LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Li Bakistanê tecawiza tol a jinan hêjî tê kirin

Li Bakistanê tecawiza tol a jinan hêjî tê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bakistanê tecawiza tol ji aliyê mecliseke kevneşop û ne qanûnî ku der heqê keçên temen biçûk de biryara tecawizê didin hate girtin. Keçên Bakistanî di temnên pir biçûk de rastî tecawizê tên û ev yek jî vedgere gendeliya ewlekariya Bakistanê û lewaztiya xizmeta dadwerî.

Li Bakistanê tecawiza jinan wekî tolhildan tê kirin

Li Bakistanê ku di nav xwe de 100 milyon nifûs digre li gundewarên wê li piraniya gundên ku xizmetên dozgerî tune ne bi adetên malbatî û kevneşopî pirsgirêkên xwe çareser dikin û di encama vê yekê de pirsgirêka herî mezin a ku bi sedan jin dibin qurbanî wê heye.

Li gelek gundên Bakistan ku di aliyê dozgerî û dadwerî ve lewaze her wiha ku di aliyê xwe yê darizandin û hesabkirinê de ji aliyê Asayîşê de lewaz e doza tecawiza jinan wekî tolhildan pir zêde ye, ku encûmeneke ne qanûnî bi navê (Binşiyat) an jî (Cerxa) pirsgirêkên gundan digre dest û biryarê dide.

24 endamên meclisa gundan biryara tecawiza keçeke 16 salî didin

Asayîşa Bakistanê 24 kes ji wan endamên meclîsên gundan ku ji 27 kesî pêk tê, kesê temen mezin û mirovên malbatekê ku biryara tecawiza keçekê 16 salî dane girt û niha di lêpirsînê de ne.

Asayîşa Bakistanê diyar kir ku kesên hatine girtin ji malbatekê ku keça wan a (12) ji bajarê Meltan yê Bakistanê hatiye tecawiz kirin û biryara tolhildanê dane ku malbata keça ku hatiye tecawiz kirin keça (16) beranberî tecawizkirina keça ji malbata wan were kirin.

Zabitê Asayîşê Remet Elî eşkere kir ku kesên hatine tûhmet kirin hatine dadgeh kirin û dê Asayîş heta heftiyekê bi wan re lêpirsînê bike û heta ku kefaletê nedin ewê neyên berdan.

Kesê bi navê Wesîm Sa’îd ji bajarê Bîrmhel ku keç tecawiz kiriye ji malbatê efo xwest û herdu alî li ser şertê tecawiz kirina xweişka Sa’îd lihevkirine.

Ji aliyê xwe ve Mihemed Bîlal ku ji malbata keça duyemîn a qurbaniya kevneşopiya ye ji ajansa Firans prees re axavî û destnîşan kir ku ji dervey vê em nikarin nakokî û pirsgirêkan çareser bikin ji ber ku adetên me wiha ne.

Jinan hesab xwest!

Ji aliyê herdu keçên temen biçûk ve ku bûne qurbaniya biryarên meclîsa ne qanûnî ku zilaman sereke digre dest û ji wan re her tiştî mosoger dike ji Navenda Taybet a Jinan dawetname rakirine û daxwaza hevpeyîvîna bi Serokê Hikûmeta ElBencab Şehbaz Şerîf kirine. Hate eşkere kirin ku dê herdu qurbanî hesabê ji vê meclisê bixwazin û bi yaysayên navdewletî werin dadgeh kirin.

Hêjayî bi bîr anînê ye ku tecawiza ku wekî tolhildan li hin deverên wekî Bakistan tê kirin di Hevpeymanên navdewletî de qedexe ne û cezaya wê heye.

Rojane 8 jin bi tecawiza tol têne tecawiz kirin

Li gorî belge û lêkolînên ku ji aliyê Netewên Yekbûyî û navendên Jinan û mafê mirovan li Bakistanê derketine hate zanîn ku li gorî lêkolîna sala 2010 û bîlançoya ku bi hejmarên pir kêm ku ketine destê wan de 928 rewşên jinên ku bi tecawiza tol hatine tecawizkirin hatiye belgekirin.

Ji aliyê xwe ve Komîteya Mafê Mirovan a serbixwe li Bakistanê di rapora xwe ya salane ya sala 2009 an de eşkere kir ku li Bakidtanê 2,9033 jin ku temenê wan ne gihiştiye têgihiştine hatine tecawiz kirin. Komîteyê destnîşan kir ku rojane bi qasî 8 jinan têne tecawiz kirin.

Mûnezemeyan destnîşan kirin ku ev keçên têne tecawiz kirin temenê wan ji 9 salî û bi jor de ye.

Doza tecawiza jinan tê veşartin

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Mûnezemeyên mirovî têne eşkere kirin hejmara di destê wan de bi şêwazên pir zehmet bidest dixin. Mûnezemeyên mafê mirovan destnîşan dikin ku ji ber gelek sedemên civakî her wiha gendeliya di nava ewlekariya Bakistan de ev doz nayên piştrast kirin û têne veşartin. Li gorî zanyarên ku hatine belavkirin hate tekez kirin ku ji aliyê Asayîşa Bakistanê ve darizandin pir lewaze û ew jî vedgere sedema gendeliya di nava saziyên ewlekariya Bakistanê de, ji ber ku gelek dozên tecawizê bê hesab û bi pereyan têne girtin.

Ji aliyê civakî ve jî ev yek wekî meseleya şeref tê hesibandin lewra ji nava civaka Bakistanê tê gotin ku ew dernaxin da ku malbatê teşhîr nekin û bi vê yekê mafê jinan têne bin erd kirin.

(Rêvana Mêrxas)

27.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً