LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Dewleta tirk di Efrînê de 15 biryarên NY bin pê kir

Dewleta tirk di Efrînê de 15 biryarên NY bin pê kir

NAVENDA NÛÇEYAN– Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayên wê li Efrînê bi kiryarên weke komkûjî, bikaranîna çekên qedexekirî, biçek kirina zarokan jî di nav de heyî 15 biryarên NY binpê kiriye. Ligel vê yekê jî saziyên mafên mirovan ên navnetewî bêdengiya xwe didomîn in.

Dewleta tirk û komên girêdayên wê yên di bin navê Artêşa Sûriya Azad (ASA) ku di 20’ê çileyê de dest bi êrîşê kiribû û hêj jî berdewam dike de, di encama bombebarana balafirên şer, top, obusan û hemû cure teknîkên şer hatî kirin de piraniya wan jin û zarok nêzî 500 sivîl jiyana xwe ji dest dan, hezar kes zêdetir birîndar bûn, cihên dîrokî, mizgeft, dêr, dibistan, îstasyonên avê di nav de cihên çavkaniyên jiyanî, sewal, mal, bax û bexçeyên gelê Efrînê hatin wêrankirin û talankirin.

Tirkiyê di êrîşa li Efrînê 15’e birayrên NY binpêkir

Dewleta Tirkiyê di êrîşa li ser Efrînê 15’e qanûnên hevpeymaniya Netewên Yekbûyî bin pêkir. Dewleta Trikiyê li hember berxwedana dijwar ya gelê herêma Efrînê ji binketina xwe metirsiyek jiyandikir lewra hemû teknîka xwe ya pêşketî ya NATO’yê bi kar anî. Ev yek bû sedema komkujiya û binpêkirina qanûnên navnetewî yên şer.

Biryarên ku dewleta tirk di şerê Efrînê de binpêkir wiha ne:

1- Tirkiyê qanûna 2131 ya Berfenbara 1965’an de, qanûnên 9, 39 û 103’ê yê Berfenbara 1981’an ya hevpeymaniya NY binpêkir ya ku dibêje’’ çênabe tu dewlet tevlî karûbarên dewletek dîtir bibe û serxwebûn û serweriya wê xerab bike’’. Lê Tirkiyê bi êrîşa li ser Efrînê serweriya axa Sûriyê bin pê kir.

2- Tirkiyê qanûna 2625 ya Cotmeha 1970’ê ya hevpeymaniya NY ya ku dibêje ‘’Divê ku qanûnên parastina têkliyên xweş di navbera dewletan de bê kirin’’. Lê Tirkiyê bê ku raya dewleta Sûriyê bixwaze derbasî Efrînê bû. Her wiha ji aliyê desthilatdariya Sûriyê ji dewleta Tirkiyê xwest ku hêzên xwe ji Efrînê vekişîne, lê Tirkiyê bêdeng ma li hember vê yekê.

3- Tirkiyê qanûna 2734 ya Berfenbara 1970’ê hevpeymaniya NY binpêkir ya ku dibêje ‘’Divê ku her dewlet li gorî hevpeymaniyê tev bigerin ji bo çerserkirina pisgirêkên nav xwe de da ku aramiya dewletan nexe xeteriyê de’’.

4- Tirkiyê qanûna hevpeymaniya NY ya hejmara 3314 ya sala 1974’an binpêkir ya ku dibêje ‘’Bi kar anîna çekê li hember dewletek dîtir dibe dagirkerî’’

5- Qanûna 2347 ji hevpeymaniya NY ji aliyê Tirkiyê hate binpêkirin ya ku dibêje ‘’Xereabkirina cihên dîrokî dibe Sûcên Şer’’. Artêşa Tirkiyê di 27’ê çileyê de cihê Dîrokî yê gundê Eyn Dara ya girêdayî navçeya Şêrewa topbarankir. Di encam de ziyanên mezin gihiştê. 

6- Tirkiyê rêkeftina sala 1954’an binpêkir ya ku dibêje ‘’Di dema şer de divê ku cihên dîroka çandî bê parastin. Her wiha mal û milkên sivîla bê parastin’’. Artêşa Tirkiyê di 22’ê Adarê de Dêra Sem’an ku di vî cihê dîrokî de pîrozgeha Mar Maron û dêra Cûlyanos ku ev dêr ji dêrên herî kevin di cîhanê de ku di sedsala 14’mîn berî zayinê hatiye avakirin ji aliyê artêşa tirk ve hate topbarankirin.

7- Dewleta Tirkiyê di bin sîwana qanûna 51 ji hevpeymaniya NY ya parastina rewa ji ber ku hêzên li Efrînê xeteriyekê li ser Tiekiyê dike. Lê tu rastiya vê yekê tune bû ji ber ku hêzên li Efrînê YPG/QSD ev 7 salê wê ku li Efrînê bi cih dibe tu carî êrîşî sînorê Tirkiyê nekirine.

8- Qanûna 17’mîn ya Brukselê ya sala 1874’an. Her wiha madeya 16’mîn ji protokola duyemîn ya sala 1977’an ji meclisa Ewlekarî ya ku dibêje ‘’ di topbarana bajarekî an di parastina wî de divê ku Cihên Îbadetê, huner û Zanizt bên parastin’’. Artêşa Trikiyê di 29’ê çileyê de Mizgefta Selahedîn Eyubî ya navçeya Cindirêsê topbaran kir. Her wiha di êrîşan de 24 dibistanên li gund û navçeyên Efrînê topbaran kir û hatin asta nayên bikaranîn.

9- Dewleta Tirkiyê Protokola sala 1977’an binpêkir ya ku dibêje ‘’ Di şer de divê ku zarok bên Parastin û rêzdayin li hember wan bê dayin di şer de’’. Lê dîmenên ku li ser çapemeniyê rojane di şerê Efrînê belavdibû ku zarok rojane dihatin qetilkirin ji ber topbarana deleta Tirkiyê û komên girêdayî wê. Her wiha li gorî daxuyaniya hevseoka meclisa Tendirustî ya Herêma Efrînê ku ji 20’ê çileyê de ta 17’ê Adarê de li gorî ku hatiye belgekirin 32 zarok hatin qetilkirin û 87 jî birîndar ketin. Lê ev hejmar ne hatiye tesbîtkirin ji ber ku hîn sivîl di bin avahiyên hilweşandiî hene.

10- Madeya 3, 4 ji pirotokola duyemîn ya sala 1977’an ya Meclisa Ewlekarî ya ku dibêje ‘’ Di şer de de dvê ku alîkariyên mirovî û Lênêrîn ji zarokan re bê pêşkêşkiein’’. Lê Tirkiyê di êrîşa xwe ya li ser Efrînê nehişt ku alîkariyên mirovî yen ku Heyva Sor şandibû Efrînê Tirkiyê nehişt ku bigihêje sivîla. Xaça Sor ya Navnetewî û Heyva Sor ya Sûriyê di 1’ê Adarê de karawanek alîkariyên mirovî şandin Efrînê lê li gundê Mêremîn ya navçeya Şêra rastî topbara artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê hatin.

11- Qanûna navdewleta ya sala 1989’an ku dibêje ‘’ Komên çekdar çênabe zarokên kêmî 18’e salî bên biçek kirin’’. Hêjayî gotinê ye ku li ser torên civakî wêneyên bi çek kirina zarokên kêmî 18’e salî belavbû. Her wiha ev yek li ser zimanê serkêşê Artêşa Azad Ziyad Hec Ibêd hate tekezkirin di dema axaftina wî li ser Rûdaw got ku zarokên 15’e salî perwerdeyan distînin.

12- Madeya 53 ji Protokola sala yekemîn ya sala 1977 ya Meclisa Ewlekarî ya ku tê de cihên qedexekirina topbarana wan eşkerkiriye:

a- Topbarankirina cihên dîrokî, Hunerî û cihê Îbadetê ku têne hesab çanda ciavkê. Lê dewleta Trikiyê ev qanûna binpêkir. Ji ber ku Mizgeft û dibistan topbarankir.

b- Bi kar anîna van ciha ji po piştgiriya operasyonên leşkerî.

c- Bi kar anîna van ciha ji bo êrîşa.

13- Dewleta Tirkiyê madeya 15’mîn ji pirotokola duyemîn ya zêde ko rêkeftinên Cinêf ya sala 1949’an ya ku dibêje ‘’ Cihên Endizyarî tevî avahiyên Elektronik yên xeter ( bendavên avê, Pir û Mehetatê Nûklerî ya damezrandina Elektrîkê, qedexeye ku bêne topbarankirin tevî ku ihtîmale ku ev cihana leşkerî be’’. Artêşa Tirkiyê ev biryar binpêkir. Artêşa Trikiyê di 21’ê çileyê de cênatorê mazotê yê bendava Meydankê topbarankir. Di encam de ziyayên mezin gihişt bendavê û ihtîmala hilweşandina wê lidare. Her wiha di 7 û 10’ê Sibatê de artêşa Trikiyê û komên girêdayê wê Meheta zelalkirina avê ya navçeya Şêra topbarankir. Hêjayî bîranînê ye ku artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê di 12’ê Sibatê de Meheta Kefer Sefrê ya avê navçeya Cindirêsê topbarankir.

14- Di 24’ê Sibatê de Mecilsa Ewlekarî biryarek bi hejmara 2401 ji bo agirbestekê bi dirêjkirina Mehekê li tevhaî Sûriyê de hate girtin. Lê Tirkiyê biryara agirbestê binpêkir û êrîşên xwe yên li ser Efrînê nerawestand.

15- Trikiyê di êrîşa xwe ya li ser Efrînê de çekên navnetewî de qedexekirî ne li dijî sivîlan bi kar anî. Di 26’ê Sibatê de artêşa Tirk li gundê Ernedê ya navçeya Şiyê çekên Kîmyasal bi kar anî ev yek bû sedem ku 6 sivîl jiyana xwe ji dest bidin û gelek birîndar çêbibin.

Bêdengiya dewletên navnetewî didome!

Binpêkirina Trikiyê ji biryarên NY li ser Efrînê, şermezarkirina gelê kurd li başûr, bakur, tevahiya Bakûrê Sûriyê û Ewrupa êrîşa dewleta Tirk û komên girêdayî wê li ser Efrînê şermezar kirin. Gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJ 58 rojan li hemberê êrîşên balafir, top, obus û hemû cure teknîkên şer ên dewleta tirk ku duyemîn dewleta ya NATO’yê de ye û bi piştgiriya Rûsyaye, dewletên Ewropayê yên bi bêdengî û çekdayîna dewleta tirk re, li berxwe dan. Ligel vê yekê di serî de NY ku qanûnên wê hatiye binpêkirin û hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hêj jî bêdengiya xwe didomîn in.

10.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً