LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Kampeya Fafînê ji bo Efrîniyan tê amadekirin, pêwîstî bi alîkariyê heye

Kampeya Fafînê ji bo Efrîniyan tê amadekirin, pêwîstî bi alîkariyê heye

NAVENDA NÛÇEYAN – Alîkariya destpêkê gihîşt destê Efrîniyên ji ber êrîşên dewleta Tirk bi neçarî xwe spartine Kantona Şehbayê. Wesayîtên dermanan yên ji bajarên Rojava, Bakurê Sûriyê û herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê hatibûn berhevkirin gihîşt Kantona Şehbayê. Hevserokên meclîsa Şehbayê gotin ku ti alîkarî ji aliyê mûnezemeyan nehatiye kirin.

Operasyona artêşa Tirk a li dijî herêma Efrînê bi sed hezaran sivîl rastî xeterî û tehdîdê hatin. Artêşa Tirk ji ber topbarana navenda bajrê Efrînê û talankirina heremê gel mecbûr kir ku ji bajar derkeve û ber bi Şehbayê ve koç bike. Li gorî agahiyên ji herêma kantona Şehbayê ya bi ser herêma Efrînê de hate zanîn ku niha bi sed hezaran sivîl pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. 

Heyva Sor a Kurd kete tevgerê, mûnezemat jî nalivin

Alîkariya destpêkê ji bajarên Bakurê Sûriyê, Nûnertiya Heyva Sor a Ewropa û herêma Germiyanê ya Başûr ve ji bo sivîlên Efrînê hatiye şandin. LI gorî agahiyên ku hatine zanîn heta niha 3 TIR derman, 32 TIR alavên xwarin û vexwarinê, cil, balfi û kon hatine şandin. Di cara duyemîn de Heyva Sor a Kurdî ragihand ku alîkarî ji 19 kemyon û nexweşxaneyên gerok û xwarin û vexwerin û alîkariyên tenduristî pêk tê,ku ji komîn û meclîsên navxweyî û eşeyîran û Heyva Sor û kermiyanê ya başûrê Kurdistan hatibûn kom kirin û ji bo gelê ku ji Efrîn ê reviyane û koçber bûne re şandin.

Şaredariya Şehbayê dest bi avakirina Kampê kir

Şarederiya Şebhayê bi pêdiviyên xwe yên kêm dixebitin ku kampekê ji nûştecihên ku ji bin top û bombebaranên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê reviyane çêkin. Piştî ku Efrîn ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve talan bû, welatî hemû ji malên xwe belav bûn û gelek ji wan berê xwe dane Şehbayê ji ber ku Şehba ji xwe re wek ciheke aram dîtin. Şaredariyê biryar da ku li Fafîn ê kampekê çêkin ku 3`hezar kun li kampê daynin. Hevserokê Komîteya Şaredariyê ya Şehbayê Mihemed Elo ragihand ku heta niha ti alîkarî ji Rêxistinên Mirovahî û Navneteweyî ne hatine ji mere û bang li hemû Rêxistinan kir ku destek bidin wan ku kampê bi serî bikin û daxwaza pêwîstiyên xwerin û vexwerin ê kirin ji ber ku Gelê ku ji Efrîn ê reviyane li hemberî karîseteke însaniyê ye.

Meclîsa Tendirustiyê ya Efrînê û Meclîsa Tendirustiyê ya Şehbayê ji bo sed hezaran Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê koçî Şehbayê kirine, li bajaroka Ehresê daxuyaniyeke hevpar dan. Gelek xebatkarên tendirustiyê û endamên Heyva Sor a Kurd tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Dr. Azad Sebrî têkildarî Efrîniyan agahî da yên ku ji warên xwe koç kirine. Sebrî got ku, “Ji ber ku qetilkirina sivîlan zêdetir bû, bi sed hezaran kesan ji Efrînê koç kirin û hatin Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê. Di rê de jî gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û hema li wê derê hatin veşartin.”

Sebrî diyar kir ku kesên koç kirine li herêmê di nav şertên dijwar de dijîn û derfetên wan ên xizmeta tendirustiyê û dayîna dermanan jî têr nake. Sebrî got ku, “Bi sed hezaran kes li herêma Şehbayê û gundên wê li ber xwe didin. Pêdiviya bingehîn ava paqij û derman e. Di warê malzemeyên tibbî de jî kêşeyên cidî hene.” Sebrî diyar kir ku ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî wan tu alîkariyên tibbî û dermanan wernegirtine û bang kir ku pêdivî malzemeyên tibbî û dermanan heye.

26.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً