LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Nakokî û bêdengeya têkiliyên Îran û Tirkiyê zêde dibin?

Nakokî û bêdengeya têkiliyên Îran û Tirkiyê zêde dibin?

NAVENDA NÛÇEYAN – Di temamkirina sînaryoya dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk ve û pêkanîna peymana Rûsya, Îran û Tirkiyê bi radestkirina Efrînê beranberî Xûtayê, nakokî û geşedanên bê denge di navbera herdu welatên Tirkî û Îran de zêdedibin ku dibe sedema guhertina hevsengiyên gelek hêzan li heremê.

Piştî îlankirina dewleta Tirk operasyona dijî Bakurê Sûriyê û derbasbûna nava bakur rojavayî Sûriyê gelek bertekên neynî ji aliyê Îran ve beranberî operasyona eskerî ya Tirkiyê derketin, di heman demê de Îranê hewil da ku derbeyan li bercewendiyên Tirkiyê li heremê bide.

Têkiliyên Îran û Tirkiyê derbasî qonaxeke nû ji kirîza Sûriyê de didin

Hate xuya kirin ku têkiliyên Tirkiyê û Îran di bê dengiyek ber bi çav a ji raya giştî re ye tevî hemû hewildanên Rûsyayê ji kêmkirina van nakokiyan, lê nakokî û bê dengeya di navbera Îran û Tirkiyê de gihişte lûtkeya herî jor. Piştî ragihandina Rûsya ya xistina heremên bakur rojavayî Sûriyê di nav lihevkirinên Rûsya, Îran û Tirkiyê de, her dem nakokî di navbera têkiliytên Îran û Tirkiyê de derdikevin.

Di hevpeymana Astana ya di bin serweriya Rûsya de li ser xalên kêmkirina rakeşeyê hate lihevkirin. Herî sereke jî ji gavên ku hatin avêtin armanckirina karwanê artêşa Tirk bû ku ber bi bicihkirina xalek xwe ya ku bi nav dike çavdêriyê li rohjhilatî Idlibê di 8 çileyê de bû. Di encama vê armanckirina karwana Tirkiyê de ku maşîneyên barkirî bi çekên sivik û orte pêk dihat, maşîneyek hate xerakirin, her wiha ev buyer di 30 çileyê de cardî hate dûbare kirin ku di encama herdu buyerên li pey hev de hejmarek ji leşkerên tirk hatin kuştin û hin ji wan jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên ku hatine zanîn ev bû sedema ku Tirkiyê ji pêşbirga bi hêzên Îranê li Helebê bireve û ji aliyê Rûsya ve zextê li Îranê bike da ku ev êrîş rawestin, bi vê yekê hate eşkere kirin ku Îranê peyman da ku karwanên Tirkiyê li derdora bajarê Helebê hedef negre.

Dagirkeriya Tirkiyê û derfeta armanckirina Îranê ji bercewendiyê Tirkiyê di heremê de

Li gorî nîşaneyên ku derdikevin hate eşkere kirin ku bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Efrînê derfet û hinceteke mezin ji hêzên Îranê re vekir da ku derbeyên bê dengeya di navbera Îran û Tirkiyê de ji nakokiyên siyasî vegerîne. Bi taybet lihevkirina herî dawî ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de.

Li gorî ku tê xuya kirin Îranê metirsiya wê ji nêzîkatiya di navbera Amerîka û Tirkiyê ya di kirîza Sûriyê de heye ku wê bibe sedema sînordariya pêşveçûn û derbasbûna Îran di heremê de. Ji ber van sedeman hate eşkere kirin ku gelek hewildanên Îranê yên ne raste rast a derbekirina bercewendiyên Tirkiyê li Sûriyê hatine kirin.

Bi êrîş û topbarana dijwar a dewleta Tirk li ser Efrînê ji aliyê Îranê ve hêzên ku li heremên Nibil û Zehra yên din bin serweriya Îran bicih dibûn de ber bi Efrînê ve hatin şandin ku ew leşker ji hêzên şoreşgerî li Efrînê û TilRefet beranberî êrîşên çeteyên DAIŞ ê dihatin parastin. Li gorî piraniya analîzên ku derdikevin holê hate eşkere kirin ku ew hêz wekî bersivekê ji Efrînê re hatin şandin lê li gorî ku hate xuya kirin ti bandorek wan leşkeran tune bû ji ber wê Îranê nikarîbû artêşa Tirk û komên girêdayî wê ku piraniya wan ji komên cîhadî selefî ne li Efrînê hedef bigre.

Operasyonên Îranê li heremên Mertala Firatê pêkaniye

Di encama beşdarbûna leşkerên ji Nibil û Zehra di bersivdayîna êrîşa dijî Efrînê de, hate ragihandin ku di topbarana artêşa Tirk a li derdora Efrînê di 14 adarê de belafirên Tirkiyê xala ElZiyara topbaran dikin ku di encamê de 8 ji wan ji Nibil û Zehra 10 endam hatin kuştin. Di bersivdayîna van windahiyan de raste rast hêzên Îranê ku li Nibil û Zehra bicihdibin birc her wiha bargehên dewleta Tirk li heremên Mara û Ezaz hedef girtin. Bi silsîleya van bersvan maşîneyên Îranê ji bargehên leşkerî li kampeya Henderat bakurî Helebê bargeha Tirkiyê ya li bajarokê Andan li gundewarê bakurê Helebê di 19 adarê de hedef girt.

Pêşeroja têkiliyên Îran û Tirkiyê li Sûriyê

Di lêvegera herdu xetên Îran û Tirkiyê de gelek xal têne zelal kirin, li ser vê yekê hate tekez kirin ku Tikiyê ku pêşengtiya xeta Sunî li Rojhilata Navîn dike nikare hesasiyeta xwe beranberî xeta Şî’a ku pêşngtiya wê Îran dike de veşêre. Li gorî analîzên siyasî hate zanîn ku dê di heremê de çirûska şerê mezehebî yê Sunî û Şî’a destpêbike û ew jî dê bi serkêşiya Îran û Tirkiyê be.

Bi vê yekê di heremê de nexşe wê ji nû ve were saz kirin û li gorî pêşdîtinan her yek ji Îran û Tirkiyê derbasbûna xaka Sûriyê ji bo xwe qezenciyekê dibînin, ji ber ku Tirkiyê bi derbasbûna xwe ya Sûriyê metirsiya xwe ya avakirina rêveberiyeke kurdî li ser sînorê wê yê başûr ji holê radike û Îran jî naxwaze ku ji kirîza Sûriyê vekşe da ku garantiya piştgiriya xeta Şî’a li Sûriyê bidomîne her wiha riyeke ya piştevaniya komên Şî’a li Libnanê veke, lewra derdikeve holê ku Îran amade ye ku her hewildanê bike da ku parastina vê xetê bike. Rastiyê heyî agahdariya çareseriyek aştiyane nade, berovajî vê yekê nîşaneyên şerekî vekirî li ser hesabê xelkê Sûriyê dide.

(Mihemed Aban)

24.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً