NAVENDA NÛÇEYAN- Ji piştî bidestxistina dewleta Trikiyê û komên ASA yên girêdayî wê herêma Efrînê nehatine parastin ji çalakiyên YPG/YPJ’ê li Efrînê. Rojane çalakiyên YPG/YPJ li ser çapameniyê de tê belavdibe. Her wiha bakurê Sûriyê hîn ji mayinên DAIŞ xelas nebûne.
Çalakiyên dijî TSK û ASA’yê li Efrînê
Di 24’ê Adarê de
Şervanên YPGʹê çalakiyeke taybet li dijî koma çekdar ya Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk li herêma pîşesazî (Sînaa) ku li bajarê Efrînê bi cih dibin pêk anî. Di encam de 19 çekdarên Feyleq El-Şam û gelek çekdarên Ehrar Şerqiye hatin kuştin, 4 erebeyên wan ên leşkerî hatin rûxandin.
Di 26’ê Adarê de
Li navenda Efrînê di çalakiyek teqemenî li dijî artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayî wê pêk hat. Her wiha hate diyarkirin ku di teqînê de gelek leşkerên artêşa Tirkiyê mirin û birîndar ketin.
Di 27’ê Adarê de
Şervanên YPG/YPJʹê li taxên Zêdiyê, Mehmûdiyê û Şari El-Vîllat yên herêma Efrînê çalakiyên seûqast û teqandina baragehên çekdarên girêdayî dewleta Tirk ʺEl-Cebhe El-Şamiye, Ehrar El-Şerqiye, Eherar El-Şamʺ pêk anîn. Di encam de 16 çekdar hatin kuştin, zêdeyî 10 çekdaran birîndar bûn û du erebeyên leşkerî yên çekdaran hatin rûxandin.
Şervanên YPG û YPJ`ê çalakiyek li dijî artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayî wê li navenda bajarê Efrînê lidar xist. Di encamê de du leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Di 28’ê Adarê de
Artêşa Tirkiyê ciwanê bi navê Ebdulfetah Fihmî ku 18’e salî ye, ji bajarê Qamişlo ye. Ebdulfetah dixwest derbasî Tirkiyê bibe. Lê artêşa Tirkiyê li ser sînor ew dan ber işkencê û kêra. piştî wê ew bi fîşeka kuştin û nehiştin ku malbat cenazawî bigire.
Di 30’ê Adarê de
Du leşkerên NATO yên li Minbic bi cih dibin di teqînekê de hatin kuştin. Hate eşkerekirin ku di teqînê de leşkerekî Emrîkî û yek Birîtanî hatin kuştin û 9 jî birîndarin.
Êrîşên DAIŞ’ê li bakurê Sûriyê
Di 25’ê Adarê de
Li gundê Rawya yê girêdayî herêma Serêkaniyê, mayînek ku çeteyên DAIŞ`ê berê çandibûn bi du zarokên gund ve teqiya. Di encamê de her du zarokan bi navên Emar Îsmaîl El-Sûdan û Hisên Elî El-Selûm jiyana xwe ji dest dan.
31.03.2018
Rojev24