LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Jinên Rojhilatî yên li Stockholmê piştgiriya Efrîn kirin

Jinên Rojhilatî yên li Stockholmê piştgiriya Efrîn kirin

NAVENDA NÛÇEYAN -Tevgera Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) tevî Komîteyên Rojava li paytexta Swêd Stockholmê ji bo gelê Efrînê çalakiyeke piştevaniyê li dar xist.

Ji êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê, li Ewropa û her parçeyekî kurdistanî çalakiyên şermezarkirina vê êrîşê her wiha piştevaniya gelê Efrînê têne lidarxistin.

Tevgera Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) tevî Komîteyên Rojava li paytexta Swêd Stockholmê ji bo gelê Efrînê çalakiyeke piştevaniyê li dar xist. Çalakiya jinên ji Rojhilatê Kurdistanê li maleke jiyana kolektîf a li taxa Skarpnäckê pêk hat.

Endamên Komîteyên Rojava Scapa Strömdahl û Lilly Abrahamsson ku gelek caran çûn Rojava û li wir kar kirin, bi rêya wêneyan qala rêveçûna kantonan kirin û li ser gundê jinan Jinwar agahî dan.

Ji KJAR’ê jî Vijan Alipour bal kişand ser konfederalîzma demokratîk ku sîstema Rojava li ser wê bingehê ava bûye û der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan agahî da beşdaran.

Strömdahl, Abrahamsson û Alipour êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Efrînê jî nirxandin. Alipour welatên Yekîtiya Ewropayê rexne kir, ji ber ku alîkariya madî didin dewleta Tirk a dagirker. Her wiha hikumeta Swêdê jî rexne kir ku bi rengekî vekirî dagirkirina Efrînê şermezar nake.

Abrahamsson jî anî ziman ku çekên Elmanya, Îngilîstan û welatên din ên Ewropayê ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Kurdan tên bikaranîn û ji wleatên Ewropayê xwest ku firotina çekan ji Tirkiyeyê rawstîne.

Strömdahl jî bal kişand ser gefên Erdoğan ku li kantonên din jî dixwe û destnîşan kir ku ji bo pêşî li Erdoğan were girtin divê gaveke xurt bê avêtin.

27.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً