LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li dijî dagirkeriyê dê serîhildana gel bi ser bikeve

Li dijî dagirkeriyê dê serîhildana gel bi ser bikeve

EFRÎN – Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusif anî ziman ku berxwedana serdemê ya Efrînê didome û got ku li dijî dagirkeriyê dê serîhildana gel bi ser bikeve.

Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusif rewşa Efrînê ya herî dawî nirxand û bang li tevahî gelên cîhanê kir ku li berxwedana Efrînê xwedî derkevin û li dijî sûcê mirovahiyê ya ku li Efrînê tê kirin, bêdeng nemînin. Hediyeyê da zanîn ku li dijî dagirkeriyê şervanan û gelê Efrînê berxwedanek pîroz nîşan dan û got:”Ji bo ewlehiya gel me dest bi rêbazek nû ya berxwedanê kir. Dê berxwedan tu carî bi dawî nebe, heta ku Efrîn rizgar bibe û dîsa bibe cihekî ewle. Efrîn berî ku bê dagirkirin gelek koçber û rengên cuda hembêz dikir û ewle bû. Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi talan û qirkirineke mezin rû bi rû ma. Lê em ê bi têkoşîna xwe ya bêhempa vê hişmendiya talan û qirkirinê têk bibin.”

‘Gelê Kurd li her aliyê cîhanê asta têkoşîna xwe mezin dike’

Hediye Yusif bi lêv kir ku têkoşîna Gelê Kurd li her aliyê cîhanê bi çalakiyên cur be cur berdewam dike û wiha pê de çû:”Gelê Kurd xwedî hêz û vîneke azad e. Li her çar aliyên cîhanê çalakiyên xwe yên cur be cur berdewam dikin. Gelê Kurd li her aliyê cîhanê asta têkoşîna xwe mezin dike. Gel li berxwedana serdemê ya Efrînê xwedî derdikeve û baweriya xwe bi şervanan tînin. Dê bi têkoşîn û baweriya dilê gelê Kurd Efrînê ji hişmendiya desthilatdar û talanker rizgar bibe.”

‘Dê têkoşîna azadiyê bi ser bikeve’

Hediyeyê anî ziman ku hêzên navneteweyî ku tenê berjewendiya xwe difikirin bi hevkariya dewleta Tirk li ser xwîna gelê Kurd bazariyê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Gelê Kurd li dijî bazariyên qirêj ên li ser xwîna wan tê kirin tu caran serî netewand. Li Efrînê jî serî netewandin û dê netewînin. Dê li Efrînê têkoşîna azadiya Gelê Kurd bi ser bikeve.”

24.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً