LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Hovîtiya ASA’yan li Efrînê

Hovîtiya ASA’yan li Efrînê

NAVENDA NÛÇEYAN- komên çekdar yên girêdayî dewleta tirk piştî desteserkirina wan ji herêma Efrînê re dest bi kiryarên xwe yên hovene di derheqê sivîlan de kirin. Her wıha êrîşên artêşa tirk li seranserî sînorê bakurê Sûriyayê didome.

Di 19’ê Nîsanê de

Komên çekdar yên girêdayî dewleta tirkiyê, ji aliyê Ezazê ve bi hewanan Til Rifat bombe kirin.

Di 20’ê Nîsanê de

Şervanên YPG/YPJʹê hestiyên cenazeyên du ciwanên ku li ser sînorê di navbera Bakurê Sûriyê û Trikiyê de ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatine kuştin, dîtin.

Di 21’ê Nîsanê de

Çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê yek ji sivîlên gundê Mîrkan ya herêma Efrînê revandin. Ji aliyekî din ve jî, ji ber kiryarên çekdaran tirseke mezin ketiye nava zarokan.

Di 22’ê Nîsanê de

Artêşa Tirk destwerdanên li ser serêkaniyê ya herêma Cizîrê ku li ser sînorê bakurê Sûriyêye didomîne û herêmên li ser sînor topbaran dike.

Artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayî wê jineke ducanî ji herêma Cindirêsê revandin û tecawiz kirin. Her wiha çeteyan jineke din jî ji navçeya Şiyê revandin û ber bi herêmeke ne diyar ve birin.

Artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê 9 welatiyên ji gundên Qoşo, Xelîlak û Qere Gul ên girêdayî navçeya Bilbilê û 6 ciwanên Êzidî revandin û ew birin cihekî ne diyar. Her wiha çekdaran piştî ku mala welatiyekî dizîn agir bi mala wî xistin.

Di 24’ê Nîsanê de

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê diyar kir ku erebeyeke dewriyan a hêzên wan rastî êrîşa çeteyan hat û got ku endamên wan bi sivikî birîndar bûne.

Di 25’ê Nîanê de

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, bi bahanên cuda 5 welatî ji gundên Efrînê revandin û mal û milkên wan talan kirin.

MÎT`a dewleta Tirk malbateke Êzidî ji taxa Eşrefiyê ya girêdayî bajarê Efrînê revandin û ew birin Tirkiyê.

Êrîşên DAIŞ’ê

Di 25’ê Nîsanê de

Li gundê Cirin ê girêdayî Çiyayên Kizwanan ya herêma Cizîrê di encama teqîna mayîneke ku çeteyên DAIŞʹê çandibû de, zarokê 13 salî yê bi navê Mahir Ehmed Hesen bi giranî birînar bû.

26.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً