LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / ‘Sûriya perçekirî’ di nava du agiran de ye
Optimised by Bayyraq.com

‘Sûriya perçekirî’ di nava du agiran de ye

NAVENDA NÛÇEYAN- Hesabên dewletên ku ketina nava kirîza Sûriyê de her dem xwedî bandorin. Sala 8’mîn ji şerê li Sûriyê tê planên dewletên bi bandor di nava pêşbirgê de ne. Ji aliyê Rûsya ve daxuyaniyên gefxwarinê û ji aliyê Amerîk ve jî bi bêdengiya beriya bahozê gavên mezin dê derkevin holê.

Gaza ku Amerîka bera nava Sûriyê da dest bi şewateke pir mezin kir bi taybet piştî daxwaza wê ku derba li hin noqteyên Esed bixîne.

Daxuyaniyên gefxwarinê destpêdikin

Di nava van bûyerên dawî yên li Sûriyê diqewimin de daxuyaniyên Serokê Sûriyê Beşar ElEsed û Serokê Rûsyayê Filadîmir Putîn derdikevin ser esman û tê xuya kirin ku sala 8’mîn ji kirîza Sûriyê dê pir guhertin û kuştinê bi xwe re bîne. Di daxuyaniya Putîn de wiha hate gotin: “Em ji daxuyaniyên Tramp ne rehetin û eger ew şaş bibe û nêzî hevalbendên me bibe emê bi rengekî hişk bersiva êrîşa wî bidin û bila ew bizane ku hejmarek musteşarên me li Sûriyê hene û pêwîste jiyana wan nekev xeteriyê”. Di şîroveya daxuyaniya Putîn de tê dîtin ku di nava van çend heyvan de wê Amerîka derbeyeke xurt li Sûriyê bixe û ne tenê ev jî, ji ber ku li gorî Putîn hate destnîşan kirin ku Wezareta Parastinê ya Sûriyê jî yek ji noqteyên ku wê rastî derbeyê were û ev yek metirsiyekê pir mezin li gel Rûsya derdixe.

Rûsya piştî qezenckirinê di tirsa parastinê de ye

Metirsiya Rûsiya tenê ji yek bendê tê û ew jî rewabûna derba Amerîkayê ye ji ber ku li gorî Serokerkanê Rûsyayê Falîrî Xirasîmof hate ragihandin ku piştî wan Xûtaya Bakûr paqijkirine navendeke çêkên Jehirkirî hate dîtin û got: Ew ditirsin ku Emerîka vê yekê li dijî rêjîma Sûriyê bikarbîne û bi vê yekê êrîşa xwe li ser Sûriyê rewa bike.

Rêveberiya Rûsyayê bi gitşî dizane ku eger Sûriyê derbe xwar wê ne wek ya bargeha Şi’êrat be lê wê gelek Musteşarên Rûs jî tê de bimrin û li ser vî esasî Putîn di gotina xwe ya salane de ragihand ku Rûsya wê ne tenê bersiva êrîşa li ser xwe bide lê ewê bersiva êrîşên li ser hevalbendên xwe jî bide û ew bi vê yekê Esed û Kûriya Bakûr qesid dike û eger êrîş hat kirin wê leşkerên Amerîkî û bargehên wan yên li Başûr rojhilatê Sûriyê hedef bigre.

Amerîka di bêdengiya beriya bahozê de ye

Tê pêşdîtin ku êrîşa Amerîka li Sûriyê ne tiştekî pir zehmete ji ber ku Serokê Amerîkayê Tramp bi dînîtiya xwe tê naskirin û binavkirin mînaka wê jî guhertina Serokê Wezareta Derve Rêks Tilîrîson di nava şevekê de bû û hate eşkere kirin ku heta berî ku Mala Spî li ser vê yekê daxuyanî bide Tramp li ser Tiwîtera xwe ya şexsî ev yek ragihand.

Ji aliyê xwe ve Berpirsyarê kirîza Sûriyê li Netewên Yekbûyî UN Ixland ragihand ku sala 8’mîn li Sûriyê wê bi kuştinên pir mezin derbeas bibe û li ser vê yekê tekez kir.

Di dawî de û li gorî van daxuyaniyên têne eşkerekirin her wiha li gorî bûyerên herî dawî ku piştî proje û planên Amerîka ne gihiştin serî û ev jî li ser hesabê Îran û Rûsya, niha Amerîka vê yekê ji xwe re qebûl nake û ji qezenckirina hin deverên dîtir li Sûriyê wê gavên pir mezin bavêje û roj wê vê yekê ji me re bêhtir zelal bikin.

(Ciwan Baran)

26.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً