LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Zarokê 12 salî: Erdogan hevalên min kuşt

Zarokê 12 salî: Erdogan hevalên min kuşt

ŞEHBA– Ji ber êrîşa dewleta Tirk a li ser herêma Efrînê zarok jî pareke mezin ji vê yekê girtin û bi hestên xwe yên Efrînî helwesta xwe û heqîqeta dewleta Tirk vegotin. Zarokê Efrînî Ciwan bûye şahidê kuştina hevalên xwe.

Di êrîşa li ser herêma Efrînê de yek ji sinifa ku rû bi rûyê zor û zehametiyê ma, zarok bûn. Zarokê 12 salî Ciwan ku ji navçeya Mabata ya bi ser Efrînê de ye got: Erdogan hevalên min hemû kuştin.

Dewleta Tirk û komên girêdayî wê ji ASA, Komên radîkal Islamî her wiha gelek komên tirkmanî di 20 çileyê de saet 3.30 an de êrîşeke hovane bi 72 belafiran esmanê Efrîn kire pêşengeh. Di nav hedef girtina dewleta Tirk a topbarana belafiran de gelek cihên dîrokî, mal û milkên xelkê, staysyon û heta sewal û dar zirar dîtin. Di topbarana dewleta Tirk a li ser Efrînê de ji ber hedef girtina sivîlan bi armanca valairina Efrînê û koçkirina niştecihên wê gelek zarokên Efrînê rastî buyer û karîsetên mirovî hatin, ku herî dawî zaroka 3 mehî ya bi navê Diyana bû.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Tenduristya Efrîn a di 7 Adarê de hatibû dayîn de hate eşkere kirin ku ji ber topbarana artêşa Tirk ya li ser sivîlan 58 zarok jiyana xwe ji dest dane û 87 jî birîndar bûne, li gorî belgeya meclisê zarokê ku bûne qurbanî temenê wan di navbera çend heyvan û heta 17 salî ye.

Erdogan bi topên xwe hevalên min kuştin’

Zarokê 12 salî yê bi navê Ciwan Ibrahîm ku ji navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye wiha got: Erdogan bi top û belafirên xwe hemû hevalên min kuştin, dibistana me xerab kir û bi zorê hişt ku hevalên min fêrî zimanê Tirkî bibin. Ciwan daxwaza xwe wiha anî ziman: Ez naxwazim fêrî zimanê Tirkî bibim, em dixwazin bi zimanê xwe biaxifin, di dawiyê de ciwan got: Em naxwazin Artêşa Azad li Efrînê bimîne.

Zarokê Efrînî Ciwan bi xwişka xwe re Viyan a 4 salî stran ji bo Efrîn got.

26.04.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً