LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Efrînî rastî karîsteke mirovî tên!

Efrînî rastî karîsteke mirovî tên!

EFRÎN – Şerê Tirkiye yê bi destê TSK û ASA li ser axa Efrînê di roja 80’yan de berdewam dike. Piştî gelê Efrînê di roja 58’an de ji ber êrîşên balafirên şer ên TSK’ê bajar vala kir û koçî Şehbayê kirin, talankirin û wêrankirina li ser mal û milkê gel didome. Li aliye din dîsa gel di bin êrîşan de dijîn.

Tirkiye di 20’ê Çile de bi hêza TSK û ASA li dijî Kantona Efrînê şerê bejahî û hewayî da destpêkirin. Di şer de zêdetirî hezar welatiyên sivîl hatin kuştin. Warên dîrokî hatin rûxandin û xanî hatin xerakirin. Tirkiye bi destê TSK û ASA li ser axa Efrînê di roja 80’yan de berdewam dike. Piştî gelê Efrînê di roja 58’an de ji ber êrîşên balafirên şer ên TSK’ê bajar vala kir û koçî Şehbayê kirin, talankirin û wêrankirina li ser mal û milkê gel didome. Li aliye din dîsa gel di bin êrîşan de dijîn. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku rojane hêzên ASA mal û milkên sivîlan talan dikin û wêran dikin û sivîlên Efrînê di bin gefên komkujiyê de dijîn. Çavkaniyan destnîşan kirin ku niştecihên ku ji ber derfetên kêm ku vegeriyane navçeya Şeranê di bin zext û heqareta komên çete yên Tirkiye de ne. Çavkanî rewşa sivîlên Efrînê anî ziman û got: “Efrîniyên ku ji ber girtina hemû riyan li pêşiya wan mecûber dibin ku berê xwe bidin vegere Efrînê nikarin daxwaza malên xwe bikin. Efrîniyên ku vegeriyane navçeya Şeranê nikarin daxwaza malên xwe bikin û li pêşiya çavên wan malbatên çeteyan lê têne bi cih kirin.

Aşkere dizî û talaniyê dikin

Çavkaniyan tekez kirin ku diziya ku li Efrînê hate kirin ji her kesî re hate eşkere kirin, lê komên çete bi diziya ku dikin û bi ketina malên sivîlan û desteser kirinê jî, malên ku lê namînin hemû tê şewtandin. Çavkanî her wiha anî ziman ku ji ber qedexeya derketina derve ya ku li ser Sivîlan tê ferizkirin, ji aliyê endamên ASA ve di saetên şevê de derbasî malên ku jin û zarok tê de dimînin dibin û daxwaza xelata keçan tê kirin, çavkanî diyar kir ku ev weke hincetekê ye da ku derbasî malan bibin û bi çavtirsandinê keçan ji malên wan derxînin.

Li gorî agahiyên herî dawî ku gihiştine me hate zanîn ku sivîlên Efrînê ku li gundê Koxra yê navçeya Mabatayê dimînin rastî binpêkirinên Lîwa Sultan Silêman Şah a bi rêvebriya serçete Mihemed El Casim tên, ku ew malbat ji ber zilma ku li ser wan tê kirin berê xwe didin gundê Mîrkan.

Ciwanan hepis dikin û li hemberî berdanê pereyan ji malbatan distînin

Di dema dagirkirina Efrînê gava ku di serî de hate avêtin ji bo valakirina Efrînê û qirkirina wî gelî ji aliyê artêşa Tirk ve hemû ciwanên herêmê bi hincetên cuda xistine zindanê û bi îdîaya wan leşkertî kirine dihatin tohmetbarkirin. Çavkanî dan zanîn ku girtina ciwanan ji bo bertîlan tê kirin da ku pereyan ji malbatên wan ciwanan bigrin. Çavkanî tekez kir ku da ku ciwanek ji zindanê were derxistin ji aliyê artêşa Tirk û komên ASA ve miqdara pereyan bi qasî 5 milyon leyreya Sûriyê tê xwestin.

Efrînî ji bo vegerê li benda biryarê ne

Efrîniyên dê vegerin malên xwe piştî ku ji ber topbaranê li çolê diman û rewşa wan xerabtir dibû, heta ku komên ASA bertîl nekin nikarin vegerin Efrînê. Çavkaniyan ji me re dane zanîn ku sivîlên dê vegerin Efrînê dî serî de divê ku 50 hezar leyreya Sûriyê radestî komên ASA’yê bikin. Çavkanî diyar kir ku ji ber tirsa ji çeteyan ev pere di riya kesekî re ji navenda çeteyan re tê şandin.

11.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً