LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Cîhan tevlîhev bû: ‘Laneta kurdan’ li her derî belav bû

Cîhan tevlîhev bû: ‘Laneta kurdan’ li her derî belav bû

NAVENDA NÛÇEYAN – Îdeayên ku li Dûma ya girêdayê Xûtaya Rojhilat çekên kîmyewî hatiye bikaranîn ya cîhanê rakir teyaqûzê. Di rewşa Dûma de jî wek e Efrînê helwesta Tirkiyê ya bi Rûsya û rejîmê re hevkariyê kir diyarker e. Ew qelabalixa şer a di asta cîhanê de bilind dibe, van hêzên heremî yên ku pirsgirêka kurd çareser naken zêdetir dixe zor û zahmetiyê.

Herêma Dûma ya Xutayê ku bi riya Tirkiyeyê ew hêzên dijberê rejîmê hatin valakirin, îdeayên ku êrîşên çekên kîmyewî hatiye kirin di cîhanê de qîrqîra şer da bilindkirin. Li hemberê vê êrîşê bertekên herî mezin ji hêla di serî de Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA), Fransa, Brîtanya û welatên rojavayî hat nîşandan. Welatên rojavayî ji êrîşê ya Esad yanî yê piştgiriyê dideyê Rûsyayê berpirsiyar dibînin. Neteweyên Yekbûyî (NY) ku demek dirêje tê gotin ku tu bandorekî xwe nemaye, pêr êvarê nîqaşên awarte pêk hatin. DYA, riya mudaxeleya leşkerî jî di navê de hemû pozîsyonan li ser masê digire, berî hefteyekî Serokê DYA’yê Donald Trump ku ew dê ji Sûriyê vekişin anîbû rojevê, daxuyand ku ew dê di nava 24 an jî 48 derbarê Sûriyeyê de biryarên girîng bigirin.

Şerê Sûriyê di qonaxeke xeter de ye

Li ser van pêşketinan DYA keştiyên xwe yên şer ên li Derya Spî xiste tevgerê. Rûsya balafirên xwe yên şer rakir. Heta Japonya piştî 2’yemîn Şerê Cîhanê cara yekemîn yekîneyên piyade yên behrê xiste tevgerê. Ev hemû pêşketin şerê Sûriyê ya 7 sal li pey xwe hişt hatiye qonaxe nû û xeter. Cara yekemîne Rûsya û Amerîka di vê astî de hatine beranberê hev. Nûnerê Taybet a Sûriyê ya NY Staffan de Mistûra da vê rewşî bi van gotinê fikara xwe anî ziman: “Di riya pêvçûnên berjewendiyen hêzên heremî û neteweyî yên hilweşandinê ku encamên nayê xeyalkirin derdikeve, cara yekemîne ne tenê heremî, netewî an jî ewlehiya Sûriyê, ez ji ewlehiya navneteweyi fikarê dikim.” Ev gotina De Mistûra ya di çerçoveya şerê Sûriyê de cara yekemîn ku dibêje “Noqteya fikara ewlehiya navneteweyî dikim” çewa hatiye vê astî di pêşketinên di demên dawî de tê jiyankirin de veşartiye.

Îdeaya êrîşên çekên kîmyewî ne ya yekemîn e

Aliyên şer ên di Sûriyê de ku sûcdariya bikaranîna çekên kîmyewî beranberê hev dikin ne cara yekemîne tê kirin. Di meha tebaxa 2013’an de roketên avêtin Xutaya Rojhilata bi sedan kes jiyana xwe ji dest dabûn, NY j ili heremê xaza klorê (Sarîn) tesbît kiribû. Di nîsana 2017’an de piştî êrîşa li Xan Şêxhûnê de 80 kes hatibûn kûştin de lêkolîna hevpar a NY û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) de, gihiştibûn nêrîna ku hikumeta Sûriyê li heremê çekên kîmyewî bikaraniye. NY û OPCW ev 7 salin ku îdeayên çekên kîmyewî lêkolîn dikin, diyarkirin ku hêzên alîgirên hikumetê herî kêm sê caran çekên kîmyewî ya klorê bikaraniye. Li ser vê yekê terafên şer ya hev sûcdar kiribûn û heta hin tehdîdên leşkerî hatibûn rojevê lê hewildankiribûn ku pirsgirêkê bi riyên “Dîplomatîk” çareser bikin.

Dê bibûya sala çareseriyê lê dengê şer bilind dibe

Di dîroka cotmeha 2017’an de di navbêra DYA û Rûsya de li Vîetnamê mutabaqatekî çêkiribûn mizginiya ku dê di Sûriyê de çareseriya siyasî pêk were dida. Lê, bi taybetî Tirkiye rasterast bi hêza leşkerî derket qadê, çewa çareseriyê zor kir wisa jî di hêla çareseriyê de hevsengiyan jî guherand. Ev rewş wek e “Qonaxa ku şerê wekaletê xilas bûye û hêzên heremî û navneteweyî hatine pêşberî hev” hat pênasekirin. Di ser de jî desthiladariya AKP’ê ku ya Esad weke “Qatil, terorîst” îlan dikir, li dijî komên sûnnî li dijî her êrîşên windayiyên can ên sivîl diket tevgerê, cara yekemîn e ku li dijî êrîşa Dûmayê zimanekê nerm bikar tîne. Sedema vê yekî jî di peyvên daxuyaniya Wezîrê Karê Derve ya Rûsyayê Lavrov a derbarê Efrînê dabû de veşartî ye. Hemû cîhan ku ji êrîşê ya Esad û mutefîkên wê berpirsiyar dibîne, Serokê Giştî ya AKP’ê Tayîp Erdogan, di daxuyaniya xwe ya dawî ya derbarê Dûma de, şûna ku bang li Rûsya an jî Esad bike, got “Ey dewletên rojavayî hûn çima li dijî êrîşan bêdeng dimînin”. Ango Erdogan rasterast ya Rûsya û mutefîkên wî hedef nagire, lewra bi taybetî bi Efrînê re ew bixwe jî bi awayek fiîlî di heman cebheyî de cih digire.

Êrîşa Dûma encama hevpeymana Efrînê ye

Lavrov ku ji Tirkiyê xwest ji Efrînê vekişe li beranberê hevpeymana bi Erdogan û daxuyaniya daye, rê li pêşiya êrîşên ser Xûta û Dûma jî vekir. Daxuyaniya Lavrov kurteya hevpeymanekî tê wateya “Em deriyê Efrînê ji te re vekin tû jî çewa wekî Helebê li hemberê operasyonên li Xûta û heremên din bêdeng bimîne” dide der. Ji ber vê yekî êrîşa ser Efrînê ku hemû cîhan temaşe kir û piştgirî dan, rê li hin qadên din ên pêvçûnê vekir. Bi lihevkirina Efrînê re êrîşa li ser Dûmayê hat hesabkirin ku herî kêm dê ji Tirkiyeyê bertekek mezin neyê dayîn hat kirin.

Dixwazin Dûma bizivrînin firsendekê

Di vê navbêrî de, Koalisyona Navneteweyî û Amerîka ku tê gotin li hemberê xeta Rûsya û îranê di Sûriye û Rojhilata Navîn de bandoriya xwe winda kiriye, çewa bi behaneya êrîşa çekên kîmyewî ya li Iraqê, êrîşa Dûma jî ji bo xwe wek firsend dinirxîne. Ev helwesta DYA û welatên rojavayî mirov dikare weke hewildana hevsengiyan ji nû ve dizaynkirin û di qadê de bandortir be binirxîne.

Di ‘Laneta kurdan’ de asê man e!

Baş e, hikumeta AKP’ê wê çi bike? Ji aliyekî ve îmzekirina hevpeymana Santrala Nûkleerî ya Akkuyu, bazartiya Efrîn û Xûta ya bi Rûsya û mutefikên wê re kirî, li alê din jî welatên rojavayî yên ku bi hinceta êrîşa çekên kîmyewî xwedî derketine û komên “Selefî yên Sûnî” ku ya Tirkiyê dijberê xwe dibînin! Polîtîkaya Tirkiyeyê ku li ser van hevsengiyan ava kiriye bi van hewildanan hatiye asta şikandinê. Xûyaye ku helwesta AKP’ê ya li dijî van pêşketinan, dê lêgerîna riyekî ya li ser esasê “Bi kê re dibe bila bibe, bes bila dijberê kurdan be” bide rûniştandin. Lê, pirsgirêk û meseleya kurdan ku çewa di bazartiya “li beranberê Efrînê Xûta” de potansiyela hin qadên pêvçûnê yên din jî veke heye, dê ya Tirkiyê bikşîne nava geşedan an jî macerayên nû. Herî kêm di rewşa Dûma nîşan da ku Tirkiye ji bo bi mutefîkên xwe re neyê pêşberê hev wê di pozîsyonekî ku dest-milên wê girêdayî tenê bûyerê şermezarkirinê de bimîne.

Ji ber vê yekî pirsgirêka kurd ku yên naxwazin çareser bibin û li ser maseya çareseriyê rûnaynên, êdî bûye pirsgirêkek kurewî (gelemperî) li wan vedigere. Meseleya kurd ku xwedî guhertina hevsengiyan ên di asta heremî de ye, êdî tu hêz nikarin jê birevin.

(Erdogan Altan)

11.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً