LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rastiya gefên Erdogan li Ewrupayê derdikeve holê

Rastiya gefên Erdogan li Ewrupayê derdikeve holê

NAVENDA NÛÇEYAN- Erdogan sozên xwe yên li ser belavkirina terorê li Ewrupa pêk anî. Tirkiyê ji vehewandina penaberên Sûriyê sûd girt.

Wek ku tê zanîn Rêxistina Tehrîr El şam (Cebhet El Nusra berê) li Idlibê bi cih dibe. Her wiha ev rêxistin rêbazê DAIŞ’ê an jî Islamiyeta Radîkal di hidirê xwe de diparêze û wê dide pêş. Tehrîr El Şam bi qanûnên hişk bajêr bi rêve dibe. Tehrîr El Şam û hêzên dîtir yên opozosyona Sûriyê perwedeyên xwe li Tirkiyê dîtine. Ev yek vedigere piştgiriya Tirkiyê ji van koman re di nav de komên bi Islamiya xwe ya hişk têne nasîn.

Tirkiyê û kampên penaberiyê!

Tirkiyê ji destpêka şerê li Sûriyê koçberên Sûriyê hewand û kampên penaberiyê li erda Tirkiyê avakir. Tirkiyê bi fen û fûtan xwest ku sûd ji koçberan bigire. Ewrupa alîkariyên madî da Tirkiyê ji ber hewandina wê ji penaberan re. Her wiha Tirkiyê Ekonomiya xwe rakir ser piyan piştî hewandina wan ji koçberan. Hate eşkere kirin ku Tirkiyê ji ber aîlkariyên dewletên Ewrupî bi navê pernaberan û ji ber karanîna ciwanên koçber li Tirkiyê bi pereyekî kêm qezenciyek ango sûdek mezin wergirt.

Şert û mercên istixlalkirina penaberan

Dewleta Tirkiyê ji aliyê Polîtîkayê de jî sûd ji penaberan girt. Dewleta Tirkiyê ciwanên li kampa perwerde kir. Ciwan bi riya pereyan de qezenc kirin ji ber ku kesên koçber bibûn mecbûrî pera bûn da ku jiyna malbatên xwe li Tirkiyê dewam bikin. Ji aliyekî din ve jî hate zanîn ku hin ciwan jî ji ber ku oldar bûn dewleta Tirkiyê ev noqte istixlal kir û ew bi ber xwe de kişandin. Ciwan di koman de birêxistin kir. Di bin navê cîhadê û ew zîvirandin Sûriyê. Ji ber vê yekê niha komên ku perwerdeyên xwe li Tirkiyê dîtine ew komên radîkalin.

Tirkiyê bi polîtîkeya xwe ya kişandina ciwanan gelek şert û mercên zehmet li ser penaberên Sûriyê de anî, gelê Sûriyê da ku debara jiyana xwe bike mecbûr ma ku çi karekî bi temenekî erzan bike. Ji aliyê penaberên Sûriyê ku niha li Tirkiyê bi cih bûne hate eşkere kirin ku ew ji ber xelkên Sûriyê ne gelek caran pereyên wan ku bi keda xwe qezenc kirine hatiye xwarin. Hin ji penaberan jî destnîşan kirin ku Tirkiyê beranberî wan nerim xuya dikir û bi vê yekê bi tiştên malê û madiyetê ew anîne aliyê xwe, penaberên Sûriyê rastî siyaseta Tirkiyê ya qezenckirin û bê dengkirina welatiyan hat.

Pirsgirêkên Tirkiyê û Ewrupayê

Erdogan xwest ku penaberan bike çek di destê xwe de û li hemberî dewletên li dijî projeyên wî derdikevin û bi taybet dewletên Ewrupî bide şûxlandin. Li gorî gelek analîzên ku derdikevin Tirkiyê penaber ji bo pêkanîna projeyên xwe yên dagirkirina Sûriyê û xwe bi awayekî rewa xistina xaka Sûriyê qezenc kir. Hate eşkere kirin ku heta astekê projeyên Tirkiyê pêk hatin û ev yek li ser erdê hate xuya kirin.Operasyona bi navê Mertala Firatê ya ku dewleta Tirkiyê û komên girêdayî wê li gundewarê Helebê di 2016’an de dabû destpêkirin, Tirkiyê bi vê operasyonê Bakurê gundewarê Helebê û Cerablus bi komên ku rêxistin kiriye ku wekî opozisyon da nîşandan xist bin sîwana xwe de.

Erdogan bi riya van penaberên perwerdekirî gefa li Ewrupa dixwe. Dewletên Ewrupî xweş zanin ku komên ku li Tirkiyê perwerdeyên xwe dîtine ew komên radîkalin. Her wiha kiryarên van koman yên hovana der heqê sivîlên li herêmên bin sîwana wan de dizane. Lê Ewrupa nikare bi rengekî hişk dengê xwe bike. Ji ber gefên Erdogan ji wan re ya li ser şandina penaberan ji dewletên Ewrupa re.

Ji aliyekî din ve Serokomarê Tirkiyê Erdogan penaberan wekî kaxeza zextê li ser Ewrupa bi kartîne da ku Ewrupa alîkariyên madî ji Tirkiyê re nerawestîne. Li gorî zanyariyan Tirkiyê van alîkariyan ne tenê ji bo penaberan bi kar tîne.

Gefên Erdogan ji Ewrupa re

Erdogan gef li dewletên Ewrupî dixwe. Erdogan got ku Ewrupa dê ji terorê neyê parastin ger danûstandina tevlîbûna Tirkiyê ji Yekîtiya Ewrupa YE re bê rawestandin. Hêjayî gotinê ye ku Erdogan gef li Ewrupa xwar bi şandina penaberên Sûriyê yên ku li Tirkiyê bi cih dibin. Erdogan dizane ku li kampên penaberan komên terorî daye avakirin. Ji ber vê yekê gefan li Ewrupa dixwe.

Erdogan gef bi cih anîn. Ewrupa ji terorê ne hat parastin. Ev demeke ku rojana li ser torên civakî wêneyên alîgirên Tehrîr El Şam li cihên cuda li Ewrupayê belav dibin.

20.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً