LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / BERXWEDANA SERDEMÊ û xiyaneta Partiya Yekitî (4)

BERXWEDANA SERDEMÊ û xiyaneta Partiya Yekitî (4)

Serokê qaşo meclîsa Efrînê Şindî, destê wî di xwîna gelê Efrînê de ye

NAVENDA NÛÇEYAN- Di civîna ji aliyê AKP û MÎT’ê ve li Dîlokê hate lidarxistin û li ser pêşniyara rêveberên Partiya Yekitî ya di nava ENKS’ê de Îbrahîm Biro û Fuad Elîko weke Serokê “Meclîsa Xilasiya Efrînê” Hesen Şindî hat tayînkirin. Derket holê ku wî teqîna ku di 26ʹê Kanûna 2013’an de li Garaja Efrînê de pêk hat plan kiriye. Di encama teqînê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek sivîl jî birîndar bûn.

Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên di bin navê Artêşa Sûriya Azad (ASA) de, di 20’ê çileyê de bi balafir, tang, top, obus û hemû teknîkên şer ên pêşketî êrîşê herêma Efrînê kirin û piraniya wan zarok û jin nêzî 500 sivîl hatin qetilkirin, hezaran kes birîndar bûn û şûnwarên dîrokî jî di navê de hemû mal û milkên gelê Efrînê hatin wêrankirin, talankirin û hêj jî berdewam dike. Gelê Efrînê û bi şervanên xwe YPG/YPJ’ê re nêzî 2 mehan berxwedanekî bêhempa nîşandan, di roja 58’mîn de ji bo pêşî ber komkûjiyekî mezin bigirin neçar man derbasî gundewar û navçeyên kantona Şehbayê bûn.

Di vê pêvajoyî de ku ji xwe ji nimêj ve ji aliyê hikumeta AKP’ê ya dagirker û MÎT’ê ve plana ji bo qaşo meclîsekî sivîl a Efrînê ava bikin, bi rêveberên Partiya Yekitî yên li Stenbolê Fuad Elîko, Îbrahîm Biro, Abdulbasit Hemo û hwd re li Enqereyê civînek lidarxistibûn û piştre jî ji bo îlankirina meclîsê di 18’ê adarê de li bajarê Dîlokê (Entabê) civînek hat lidarxistin û di encamê de “Meclîsa Xilasiya Efrînê” hat îlankirin.

Kesên di meclîsê de cih digirin çima ji Efrînê reviyabûn?

Di civîna ku di navbêra 80-100 kes amade bûn de, 46 kes ji bo di rêveberiya meclîsê de hatin hilbijartin. Weke serokê meclîsê jî ji aliyê rêveberên giştî yên Partiya Yekitî Îbrahîm Biro, Fûad Elîko û Abdulbasit Hemo ve ku beriya civîna li Entabê li Enqereyê bi AKP û MÎT’ê re hatibû lidarxistin de pêşniyar kiribûn, Hesen Şindî hat tayînkirin.

Weke armanca avakirina meclîsê jî, ji bo dagirkirina dewleta Tirk û komên çeteyên wê rewa nîşan bidin vegera gel a gundewar û bajarê Efrînê, malbatên li Efrînê û serkêşên eşîran bi piştgiriya dewleta Tirk Efrînê ji nû ve ava bikin, her wiha qaşo ji bo ewlekariyê jî hêzekî polîsan a ji ciwanên heremê pêk tên ava bikin.

Derket holê ku kesên di rêveberiya vê qaşo meclîsî de cih digirin ên wekî Azad Osman, Hesen Şendî, Mihemed Sebrî, Fadil Horo, Seyîd Silêman, Ahmed Hesen, Zihêr Elî, Hisên Selmo, Mihemed Korco, Mihemed Reşdî Hemo, Enwer Sîno, Ahmed Bekir, Henan Sinî, Mihemed Yosif, Mihemed Mihemed, Eslan Hesen, Mihemed Ibrahîm, Idnan Ahmed Reşîd, Ahmed Hesen, Ferhad Xorto, Mihemed Seydo, Ahmed Sibhî, Ekaş Xelîl, Kifah Murad, Selah Hemîd, Xalid Alhac, Fozî Elo, Mehmûd Bekir, Mihemed Erebo, Mercan Îbo, Mehmûd Îbo, Heyder Horî, di salên 2013-2014’an ve di dema êrîşên çeteyên Cebhet El Nûsra û piştre jî DAIŞ ku xwe ceribandibû xwestibû êrîş bike de, li ser daxwaza MÎT’ê piştgiriyê dane van çeteyan û ji bo reşkirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê kar û xebat meşandin. Li ser vê esasî ev navên derbasbûyî, dîsa li ser daxwaza dewleta Tirk derbasî bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûne.

Hesen Şindî di teqîna garaja Efrînê plan kiriye!

Derket holê ku sedema esasî ku Hesen Şindî yê ku ji aliyê MÎT’ê ve wek e serokê meclîsê hatiye tayînkirin ji Efrînê reviyaye Entabê tê gotin ku tiliya wî di teqîna bombeya li garaja Efrînê ya nêzî avahiya Meclîsa Tenduristiyê de ku di encamê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûne de heye. Li gor endamên Asayîşê ya wî demî hat diyarkirin ku hat tespîtkirin ku ev teqîn ji aliyê Hesen Şindî û 3 kesên din ve hatiye organîzekirin û piştî teqînê Şindî û ew çend kes bi malbatên xwe re derbasî bajarên Tirkiyê bûn û êdî nehatin.

Her wiha hat diyarkirin ku Hesen Şindî piştî derbasî Tirkiyê bûye, ji bo piştgiriyê bide “Pêşmergeyên Roj” ên li Başûrê Kurdistanê ku êrîşê ser gelê Êzidî yên Şengalê dikirin, çûn û hatina wî ya Başûrê Kurdistanê çêdibû.

Şindî spasiyê ji dagirkeriya Tirk re kir

Hesen Şindî yê ku erkê wî di nav opozîsyonê de berpirsê Subayên Azad bû û niha weke Serokê qaşo “Meclîsa Xelasiya Efrîn”ê ya ku ji aliyê MÎT’ê ve hatiye avakirin, di 17’ê adarê de li ser Ajansa Anadol (AA) ev daxuyanî da,“Ji sedî 90 gelê Efrînê li dijî PYD’ê ye, PYD ya gel dixapîne û dibêje ku kesên êrîşê Efrînê dikin ne Artêşa Azad in û ew Cebhet El Nûsra, DAIŞ’in. Yanî gel bi van guruban ditirsîne. Ji bo vê mijarî kongre wê were lidarxistin. Ji bo vê yekî jî em spasiya xwe ji dewleta Tirk re dikin ku Efrînê ji van rêxistinan rizgar kiriye.”

14.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً