Tirk û komên radîkal ên bi nav ASA’yê de ne.

Derbarê zanyarî û agahî li ser wan sivîlan nayê girtin ji ber armanckirin û rûxandina bircên şebekê, bi vê yekê niha peywendî bi wan sivîlan re tune ye.

Di dîmeneke ku herî dawî hate belavkirin, komên ASA’yê her kesekî ku ne misilman e û neyê ser riya wan dê serê wî were jêkirî da. Di vê derbarê de Rêveberiya kantona Efrînê daxuyanî da û eşkere kir ku bi hezaran sivîl pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û daxuyaniya xwe bi bangewaziya mirovî zelal kir.

20.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً