LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Kefernaya civîna Til Rifatê: Rûsya destûr da Tirkiyeyê?

Li Kefernaya civîna Til Rifatê: Rûsya destûr da Tirkiyeyê?

NAVENDA NÛÇEYAN – Tayîp Erdogan ku piştî Efrînê Til Rifat anî rojevê, bênavber îşareta êrîşê dide. Li Til Rifatê ya ku leşkerên Rûsya û rejîmê jî lê hene, pirsa ku gelo dê ji Til Rifatê re jî wek e Efrînê “Erêkirin” derkeve li benda bersivê ye, derket holê ku şandeyên Rûsya û Tirkiyê, li Keferneyê “Civîna Til Rifat” lidarxistiye.

Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ku di 6’emîn Kongreya Bajarê Trabzonê ya partiya xwe de axivî û bi gotina “Em dê di demek kurt de Til Rifatê jî bixin bin kontrola xwe de û operasyona xwe bigihijînin armancê” çavên her kesê zivirand ser Kantona Şehba ya Bakûrê Sûriyê.

Rewşa Erdnigarî

Şehba, şûnwarê herî rojavayê Bakurê Sûriyê ya kurd û ereban, heremeke di navbêra Efrîn û Kobanê ya rojavayê Çemê Firatê de ye. Li Şehbayê ku berê wek îdarî girêdayê welayeta Helebê bû, şûnwarên Cerablûs, El Raî û Ezaz, bi rêzê ji rojhilat ber bi rojava ve Tirkiyê, seranserê xeta sînorê Bakûre Sûriyê, li başûrê Minbicê, Cerablûs; El Bab, El Raî, li başûrê Ezazê jî Til Rifat, Marê û Exterîn heye.

Navenda gelan û baweriyan

Di Şehba ya ku li bakurê Helebê ya demek dirêje peytexta bazirganiyê ya Sûriyê û Rojhilata Navîn bû dikeve, Ereb, Kurd, Tirkmen, Çerkez, kêm be jî Ermenî û komên baweriyên cur be cur bi hev re dijîn.

Xeleka kemerê

Ev herêm, di heman demî de di salên 1960’an de ji aliyê serokê dewleta Misirê ya wê demê Cemal Abdulnasir ku ya Sûriyê û Misirê di bin navê “Komara Ereb a Yekbûyî” gihiştandibû hev, xistibû rojeva xwe lê piştî ew yekbûyîn ji hev belav bû, Partiya Baas polîtîkaya “Kemera Ereban” xistibû meryetê. Kurdên ku ji avabûna Sûriyê şûnde nêrîna otonomî û federasyonê diparêzin, ji bo şûnwarên wan ji hev karibin cuda bikin yek ji herêma din ku polîtîkaya Kemera Ereban hatibû meşandin Til Ebyad (Girê Spî) ye ku di navbêra herêma Cizîrê û Kobanê de ye.

Bi Kemera Ereban re Şehba ew dem di navbêra 200-250 gundan de hin gundên nû hatin avakirin û nifûsa ereban di van deran de hatin bi cih kirin. Bi avakirina şûnwarên nû û li hin gundên kurdan nifûsa ereban bicihkirinê re hejmara gundên Şehbayê niha gihiştiye 400-450 gundan.

Qadên serweriyê

Niha jî heremên Şehbayê yên di 13’ê tebaxa 2016’an de Minbic, kanûna 2015’an de Tişrîn, Sibat a 2016’an de qesabayên Til Rifat û Arîma kete bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD). Li Minbic û Tişrînê ku leşkerên Amerîka jî hene, di heremên din de jî leşkerên rejîm û Rûsan hene. Li aliyê din jî, hin şûnwarên herêma Şehba yên weke El Bab, Qebasîn, Cerablûs, El Raî, Ezaz û Marê di bin serweriya komên girêdayên bi navê Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê yên girêdayê Tirkiye (Tugayên Sultan Murad, Ehrar El Şam, Feyleq El Şam, Lîwa Hemze, Lîwa 99, Feyleq 16, Cindul Aqsa û bi dehan komên biçûk mezin) de ye.

Rûsya û Rejîm wê destûrê bidin?

Kantona Şehba, di demên dawî de ji ber êrîşên Artêşa Tirk (TSK) û komên Artêşa Azad (ASA) ewqas nifûsa vê heremî Efrînî jî xwe spartin vê heremê. Serokê Giştî ya AKP’ê Tayîp Erdogan ku nîşanî Til Rifatê kir, vê yekê jî encax bi encax bi erêkirin û piştgiriya Rûsya dikare bike. Lê leşkerên rêjîm û Rûsya ku niha li Til Rifatê hene dê vê êrîşê erê bike an na hê zelal nebûbe jî Tirkiyê, ligel rêjîm û Rûsyayê êrîşeke wiha îhtîmalek biçûk heye.

Rewşa Efrîniyên ku xwe spartin Şehbayê

Yek riya Tirkiyê ku hin heremên Şehbayê dagir kiriye ji bo xwe bighîne Helebê di Til Rifat de derbas dibe. Her çiqas tê gotin ku Rûsya û rêjîm zehmet e rê bide Tirkiyê li nêzî Helebê serweriyê bike jî, lê ji ber helwesta wan a di mijara Efrînê de her îhtîmal li ser maseyê heye. Êrîşa îhtîmal a dewleta tirk li ser Til Rifatê ji ber dê li ser sedhezaran kesên ji Efrînê tahliyê Şehbayê bûne xeteriyek mezin çêbike, ev rewş dê di civaka navneteweyî de bê qebûlkirin an na ji niha ve wek pirsgirêkeke pir girîng derdikeve pêş.

Li Kefernayê civîn

Tam ev îhtîmal datanîn ser masê, ji qadê agahiyek girîng hat. Li gor agahiyan, li gundê Kefernayê ya li bakurê Helebê dikeve û di bin serweriya rejîmê de ye duh 26 adarê şandeyên Tirkiye û Rûsya civînek çêkirin. Hat ragihandin ku di civînê de, li ser paşeroja Til Rifat nîqaş hatiye kirin. Rûsya di vê mijarî de “gohê Tirkiyê kişand” an jî êrîşê erê kir, dê di rojên pêş de bi gavên bên avêtin de zelal bibe.

27.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً