LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Xûta tê valakirin û her yek para xwe digre

Xûta tê valakirin û her yek para xwe digre

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî dagirkirina artêşa Tirk ji Efrînê re operasyonên derxistina çeteyên Feyleq ElRehman, Ceyş ElIslam û ElNusra ji Xûtaya rojhilat destpêkiriye. Hate zanîn ku îro hejmarek ji 6 hezar çeteyan pêk tê ji 5 heremên Xûtayê derketin û bi itîfaqa garantiya Rûsyayê derxistina çeteyan bê lêpirsîn pêk tê û ber bi Bakurê Sûriyê ve têne şandin. Tehdîda pêşveçûna Tirkiyê ber bi başûrê Efrînê jî heye û beranberî vê jî çalakiyên Hazing Efrînê ku gotin em li her derê ne didomin ku herî dawî ragihand 19 çete kuştine û 4 wesayît jî rûxandine.

Hate eşkere kirin ku komên çekdar yên Feyleq ElRehman û ElNusra ku li heremên Xûtaya Rojhilat bicih bibûn û li dijî Rêjma Sûriyê ev 7 salin şer dikirin bi itîfaqa kişandina wan ber bi Idlibê ve niha ber bi Bakurê Sûriyê de têne şandin. Itîfaqa ku hatiye danîn bi serkêşiya Rûsya ye.

Li gorî agahiyên herî dawî hate zanîn ku komên çekdar yên ku wekî terorîst di lîsteyên terorê de hatine hesibandin ji Feyleq ElRehman û ElNusra îro ji Xûtaya Rojhilat ji heremên ku bi serkêşiya Rûsyayê û itîfaqa bi Rêjîma Sûriyê lihevkirine, ji heremên wekî (Zemelka, Erbîn, EynTerma, Cober û Heza) ber bi Idlibê li Keleha ElMedîq hatine şandin û dê li Bakurê Sûriyê li Idlib û Efrînê werin bi cih kirin bê ku rastî ti lêpirsîn û şopandinê werin. Li gorî Televizyona Meyadîn ya bi ser Rêjîma Sûriyê ve hate zanîn ku hejmara çekdarên ku niha dê ji 5 heremên Xûtayê derkevin ji 4 heta 6 hezar çekdarî ji dervy malabatên wan e. Hate ragihandin ku niha bi qasî 105 hezar sivîlên ji wê heremê derketin û piraniya birîndar li xesteyên Rûsya yên meydanî têne derman kirin.

Hêjayî bi bîr anînê ye ku li Xûtayê 3 milyon kes bicih dibûn.

Bernberî Xûtayê Efrîn ji artêşa Tirkiyê re hate radestkirin, lewra hate xuya kirin ku ji bo ew kom ji heremên Rêjîma Sûriyê ango ji heremên Rûsya derkevin ber bi Efrînê ve hatin şandin û ev tê wê wateya cihên stratejî û giring ku ev 7 salin di destê wan komên çekdar de bû.

Hîn lihevkirin bi serkêşiya Rûsyayê didiomin

Di nav komên ku li Xûtayê bi cih didbin de Ceyş ElIslam jî heye, li gorî ku hate zanîn ji heremên ku wê ElNusra û Feyleq ElRehman derkevin koma Ceyş ElIslam derneketiye û hate zanîn ku hin şertên vê komê bi Rûsyayê re hene. Li gorî çavkaniyên ji Pira Heresta ku navenda veguhestina komên ku dê berê xwe bidin Idlibê ye hate zanîn ku Ceyş ElIslam daxweaz kiriye ku polîcên Rûs derbasî cihên lihevkirinê bibin.

Li gorî çavdêriya Sûriyê hate eşkere kirin ku mezintirîn itîfaq niha di navbera Ceyş ElIslam û Rêjîma Sûriyê de tê nîqaşkirin, hate ragihandi ku Ceyş ElIslam bernaberî serbestberdana bi hezaran esîrên di zindan ElTewba de daxwaz kiriye ku Rêjîm Sûriyê bi hezaran birîndar û kesên rewşên awarte û nexweş ji bo dermankirina wan werin derxistin û ev yek bi garantiya Rûsyayê pêk were.

Çavdêriyê tekez kir ku ji 15 adarê de 132 hezar sivîl ber bi Xûtayê li heremên di bin serweriya Rêjîma Sûriyê de derketine û hate eşkere kirin ku hîn 37 hezar sivîl li bajarokên KeferBetna, Eyn Terma û Seqba mane.

Karwanê destpêkê gihişte Keleha ElMedîq

Bi derxistina karwanê destpêkê ji komên Feylef ElRehman û ElNusra bi malbatên wan re hate ragihandin ku ji noqteya Abrîn ku di serî de li Cisir Heresta kom dibûn û ber bi keleha ElMedîq li gundewarê rojavayî parêzgeha Hemayê ve diçûn gihişte wir.

Rûsya û Tirkiyê li ser noqteyên temas lihevkirine

Hate ragihandin ku piştî îlankirina dewleta Tirk temamkirina operasyona dagirkirina Efrînê li heremên başûrê Efrînê û gundewarê wê serweriya xwe berfirh dike.

Tirkiyê bi dagirkeriya xwe li ser Efrînê gefên dagirkirina TilRefet jî xwar lewra niha ji aliyê artêşa Tirk dagirkirina heremên başûrî Efrînê tê kirin û hin agahî jî dibêjin ku Til Cemal jî di hesaban de ye. Li gorî agahiyên ku Televizyona Meyadîn eşkere kiriye hate ragihandin ku li gundên Kebaşîn, Kefer Nebo, Birc Heyder, Birc Silêman, Birc Heyder, Kîmar û Birad rawestiya ye ku herî dawî jî niha artêşa Tirk li ElEqîba başûrî Efrînê Bes ElHaya her wiha dê ber bi aliyê Qîbar û Terenda ve biçe.

Hate eşkere kirin ku Tirkiyê li noqteyên Celbel, Meryemîn û Ebîn noqteyên temasê bi artêşa Sûriyê re daniye. Her wiha di agahiyên leşkerî ku ji heremê têne belav kirin de hate ragihandin ku niha li ser xalên Meyase, Birc ElQas, Başimra û Keldanî ku bi qasî 6 km dûrî bajarokên Nibil û Zehra ne xalên temasê di navbera artêşa Rêjîmê û Tirkiyê de hatine danîn.

Li Efrîn pêvajoya êrîşê didome

Di 18 adarê de ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên ASA’yê ve dagirkirina Efrînê hate ragihandin û li gorî ku hate îdaa kirin Efrîn bi temamî ji serweriya Hêzên YPG, YPJ û QSD derketiye. Li gorî agahiyên ku hatine zanîn di nava 3 rojên borî de ji aliyê hêzên Efrînê ve zêdetirî 60 kuştiyên artêşa Tirk û komên girêdayî wê çêbûne ku herî dawî jî çalakiya ku li Sîba nêzî qada Kawa ya navenda Efrînê li dijî çekdarên Feyleq ElŞam û Ehrar ElŞerqiye hate pêk anîn 19çete hatin kuştin û 4 wesayît hatin rûxandin.

Her wiha ji aliyê dezgehên çapemenî ve hate weşandin ku li Mabata û Cindidrêsê çalakiyên bi bandor ji aliyê hêzên YPG ûYPJ ê tê lidarxistin.

25.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً