LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Komên Çekdar ên li Sûriye Tirkiye dixapînin

Komên Çekdar ên li Sûriye Tirkiye dixapînin

NAVEND NÛÇEYA – Di odeya opasyona ya ku li Kilîsê ji aliyê Tirkiye ve hatiye avakirin, piştgiriya komên çekdar ên ji bo şerê kurda hatine avakirin dike.

Tirkiyê di Nîsana 2016’an de odeya operasyonê ya “Hîwar Kilis” li bakurê Sûriyê li gundewarê bakurê Helebê li nêzî Ezazê ava kir. Ev ode bi armanca pêkanîna pîlanê Tirkiyê yên piştgiriy komên çekdar di nav de komên mertala Firatê de dike. Komên endamê di odeya Hîwar Kilis

de cih digirin komên çekdar yên Mertala Firatê yên wekî

Ceyş El Nixbê, Ceyş Idlib El hur, Cebha Şamiya, Firqeya 13, Firqeya Şemal “Bakur”, Firqeya Sultan Murad, Firqeya Hemzat, Firqet Heleb El Iûla, Lîwa Sultan Melik Şah, Lîwa Silêman Şah, Lîwa Sultan Mihemed Fatih, Lîwa Mu’tesim, Lîwa Ehfad Selahedîn, Lîwa Siqûr Şemal, Lîwa El Fetih, Lîwa 51, hêzên Elb erselan yên taybet, Feylq El Şam, Tabûrên Sefwa ya Islamî, Kutlet Nesir, Meclis Qebasîn ya leşkerî, Meclis Exterîn ya leşkerî, Komkirina Festeqim in. Bîroya Tensîq û piştgiriyê

Li gorî çavkaniyê me yê li herêma Mertala Firatê ku Tirkiyê di odeya operasyona Hîwar Kilisê de bîroyek bi navê ‘’ Odeya Piştgirî û Tensîqê” avakiriye. Komên çekdar ên xwe ji bo şerê kurdan li Bakurê Sûriyê îlankirine, ev ode piştgiriyê dide wan. Hate zanîn ku komên piştgiriya xwe ji odeyê digirin digihêje 20 koman. Lê komên ku hatine tesbîtkirin evin: Lîwa Diri’ Hesekê, Şoreşgerên Hesekê, Şoreşgerên Mexawîr, şoreşgerên Sultan Osman.

Komên ku xwe nû avakirine û li ser çapemeniyê dîmenê îlankirina koma xwe belavdike. Ev bîro bi wan re dikeve têkliyê. bi armanca pêşkêşkirina piştgiriyê. Wek destpêkê 20- 40 hezar dolarî pêşkêşî wan dike da ku xwe bi rêxistin bikin. Piştre kom ji her aliyê de piştgiriyê digire, çi ji aliyê girtina fonê endamê xwe, lojistîk, çek û ereba..hwd piştgiriyê digirin.

komên hatine avakirin Tirkiyê dixapînin

Çavkaniyên ku agahî dan me dan zanîn ku Tirkiyê di riya odeya Hîwar Kilis bi gelek koma tê xapandin. Ji ber ku hin kes tenê ji bo girtina pera ji dewleta Tirkiyê xwe wek komek çekdar radigihîne û hejmarên endamê xwe şaş dide odeya Tensîq û Piştgiriyê. Ku ger kom ji 5 kesan pêk tê xwe wek 50 kesî îlan dikin, ev yek bi armana girtina lojistîk û fonê 50 kesî. Hêjayî gotinê ye ku fonê her endamekî xwe bi qasî 100-200 dolarî dixwazin. Çavkaniyê me wiha axaftina xwe domand ku Lojistîka ji aliyê odeyê pêşkêşî wan tê kirin, çi erebe, çek, xwarin li Minbic û Efrînê difiroşin. Her wiha xwe winda dikin û direvin. Koma xwe dihelînin. Lê hin kom jî tenê li ser çapemeniyê tên naskirina.

21.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً