LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Efrînîyan ji Şehbayê bang li cîhanê kirin: Em dê dîsa li Efrînê vegerin

Efrînîyan ji Şehbayê bang li cîhanê kirin: Em dê dîsa li Efrînê vegerin

ŞEHBA – Nêzî 170 hezar welatiyên Efrînê yên ji ber êrişa balafir, tang û topan ji Efrînê hatin Şehbayê bang li cîhanê kirin û diyar kirin ku ew dê dîsa li Efrînê vegerin.

 

Tirkiye, di 20’ê Çile de bi hêza TSK û OSO li dijî Efrînê şer da destpêkirin. Şer û dagirkeriya Tirkiye ya li ser Efrînê 74 rojin berdewam dike. Tirkiye piştî bi balafirên şer Efrîn bombe kir, di roja 58’an de gelê Efrînê bajar vala kir û koçî herêma Şehbayê kirin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) 170 hezar welatiyên Efrînê koçî kampên herêma navbera gundê Fifinê û Wehşiyê kirin. Gelê Efrînê li kampa Berxwedan bi cih bûn û xebatên wan ên çêkirina kampê berdewam dike. Gelê Efrînê li 4 nahiyeyên Kantona Şehba û gundên wê bi cih bûn. Welatiyên Efrînê di nava şert û mercên zahmet de dijîn û  li dijî şert û mercên dijwar ên xwezayê têdikoşin. Welatiyên Efrînê bang li welatên cîhanê kirin û diyar kirin ku ew dê dîsa li axa xwe Efrînê vegerin.  

 

Serê xwe xistine bin xîzê

 

Welatiyên Efrînê diyar kirin ku li ser banga YPG/YPJ’ê bajar terk kirin. Welatiyekî kampê anî ziman ku heta niha şervanên YPG-YPJ’ê li dijî êrîş û zilmê li ber xwe da û wiha gotin: “Heta niha wan li dijî zilmê li ber xwe dan. Lê hemû mirovên behsa hiqûqê û mafên mirovan dikin hemû hêj di xewê de ne. Serê xwe xistine bin xîzê. Yên li kampê dijîn dayikên zarokên ku li dijî DAÎŞ, El Nusra li ber xwe dan û şer kirin in. Kesî alîkarî nekir. Her kesî serê xwe xist bin xîzê. Nabînin ku niha em di çi halî de ne. Li dijî vê yekê em dibêjin ‘Her biji YPG’ Em bi wan re ne. Em dê dîsa li Efrînê vegerin. Em Efrînê ji wan re nahêlin”

 

‘Em alîkariyê ji tu kesî naxwazin’

 

Rêveberê Kampê Ebdurehman Îbo, diyar kir ku piştî ji Efrînê hatin vir li vir kon vedan û wiha got: “Em ji bo gelê Efrînê yên di rêde mane û li derve mane dixebitin. Em ji tu kesî alîkarî û piştgiriyê naxwazin. Em têra xwe hene. Meclîsa gel a Şahba hêmbêza xwe li me vekir. Em niha mizgîniyê bidin gelê kurd iro nebe em dê sibê vegerin Efrînê. Bila fikarên tu kesî tune be. Em dê vegerin ser ax û zeytûnên xwe.

 

‘Zêdeyî 250 hezar mirov dijîn’

 

Hevserokê Meclisa Kantona Şehba Îmad Dawud jî diyar kir li ser perçeyek axa biçûk 170 hezar welatiyên Efrînê hatin bi cih bûn û tevî şêniyên Efrînê nifûs gihiştiye 250 hezar welatî. Îmad Dawûd,  anî ziman ku pirsgirêkên wan ên tenduristî, xwarîn û starê heye û wiha got: “Tevî koçberên Efrînê nifûs gihişt 250 hezar e. “Niha em 2 kampên nû çê didikin. Niha berî her tiştî pêdivî bi şîr, xwarina zarokan û amûrên tenduristiyê heye. Divê her kes vê rastiya Rûsya bibînin. Em dîsa dibêjin şîara me Berxwedan jiyane ye.

 

 

02.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً