LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Koçberên kampa Berxwedan di şertên zehmet de dijîn

Koçberên kampa Berxwedan di şertên zehmet de dijîn

ŞEHBA– Rewşa sed hezaran gelê Efrînê yên ku jı ber erîşên dewlata tirk û çeteyên wê koçber bûne. Divê bi lezgînî ji bo pêdivîyên jiyanî alikarî were kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di 20’ê Çile’yê de bi armanca dagirkirin û herêm bi temamî ji sivîlan were valakirin bi hev re êrişî Efrînê kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê ne exlaq û ne jî pîvanên şer nas nekirine. Li Efrînê jin, zarok, kal û pîr jî di navê de sivîlan kirin hedef. Bi bombekirina deverên sivîlan ewlehiya can û malên sivîlan hate tinekirin. Xanî, avahî, mizgeft, nexweşxane, bendav, kampên penabaran alîyê dewlata tirk ve hate hedef girtin bombebaran kirin, hemû mal û mûlkên welatîyên Efrînê tê dizîn û talan kirin. Di nava 2 mehan de zarok, jin û kal bêtirî 500 kesên sivîl hatine qetlkirin û bêtirî hezar kes jî birindar kirin.

Ji ber dagirkirina Efrînê sed hezaran welatîyên Efrînê ber êrişên hovane neçar man û koçber bûn û niha li hêrama Şehbayê de di bin şert û mercên dijwar de dijîn.

“Kampa Berxwedanê” hat avakirin

Rêvebira “Kampa Berxwedanê” anî ziman ku pêdiviyên taybet ên koçberên kampê hene û got divê rêxistinên jinan û rêxistinên alîkariyê vê bêdengiya xwe bi dawî bîne û were li kampê lêkolînê bikin.

Ji ber êrîşên dewleta tirk bi sedhezaran gelê Efrînê mecbûr man ku koçî Şehbayê bikin. Ji bo pêdiviyên gel bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Efrînê û Kantona Şehbayê “Kampa Berxwedanê” hat avakirin. Cihan Muhammed a ku di rêveberiya kampê de cih digire bal kişand ser pêdiviyên gelê Efrînê û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan rexne kir.

‘Me 700 kon vegirt’

Cîhanê behsa berxwedana gel kir û bi bîr xist ku gelê Efrînê mecbûrî koçberiyê hatiye kirin û got:”Gelê ku bi komkujiyê rû bi rû man berê xwe dan Herêma Şehbayê. Li vir hinekî gel li Kampa Berxwedanê ya ku me ava kiriye dimînin. Li kampê heta niha me 700 kon vegirt. Li gor texmînê 250 hezar kes di kon de dimînin. Tevî vê hejmarê pêdiviyên gel jî zêde ne. Amûrên tendirûstî, derman, bi taybet jî pêdiviyên jin û zarokan.”

‘Tevî hemû şerd û mercên neyînî jî gel berxwe didin’

Cîhanê anî ziman ku tevî hemû zehmetiyan gel ji bo jiyanek hevpar berxwe didin û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Gel tevî vê tabloyê jî di warê serîhildanê de bi biryar in. Divê hemû rêxistinên mafên mirovan, rêxisitinên alîkariyê û yê jinan dawiyê li vê bêdengiya xwe bînin. Bila werin gelê li Kampa Berxwedanê dijîn li cihê xwe bibînin.”

10.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً