LEZGÎN
Home / Nûçe / Guhertina Demografîk: Yên ji Gûtayê hatin tehliyekirin, li Efrînê bi cih dikin!

Guhertina Demografîk: Yên ji Gûtayê hatin tehliyekirin, li Efrînê bi cih dikin!

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi navbenykariya Tirkiyeyê komên selefî, çete û malbatên çeteyan yên ji Gûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin, bi cihkirina wan li Efrînê didiome.

Hate eşkere kirin ku endamên malbat û komên çeteyan yên wek El Nûsra, Ehrar El Şam û Feyleq ElRahman li malên Kurdan tên bicihkirin.

Bi navbeynkariya Tirkiyeyê, malbat û komên selefî yên ji Gûtaya Rojhilat hatin derxistin, li Efrîn tên bi cih kirin. Rejîma Sûriyeyê û Rûsya ya ku qada hewayî ya Efrînê ji Tirkiyeyê re vekirin, bi navbeynkariya Tirkiyeyê komên selefiyan ji Gûtaya Rojhilat derdixin. Endam û malbatên rêxistinên El Nusra, Ehrar El Şam û Feyleq ElRahman ên ji Gûtaya Rojhilat derxistin tînin li malên kurdan bi cih dikin. Komên ku xwe bi nav dikin ASA ev nêzî hefteyekê ye ji herêmê tên derxistin, destpêkê wan dibin Idlibê û piître jî dibin li Efrînê bi cih dikin. Li gorî çavkaniyên Rûsyayê nêzî 5 hezar kes ji Gûtayê hatine derxistin.

Wêneyên malbatên di bin kontrola rayedarên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de hatin derxistin hatin zanîn. Malbatan, diyar kirin ku komên Ehrar El Şam ên malbatên anîn Efrînê, didin şer kirin. Malbatan, dan zanîn ku ji Gûtaya Rojhilat malbatan tînin Îdlîbê û bi ser navçeya Cindirêsê re derbasî Efrînê dikin. Ev plan di çarçoveya hewldanên Rûsya û Tirkiyeyê ya ji bo guhertina demografiyayê tên kirin.

Hat zanîn ku wê mafê komên ji Gûtaya Rojhilat anîn Efrînê û leşkerên artêşa Tirkiyeyê wê yek bin. Bi taybetî wê ji bo komên Ehrar ElŞam ên li Efrînê didin şer kirin mûçe bê girêdan, tazmînatê bidin malbatên kesên dimirin. Ji bo di medyaya nêzî hikûmeta AKP’ê de jî, mijara mûçe û tazmînat dayînê tim tê ser ziman.

Malbatên komên çete li Efrîn tên bickirin

Çavkaniyên herêmî eşkere kirin ku komên çete yên ASA’yê bi destûra Tirkiyê û bi armanca guhertina demografîk li Efrînê piştî ku niştecihên wê hatin koçkirin, malbatên komên çete yên ku di itîfaqa bi rêjîma Sûriyê û garantiya Rûsyayê ji heremên Sûriyê bi taybet Gutaya Rojhilat hatin derxistin li Efrînê tên bi cih kirin. Çavkaniyan dane zanîn ku li gundê Atmana 15 malbatên çeteyên ASA ku li Efrînê şer kirine hatin bi bic kirin. Çavkaniyê herêmî tekez kir ku li gundê Coqa ya Mabatayê ji aliyê çeteyan ve hate paqij kirin û hemû niştecih jê hatin derxistin ku malbatên çeteyan lê bic bikin.

Hate destnîşan kirin ku malbatên niştecih yên Efrînî bi zorê û gefan ji malên xwe têne derxistin. Li gorî agahiyên herî dawî hate zanîn ku li gundê Qermitliq yê girêdayî navçeya Şiyê malên niştecihên Efrînî yên bi navê Hisên Dawid, Henîf û Dawid Kurdî ji aliyê ASA’yê ve hate vala kirin û niha ew di wan malan de dimînin.

03.04.2018

Rojev24

Check Also

Erdogan ketiye metirsiyê û bi Babacan û Dawid oglo re ketiye têkilyê

Nivîskara rojnamevan Ozlîm akarso tşalîk diyar kir ku Serokê Turkiye Recep tayyp Erdogan komîteyeke ku …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *