LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Çalakiyên YPG/YPJ’ê li Efrînê

Çalakiyên YPG/YPJ’ê li Efrînê

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî ku hêzên YPG biryara valakirina Efrînê ji sivîlên li Efrînê di 16’ê Adarê de girt. Fermandariya YPG ragihand ku dê dest bi qonaxek nû di şerê li Efrînê bikin. Fermandariyê ragihand ku dê dest bi şerê gerîlatî bike. Her wiha sivîlên bakurê Sûriyê hîn ji ber bermahiyên DAIŞ’ê li ber xwe dide.

Çalakiyên YPG/YPJ li Efrînê

Di 28’ê Adarê de

Artêşa Tirkiyê ciwanekî bajarê Qamişlo li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de girtin . Leşkerên Tirk wî ciwanî işkence kirin, bi kêra lêdan û dawiyê jî gulebaran kirin.

YPG/YPJ‘ê li ser riya Cindirês – Efrîn li dijî kombûneke leşkerên artêşa Tirk çalakieyek lidar xist, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û kêmanî 6 jî birîndar bûn.

YPG/YPJʹê li gundê Dîkê ya navçeya Racoyê ya herêma Efrînê çalakiyeke taybet li dijî baragehên çekdarên girêdayî dewleta Tirkiyê pêk anîn. Di encamê de 7 çekdar (di nav de serkêşekî El-Cebhe El-Şamiye hat kuştin) hatin kuştin.

Di 30’ê Adarê de

Fermandariya YPGʹê diyar kir ku şervanên YPG/YPJʹê li navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê li dijî artêşa Tirk çalakî kir. Di encamê de tankeke dewleta Tirk hat teqandin û 4 leşker hatin kuştin.

Di 31’ê Adarê de

Li gundê Dêr Sewan ê navçeya Şera ya herêma Efrînê, bargeheke koma çekdar ya bi navê “Sultan Mûrad, ji aliyê şervanên YPJ û YPG‘ê ve hate teqandin. Bi kêmanî 30 çekdar ku di pargehê de bûn hatin kuştin.

Şervanên YPG/YPJ`ê li ser rêya di navbera navçeya Şera û navenda Efrînê de çalakiyek lidar xist. Di encamê de 7 çekdarên girêdayî dewleta Tirk hatin kuştin.

Di 1’ê Nîsanê de

Şervanên YPG/YPJ`ê du çalakî li dijî komên çekdar yên girêdayî dewleta Tirk li navenda Efrînê lidar xistin. Di encamê de 12 çete hatin kuştin.

Di 2’ê Nîsanê de

Şervanên YPG/YPJ’ê li navenda bajarê Efrînê li dijî erebeyeke leşkerî ya dewleta Tirk çalakiyek li dar xist. Di encamê de erebe hate ruxandin û leşkerên têde hatin kuştin.

Di 3’ê Nîsanê de

Artêşa Tirkiyê hemû cihên pîroz ên Êzidyan li kantona Efrînê rûxandin, herwiha 16 welatiyên Êzidî jî revandin.

Fermandariya YPG`ê diyar kir ku operasyona artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayî wê li ser Raco û sêgoşeya Bilbilê-Şera-Mabata bê encam ma û paş de vegeriyan.

Êrîşên DAIŞ’ê

Di 30’ê Adarê de

Du leşkerên girêdayî Hêzên Koalîsiyona Navnetewî li Sûriyê di encama teqîna bombeyek ku bi destan hatibû çêkirin hatin kuştin û her wiha 5 leşkerên din jî birîdar bûn.

Di 2’ê Nîsanê de

Du çekdarên ne nas du bombeyên deng avêtin bin konê sersaxiyê yê li bajarê Reqayê. Di encamê de 17 welatî birîndar bûn.

17.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً