LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Li Efrînê talana çeteyan

Li Efrînê talana çeteyan

EFRÎN – Wêneyên talankirin û dagirkirina Efrînê, asta hewldana talan û diziyên komên hevkarên Tirkiyeye OSO derdixe holê.

Komên El Nusra û selefiyên DAIŞ’ê yên dibin navê OSO de, ligel Tirkiyeyê Efrîn dagir kirin, asta talan û diziya li navenda Efrînê bi hemû awayî derdikevin holê.  Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, berê OSO şibandibû hêzên “Kuvay-î Mîlliye” û parastibû. Piştî Efrîn hat dagirkirin komên OSO yên hevkarên Tirkiyeyê navenda bajêr talan û bi talankirina Efrînê ji rojeve dernakevin. Wêneyên herî dawî yên ji Efrînê gehiştin berdestên me, asta dizî û talan kirin Efrînê radikexe ber çavan.

Weneyên geşhiştin Ajansa  Mezopotama (MA), rastî û awayê talan kirin Efrînê radikexe ber çavan. Di wêneyan de xuya dike ku hemû derî û paçayên dikandarên sûka Efrînê şkandine û ketine hûndirê wan û hemû amûr, alaf, eşya û malzeme hatine dizîn û talan kirin. Ji ber hewldana talanê hemû amûrên di dikanan de derxistine kolanan. Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan derbarê talan û diziya li Efrînê de wiha gotibû: “Me û komên OSO bi hev  re dest bi tevgera Afrînê kir. Em û OSO bi hevre ketin Afrinê. Lê dihenek koman de feraseta xenîmetê heye. Demildest me mûdaxile kir. Li dijî wan tedbîr hatin girin. Bi wan re hat axaftin û ev rewş hat sererast kirin.”

Cardin Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu jî gotibû ku komên ji aliyê Helebê ve hatin ev yek kirin û hewl dabû komên OSO biparêze.

23.03.2018

Rojev24

 

 

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *