LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Tirkiyê û komên ASA’yê cenazeyên kuştiyên şerê Efrînê li erdê dihêlin

Tirkiyê û komên ASA’yê cenazeyên kuştiyên şerê Efrînê li erdê dihêlin

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk û komên ASA ji bo tirsandina niştecihên Efrînê û pêkanîna guhertina demografî cenazeyên kuştiyên di bombebarana dewleta Tirk a li ser herêmê de li erdê dihêlin û rê nade ku welatî cenazeyan veşêrin.

Li gorî çavkaniyên herêmî hate ragihandin ku dagirkeriya Tirk û komên çete yên girêdayî wê bi qesid cenazeyên kuştiyên şerê Efrînê li nav zeviyên zeytûnan û erdan li seranserî herêma Efrînê ku di encama êrîş û topbaran wê de hatine qetil kirin li erdê dihêlin.

Çavkaniyan tekez kirin ku rojane niştecihên Efrînê rastî cenazeyên ku xerab bûne bê ku nasnameyên wan werin naskirin li ser riyan û bi taybet di nav zeviyan de tên, çavkaniyan eşkere kirin ku herî zêde ev cenaze li navçeya Cindirêsê, gundê Kefer sefra, gundên navçeya Raco li gundê Qeda û li Biliblê ne. Çavkaniyan dane zanîn ku leşkerên dewleta Tirk û çeteyên ASA rê nadin ku welatî cenazeyan veşêrin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku bi qesda tirsê dewleta Tirk cenazeyên kuştiyan li ser benda kontrolê ya gundê Kîmar kom kirine da ku welatiyên ku dixwazin vegerin Efrînê bitirsin, ji ber vê sedemê çavkaniyan diyar kirin ku niştecihên ku vegeriya ne rewşên pskolojiyeke xerab jiyan kirine ji wan bi taybet jin û zarok.

Li gorî şahidên ji nava Efrînê hate ragihandin ku li gundê Badîna dîmenên kûçekekî ku lingê kesekî di devê wî de bû hate dîtin, her weha gelek cenaze di bin encamên bombebaranê de mane ku ew dibe sedema belavbûna bêhina ne normal li derdora herêmê.

Çavkaniyan diyar kirin ku niştecihên Efrînê ji ber rewşa tenduristiyê metirsîdar in ku ji ber cenazeyan û bandorên wê bi taybet bi hatina havînê û bilindbûna rêjeya germahiyê belavbûna nexweşiyan di herêmê de ye.

23.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً