LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Tevî hewldanê qirkirinê, Êzîdiyan cejna Çarşema sor pîrozkirin

Tevî hewldanê qirkirinê, Êzîdiyan cejna Çarşema sor pîrozkirin

ŞEHBA -Yekîtiya Êzidiyên Efrînê li kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re Cejina Çarşema Sor pîroz kirin.

Yekîtiya Êzidiyan a herêma Efrînê li Kampa Berxwedanê ya Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê Cejna Çarşema Sor pîroz kir. Daxuyanî ji aliyê endama Kordinasyona Yekîtiya Jinên Êzidî Gulê Cefer ve hat xwendin.

Di hemû fermanên li ser civaka êzidî de dewleta tirk cih girtiye. Armanca dewleta tirk her dem tunekirina civaka êzidî bû. Ev armanc di fermana 73’yan de bi awayekî şênber careke din li 22 gundên Êzdiyan li Efrînê derkete holê. Di palana qirkirina civaka Êzdî de dewleta Tirk hemû hewildanên qirêj tevdigeriyan û rastî helandinê hatin, tevî van hewildanan û qirkirinên ku rû bi rûyê wê tên gele Êzdî dev ji çand û pîroziyên xwe bernedan.

Efrînê li Kampa Berxwedanê ya Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê Êzidiyên li Efrînê îsal Cejna Çarşema Sor li Şehbayê pîroz dikin û wiha dewam kir:”Li Efrînê li dijî gelê Kurd her cureyên tundiyê hat bikaranîn û cîhan li dijî vê yekê bêdeng ma. Divê cîhan di vî warî de erka xwe bi cih bîne û dawî li bêdengiya xwe bîne. Êzidiyên ku ji Efrînê hatin koçberkirin îro li Şehbayê cejna xwe pîroz dikin û peyama bilindikirina têkoşînek mayinde didin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Jin jiyan azadî ” bi dawî bû.

18.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً