LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Di şexsê Sûriyê de şerê dewletparêzan û tevgera civakan !

Di şexsê Sûriyê de şerê dewletparêzan û tevgera civakan !

Diyare ku sala 2018 ji salên bihorî wek salek cuda derbas bibe. Tiştên li Rojhilata Navîn, Sûriye, Efrîn û Tirkiyê tê jiyîn îsbat dike ku em ne di pêvajoyek rûtîn de derbas dibin. Li ser vê mijarî jibilî pêşketinên rojevî divê em li ser hin noqteyên derbarê dîroka konjokturel de bisekinin.

Em dikarin rewşa li ser dîroka civaknasî ya di nav hev de derbas bûne bi du alî dikarin îzah bikin. Ya yekemîn pergala kapîtalîst bi elimandinên xwe yên serdema şerê sar de têkoşîn dayîn e, ya din jî rastiya siyaseta di nava têkilî û nakokiyan de tê meşandin e. Ji ber ku hevsengiyên Rojhilata Navîn û cîhanê hêj nehatiye diyarkirin yê nû û kevin ketiye nava hev, mercên siyasî ya qonaxa derbasbûnê tê jiyankirin. Hem di çerçoveya du qutuban de siyaset kirin hem jî bi hêzên ku hevsengiyên nû digerin têkilî û nakokî bi hemû leza xwe didom e. Di vê noqteyî de yê girîng ewe ku di hêla gelan de mijara, wê çi bê guherandin, aliyên azadiyê wê çewa qezanc bike rast analîzkirin e. Bi taybetî dema sîstema Rojhilata Navîn bigirin dest û Têkoşîna Azadiya Kurd ku yek ji hêzên herî girîng a heremê ye binirxinin ev mijar pir zêdetir girîngtir dibe. Pergala nû di kîjan mercan de û bi kîjan argumanan dixwazin înşa bikin şopandinek pir baldar pêwîst dike.

Di pêşketinan de jî tê dîtin kî, kurd dixwazin têkilî û tifaqiyên nû ava bikin. Ji bo vê jî ne tenê di qada askerî de, siyaset, dîplomasî, ragihandin û di hemû qadên jiyana ser civakê de bi bandor-feal bibe armanc dike. Lê ew hêzên li hemberê wan têkoşînê dide ne tenê çend dewletên ku di çend salên dawî de têkilî-îtîfaqên bi hev re danîne pêk tê. Çewa ku pir tê ziman li hemberê sîstemekî dewletparêz a pênc hezar salan hewildan tê kirin ku sîstemek alternatîf bê avakirin. Em dikarin bibêjin ku ev sîstema ku li hemberê wê têkoşîn tê dayîn qrîzên pir ciddî jiyan dike. Sîstema modernîst her çiqas di nava lêgerîna derketina ji vê qrîzî de be jî di vê mijarî de pir ne serkeftî ye. Çewa tê zanîn ku ev sîstem di du sedsalên dawî de li ser mekanîzmaya netew dewletê xwe jiyan dike. Feqat îro baştir hat fêmkirin ku qapîtalîzm, netew dewlet û endustriyalîzm a weke sê lingên modernîteya qapîtalîst tê pênasekirin serdemên xwe yên herî bi qrîz jiyan dikin. Em dikarin bêjin ku Modernîteya Qapîtalîst ku lingê herî girîng netew dewletî ji bo vê qrîza jiyan dike derbas bike şerekî dimeşîne. Civak bi taybetî jî gelên Rojhilata Navîn ku guherandinê dixwazin, helwesta wan a zext û zordariyê qebûl nakin, bingeha lêgerîna guherandina vê sîstemî ava dike. Lê ligel hemû hewildanan jî tiştê heyî pir zêde xwe nikare bigire û tê dîtin ku rizandinek jî dijî. Pirsgirêk kêm nabin berovajê wê qat be qat zêde dibe.

Yê girîngtirîn ew e ku pergala desthiladar û dewletparêz a pirsgirêkan girantir kiriye û heta roja me aniye, di dîroka cîhanê de weke pirsgirêka herî bingehîn li pêşiya civakê disekine. Bi modernîteya qapîtalîst re girêdayîna civaknasî vedibe, nirxên civakî berhewa dibe û her çiqas diçe dibe sîstemekî ku civakê ji holê radike derdikeve pêş. Hêrsa kar a ku di navenda pergalê de ye rolekî ku hemû nirxên civakê daqûrtîne dilîze. Pîvanên ecibandinê ya civakê, fikarên wê, xweşî, kêfxweşî, êş û elemên wê, baweriyên wê bi kurtasî hemû girêdayînên xwe yê hebûnê zivirandiye amûrê kar. Bêguman civak ji vê rewşî aciz e.

Rihê civakê di tu serdemî de ewqas nehatibû tahrîbkirin, refleksên exleqî û rêgezî ewqas nehatibûn sînordarkirin. Heta qonaxa modernîteya qapîtalîst ji aliyekî ve sîstema desthiladar û dewletparêz xwe dida jiyankirin ji aliyê din ve jî civak li ser nirxên xwe derfetên jiyanê dikaribûn bidîtana. Niha jî bi tevahî tê xwestin ku civak bê tunekirin.

Rewşa heyî hatiye rewşekî ku êdî civak qrîza tê jiyîn nikare rabike. Civak ne tenê di bin sîstema netew dewlet a bi şerê cîhanê ya yekemîn û duyemîn de hêdî hêdî xwe saz kiriye, her wiha di bin giraniya pergala dewletparêz a pênc hezar salan de ye. Tê zanîn ku gelek hêzên ku bi îdeaya wê yê kevin derbas bike derketin holê ew jî tevlî vê sîstema heyî bûn. Projeyên ger Amerîka û gerek jî Rûsya be û cureyên wan ku li ser navê nûjenkirinê danîn holê êdî nayê pêkanîn, ji aliyê civakan ve nayê erêkirin. Dewletên ku berhemên serdema şerê sar in çewa ku nikarin çareseriyê întac bikin wisa jî di erdnigariya Rojhilata Navîn de nikarin bibin çareser. Erdnigariya Rojhilata Navîn, ji dîrokê ve li dijî sîstemên ku li ser civakê ezeztiyê ferz dike her tim wek qadekê di nava têkoşîn û berxwedanê derketiye pêş. Lê binêrin rêxistinekî dijmirovahî DAIŞ bi xwe jî di erdnigariya Rojhilata Navîn de xwe bi nirxên civakê li ser piyan dihêle. Bala we lê be yên dixwazin di heremê de bibin xwedî hêz civakbûyînê bikar tînin û hewil didin xwe li ser piyan bigirin. Li ser vê esasî modernîteya qapîtalîst li ser vê erdnigariyê dê wisa rehet rehet nikaribe xwe bigire. Wisa xuyaye ku weke hêzên hegemon ên navneteweyî, hevkarên wan ên li heremê jî perspektîfekî wan a çareseriyê tuneye. Di wateya ji civakê re bibin çareserî re feqîr û perîşan in û mahkûmê windakirinê ne.

Di vê noqteyî de paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê ji pirsgirêkên gelan re dibe çareseriyek, hêviyekê mezin çêdike. Bêguman li hemberê vê paradîgmayî êrîşên dijwar hene, lê eger di vê hêlî de israrkirinek rast û tê dîtin eger xebatekê înşeakirinê ya bi biryar bê kirin wê encam bigire. Di bin rastiya vê çerçoveya giştî de eger em hinekê din şênber (somut) bikin, em dikarin bêjin ku li ser navê civakê, li ser navê berjewendiyên civakbûyînê eger li ser esasê rastiyên serdema şerê sar siyaset meşandin di cîhana roja me de tu bersivekê wê tune ye. Diyare ku lêgerînekî wiha dê bi têkçûnê encam bibe.

Weke berê siyasetekî cîhanê ya ku bûye du cebheyên perçekirî nemaye. Ne wekî sedsala 19’mîn de bloqbûna dewletên qapîtalîst û ne jî wekî pêvajoya şerê sar perçebûn heye. Jixwe wekî çewa sosyalîzma pêkhatî ceribandibû stratejiya xwe li pişt dîwarên hişk veşartin ji pirsgirêkan re nabe çareserî. Yanî rastiya ‘Perdeya hesin’ hatiye derbas kirin. Di roja me de dîtina du tiştan girîng e; yekemîn tu alternatîfekî çareseriyê ya sîstema heyî tuneye, yê duyemîn jî rastiya êdî ew terzê siyaseta wê sîstemî nade qezanckirin. Di çerçoveya bi her kesî re têkilî danîn û li gor berjewendiyên gelan siyaset diyarkirin nêzîkatiya herî bingehîn û rast e.

Çewa me li Efrînê dît, tenê bi êrîş an jî erêkirina dewletek an jî du dewletan re rû bi rû neman. Sîstema dewletparêz û îradeya azadiya gelan bi hev re şer dikirin û ev şer bi hemû giraniya xwe didom e. Tê zanîn ku di Efrînê de pergala dewletparêz, li hemberê têkoşîna azadiya gelan xwedî nêzîkatiyek hevkar bûn. Yanî ev encama tê xuyakirin tenê bi nêzîkatiya dewletên wekî Rûsya, Tirkiye, Îran, Sûriye û hwd derneketiye. Pergala dewletbûnê êrîş dike, hêzên demokratîk û azadîxwaz jî li berxwe didin. Civak an jî gelan êdî sîstema dewletparêzî qebûl nake careke din di Efrînê de hat dîtin. Gelên cîhanê, mirovahiya mezin a ku ji vê sîstemî zirarê dîtiye di şexsê Efrînê de bû yekvucut û piştgiriyê da berxwedanê. Însanetiya ku di Kobanê de li ser dijbertiya DAIŞ’ê yekîtiyê avakir, di Efrînê de li ser esasê dijbertiya sîstema desthiladar-dewletparêz bi deng û rengên xwe hatin gel hev û ji modernîteya qapîtalîst, ji netew dewleta wî re gotin ‘Na’.

Hat dîtin ku li hemberê sêyemîn şerê cîhanê ya parvekirinê ya ku navenda wê Rojhilata Navîn berdewam dike de gelan berxwedanek mezin nîşan dan û ev yek jî di hêzên hegemonîk de şikandinên mezin çêkir. Vê sêyemîn şerê parvekirinê şûna ku tenê di wêne û aliyekî wê bibînin, divê em aliyên wê yên tê dîtin û nayên dîtin lêkolîn bikin û derxistina holê girîng e. Gelek hêz bi hev re di nava têkiliyan de ne, dîmenekî xwe bi hev re nîşan didin lê di esasê xwe de nakokiyên pir mezin di navbêra wan de hene. Ji ber vê yekê ew hişmendiya tenê yek serdest an jî cebheyekê heye şaş û ji rastiya xwe dûr e. Her tişt bi têkiliyên dîplomatîk û hevdîtinên tên kirin de encam nagire. Bûyer di qadan de bi bandora pêşketinan re diguhere û vediguhere. Rewşa niha çewa analîzvanekî Rojhilata Navîn gotî “Di Rojhilata Navîn de tiştekî êvarê te danî tu serê sibehê li cihê wê nabinî” de ye. Vê sêyemîn şerê parvekirinê li gor van taybetmendiyê xwendin, dîtin û li gor wê analîzkirin girîng e. Êdî tu tişt li gor qaliban nayê avakirin. Ne leşkertî, ne dîplomatîk, ne siyaset, tu tişt li gor qalibên berê nayê şixûlandin. Ev hevdîtin çêbûn, wê ev encam derkeve êdî tu bersivek an jî zêde wateya xwe tuneye. Efrîn nîşaneya wê ya herî vekirî ye.

Di vê qonaxî de gotina êrîşa li ser Efrînê bi erêkirina hinek hêzan pêk hatiye wê nirxandinek kêm bimîne. Eger bê gotin Rûsya-Îran erê kirin, wê demî erêkirina Amerîka û NATO wê bê piştguhkirin. Heta dawiya êrîşê û hêj jî berdewam dike çekên NATO’yê sewqê Artêşa Tirk tê kirin. Bi lezginî balafirên bê mirov di bin navê ‘millî’ yanî netewî xistin dewrê. Bêguman yek ji van jî ji NATO’yê ne serbûxwe ne. Hevpeymanên çek an jî aborî ya Rûsya bi Tirkiyeyê re hatî kirin encamên wan ên pratîkî hê ne diyar e. Yanî li pişt van helwestan çi cure hesab hene zêdetir rewşa rasteqîn wiha ye. Wekî di hevpeymana Munîh de çewa Çekoslovakya pêşkeşê Hîtler hate kirin Efrîn jî ji aliyê hêzên navneteweyî ve pêşkeşê Tirkiyeyê hate kirin. Ev plansaziyekî weke çewa Fransa Hatayê ji Tirkiyeyê re berdabû ye. Yek firqa wê heye Efrîn li berxwe da û hêjî li berxwe dide. Teslîm nabe. Wekî Komun an jî Komarparêzên Îspanyayê berî were asta şervanê dawî an jî guleya dawî taqtîk guherand, şer û berxwedanê berdewam kir. Ji ber vê yekî ji bo Efrînê pênaseya keleha berxwedanê danîn wê pênaseyek di cihê xwe de be.

Divê bê zanîn ku; hemû netew-dewlet negihiştine hev. Di navbêra wan de nakokî hene. Di Sûriyê de ji ber sedemên pir ters gihiştin hev. Eger li gor qalibên berê bidest bê girtin bi pêşketinên dawî yên di Sûriyê de divê Amerîka û Rûsya vekirî şerek li hemberê hev kiribûna. Armancên her du hêzan di polîtîkaya Efrînê de bû sedema hevkariyekê. Rûsya xwest kurdan bi xwe ve girê bide, Amerîka jî xwest kurd di wir de zahmetî bikşînin û bi vê awayî jê re mecbûr bimînin. Ji vir jî tê fêmkirin ku li ser yek hêzekî lêhûrbûn ji tu hêzekî heremî re nade qezanckirin.

DYA, bi kurdan re têkilî danî. Lê vê têkiliyê di heremê de tenê wê bi kurdan re bê kirin bê fêmkirin em ê xwe bixapînin. Bêguman DYA û Yekîtiya Ewropa (YE) bi AKP’ê re hin nakokiyên wan hene. Bi nêzîkatiyek polîtîk a duz ev hêzan, wê ji polîtîkaya Tirkiyê ya Rojhilata Navîn re bibêjin ‘raweste’ dê ne di cih de be. Li dijî Tayîp Erdogan in lê li holê ye ku bi tevahî Tirkiyeyê naxwazin berdin. AKP, di hêzên hegemonîk de aciziyek ciddî çêdike. Ji ber vê yekî jî dixwazin jê xilas bibin. Lê AKP jî vê yekî baş dizane û ji xwe re nexşerêyek siyasî ya nû derdixe. Siyasetek wiha dimeşîne: “Bê ku ez ji DYA qût bibim dikarim ya Rûsyayê li dijî DYA’yê bikar bînim.” Dema Serokwezîr Bînalî Yildirm digot “Fuzeyên S-400 ne alternatîfê fuzeyên patrîot in” hinek jî vê rastiyî îfade dikir. Got ez ê hem DYA îdare bikim hem jî Rûsyayê bikar bînim û bikaranî jî. Di vê demî de pêşxistina vê rêbaza polîtîk divê bê dîtin. Bi mantixê şerê sar neyê nirxandin. DYA jî vê rastiyî qebûl kir û kete nava hewildana ‘ezê çewa ya Tirkiyeyê frên bikim” de. Mînak di dagirkirina Kerkûkê de DYA pir ne bixwestek û ne bi zanebûn bêdeng ma. Nêzîkatiya DYA’yê hem ya Iraqê bikar bîne hem jî Tirkiyeyê, hewil da ku bihevre hereketkirina Iraq û Îranê asteng bike. Plan û projeyên DYA’yê ya li heremê hebû, ji ber vê yekî jî nedixwest Kerkûk were vê halî. Bê bîra me piştgirî û hin têkiliyên Îsraîlê bi hêzên heremê re hebû. Ew jî di pozîsyonekî dişibe ya DYA’yê de ma.

Li vir bi kurtasî rewşa Îsraîlê nirxandin wê di cihê xwe de be. Îsraîl demek dirêje di polîtîkayên DYA û YE de aktorekî siyasî ya bi bandor bû. Lê niha ne di pozîsyonekî ku tê xwestin de ye. Li ser vê esasî di Pergala Navendî ya Cîhanê de hêzên sîstemî asta bandorkerî û tewcihkirina pêşketin û bûyeran di hêla konjokturel de guheriye.

Pêvajoya ku bi Kerkûkê re destpê kir re hêzên hegemonîk, hesasiyeta Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de bikaranîn û wisa nêzîkê pêşketinan bûn. Car carinan tesbîta Ewropa ya Tirkiyeyê bikar tîne tê kirin. Lê Tirkiye beşek girîng a van têkiliyan de ji bo destûra qirkirina kurdan bigire xwe ji bikaranînê re vekirî dihêle. Li ser vê yekî em dikarin bibêjin ku AKP ji hemû desthiladarên dîroka Tirkiyeyê zêdetir rewşekî ku derfetên dewleta xwe derdixe bazariyê. Dîqat bikin di hin deman de Tirkiye, li dijî welatên YE û DYA’yê helwestên wisa tund nîşan dida ku ev helwest û tehdît ji aliyê welatekê din ve hatibûya kirin wê ev hêzanan demek kurt de wê perçiqandibûna. Lê AKP, ji ber dizane bi salane ev hêzan ji bo Tirkiyeyê razemeniyê kirine, ji bo wê jî bi dengekê bilind û hemû qartên di destên xwe de ser maseya qumarê radixe. Ji bo desthiladariya xwe berdewam bike hemû tişt dixe bazariyê. Hemû sînorên polîtîkaya piralî zor dike. Vekirî li holê ye ku hêzên hegemonîk di vê noqteyî de derdê wan ê giştî ew e ku Rojhilata Navîn di çerçoveya berjewendiyên xwe de biguherîne û yek ji hêzên ku li hemberê vê berxwe dide Tirkiyeyê jî bixe bin qontrola xwe. Yek ji wan hêzan a li dijî hegemonyaya navneteweyî li berxwe dide Îran e. Û hêzên hegemon van her du hêzên li heremê dixwazin zeyif bikin.

Hêzên emperyal qapîtalîst dixwazin sîstemekî netew dewlet a li gorî xwe ava bikin û yên di vir de hinek li berxwe didin ya Îran û Tirkiyê dibînin. Çewa tê zanîn nakokiyên dîrokî ya her du netew dewletan heye. Lê rastiyek jî heye ku kevneperestiya heremî bi hev re li ser piyan digirin. DYA û welatên YE di ferqa vê rewşî de ne û bi Tirkiyê re dikevin nava lihevkirinê. Erdogan ji vê re, ya hêzên derve mecbûr kiribû. Erdogan, di Tirkiyê de ya hêzên muxalif bi rêbazên cur bi cur tasfiye kir û niha bi vê awayî hinek xwe li ser lingan digire. Lê rastiyek hebû ku dihat xwestin ya Erdogan biguherînin. Tê zanîn ku DYA demek dirêje ya Fethulahçiyan weke îslama ajan birêxistin kir û ji destihaladariyê re amade dikir. Eger darbeya 15’ê tîrmehê pêk hatibûya, piştevanê darbeyê ya xûrt wê DYA bûya. Fethulah Gulen jî wê demî dê bibûya têkiliya yek nûmereya Amerîkayê. Wê ewê jî li gorî xwe polîtîkayekî kurd meşandibûya, wê ewê jî êrîşê kurdê azad kiribûya. Eger baş hatibe şopandin piraniya kesên ji Artêşa Tirk hatine qewitandin alîgirên DYA û YE yê bûn. Siyaset, artêş, burokrasî bi kurtasî di pir qadan de hêzên tê gotin alternatîfê dewletê ne, bi vê wesileyî hatin tasfiyekirin.

Tesbîtek wiha bê kirin wê rast be; Tirkiye ya ku ev 150 salin ji bo piştgiriya rojavayî hatiye amadekirin ji nişka ve nayê dûrxistin, jênakin û navêjin, lê rastiyek jî heye ku Erdogan jî ne di pozîsyonekî helwestek mezin li dijî Ewropa û DYA’yê bide de ye. Di esasê xwe de li dîroka nêz a Tirkiyeyê binêrin DYA û Ewropa bi darbeya 12 îlonê 1982’an re dixwestin Tirkiyekê nû ava bikin. Pêşiya vê projeya Tirkiyeya nû bi xwedî darbeya 12’ê îlonê Kenan Evren re hat vekirin, ya Fethulahçiyan bi saya vê xistin nava sîstemê. Bi vê hewildanî re niyeta avakirina dewletekî Îslam a nerm û hevkarî derket asta herî jor. Cebheya Erdogan van kesên tê gotin “Îslama nerm” tasfiye kir û bi israr xwest di heremê de tekane têkilî ew be û dixwaze ku wisa bê qebûl kirin. Bê bîra me ji destpêka Hamleya Reqqayê digot di şûna QSD’ê de min tercîh bikin. Erdogan tîne ziman ku dixwaze bi DYA, Ewropa û Rûsyayê re bimeşe. Hem xwe dide bikaranîn û xwe bide jiyandin hem jî dixwaze van hêzan bikar bîne. Ji ber vê yekê di hin analîzan de Erdogan û Tirkiye ji aliyê hêzên derve ve tên bikaranîn tam ne rast e. Raste Erdogan û Tirkiye tê bikaranîn lê ev bikaranîn li beranberê dijbertiya kurdan li ser daxwaza Erdogan tê kirin.

Di hêla giştî de; Yên di Rojhilata Navîn de siyasetê dikin tevgera wan a tecrubeyê bilind bûye û em di pêvajoyekî siyasetekê nerm tê meşandin de derbas dibin. Bêguman pêvajoyek wiha ji bo kurdan jî firsendên girîng dide. Mîmarê Konfederalîzma Demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di dahurandinekî xwe ya Rojhilata Navîn de wiha dibêje: “Di Rojhilata Navîn de her tişt rewşa nav tevgerînê de ye, ne ku tu bisekinî, dînamîk, her tim di nava tevgerê de bî emir dike. Madem dibêjî ez bi faşîzma sedsala 21’emîn re rû bi rû me, wê demî nexwe çima tu li gor şoreşgertiya sedsalê wek e ‘kuantayan’ hem li her derî hem jî ne li tu derî, hin caran bi pêl hin caran bi awayek perçê biçûk, lê her tim ne di nava tevgeriyê de yê?” Dikarin bêjin ku bê pişta xwe bidî derekî, bê ku daliqandî bimînî derfetên jiyanê zêde bûne, ji bo bindestan firsendên mezin derketine holê. Bêguman di nava vê pir rewşî de weke firsendan ewqas jî xeterî cih digirin. Ji bo vê yekî li hemberê xeteriyan hişyar mayîn, her daîm bi tedbîr tevgerandin pêwîst e.

Pêve girêdayî, li Sûriye û Rojhilata Navîn têkoşîn berdewam dike. Hêzên hegemonîk demekî hevkaran bikaranî û riya xwe dewam kirin lê niha zêdetir hin dewletên din ketin navê. Dema em vê tesbîtî dikin weke berê hêzên ku şerê wekaletê dimeşandin di demên pêş de zêdetir xwe nîşan bidin. Xuyaye têkoşîna bi vê tarzî wê berdewam bike. Xuyaye ku hêzên wekî DYA û Rûsya rasterast wê neyên pêşberê hev. Hê ne diyarbe jî lê xuyaye ku di Vîetnamê de lihev kirine. Ji ber vê yekî jî wê têkoşîna berjewendiyê hebe, lê di navbêra van her du hêzan de şer çênebe. Mînak di Sûriyê de ewqas balafir radibin lê hê carekê jî nehatine beranberê hev. Ev rewş îsbata hevpeymanekê di navbêra wan de heye ye. Bêguman her du jî dixwazin di rojhilat û rojavayê Firatê tam serwer bibin. Kurd bi heman polîtîkayê dê nikaribe encamekî ji nakokiyên di navbêra her du hêzan de bigire. Mînaka wê ya herî baş, Amerîka dengê xwe ji dagirkirina Efrînê re dernexist. Jixwe hê di destpêka sedsalê de di ser kurdan de perçekirinekî rojava û rojhilatê Firatê çêkiribûn. Ji bo vê jî çima DYA destûr da bikevin Efrînê xwe acizkirin ne di cih de ye. Ji ber berjewendiyên xwe wisa kir. Her çiqas di asta îdeayê de be jî, tê gotin ku Kobanê jî li derve bihêlin dixwazin projeyekî Herêm û kantonên Cizîrê bi başurê Kurdistanê ve bigihijînin hev. Projeya dewletekî Kurdistan a biçûk ku van qadan dixe nav xwe di rojeva hêzên hegemonîk de bû. Lê ev proje bi mudaxeleya hêzên demokratîk a Bakûrê Sûriyê re darbe xwar û nikaribûn bixin jiyanê.

Dema daxuyaniyên Erdogan dixûynin tê dîtin ku erdnigariya Bakûrê Sûriyê yên wekî Grê Spî, Minbic, Til Rifat û hwd tê hedefkirin. Li gor hesaba wan eger bibe jî bila tenê Cizirê bidin kurdan e. Di serî de Grê Spî Kobanê jî dixwazin ji Federasyona Bakûrê Sûriyê derbixin. Tabî di vê qadî de, hewil didin ya komên çete yên selefî bixin dewreyê û wisa bigihijin armanca xwe. Meşrûkirina xwe di ser malbatên van koman ên li wir dixwazin ava bikin. Ji ber vê yekê di van qadan de di demên pêş de wê têkoşînek germ dewam bike.

Ji bo demên pêş politikaya ku DYA bimeşîne dê girîng be. DYA li gorî xwe dixwaze bi kurdan re têkiliyê bidomîne. Tabî dixwaze bu kurdê nû yê li gor paradigmaya xwe ava bike têkilî deyine. Divê em li gor vê siyaseta heremê bixwûnîn. Demek dirêje di daxuyaniyên dide de bal dikşîne ser vê mijarî. Li aliyê din jî di têkiliya bi kurdan re noqteya din a girîng jî ew e ku yekîtiya Kurd-Ereb a di pêşengtiya kurdan de pêş dikeve bibînin.

Aliyê din jî nêzîkatiya DYA û Ewropa ya ser heremê lêgerîna pirtêkilî ye. DYA û welatên Ewropa di serdema Şerê Sar de di siyaseta xwe ya derbarê Rojhilata Navîn de tenê ya Tirkiyeyê esas digirtin. Niha vê dixwazin bi Siûdî Erebîstan û Misirê re hevsengiyê bikin. Armanca hewildana avakirina kombûna Ereban ku di pêşengtiya Misir û Siûdiyê de tê kirin jî di vê çerçoveyî de ye.

Dema di aliyê kurdan de jî em lê binerin çewa wekî hêzên din ji bo kurdan jî îtîfaq avakirin girîng e. Di dîrokê de serkeftina herî mezin Aryenan, di destana Newrozê de tê qal kirin. Ev serkeftin li dijî zalim ê heremê bi îtîfaqa mezin pêk hat. Şoreşên mezin ên di dîrokê de ne tenê bi berxwedanek biserê xwe, bi berxwedanê re îtîfaqên hatine çêkirin re hatiye qezanckirin. Li heremê ne tenê Aryenan, Semîtîkan jî bi êrîşên faşîzmê re rû bi rû bûn. Heta dixwestin ya tirkan bixwe jî bikin qurbanê vê faşîzmî. Tenê ji bo propagandayê be jî ji bo îtîfaq bên pêşxistin ev argumanek girîng e. Bala xwe bidineyê dewletên ku hêzên wan ên pir mezin hene jî, li dijî civakan îtîfaqan pêş dixin û dixwazin xwe bigihijênin serkeftinê. Pergalên serdest ên di asta dewletan de xwe birêxistin kirine jî di nava îtîfaqan de ne. Tirkiye, hem bi bloqa Rûsya-Îran û hem jî bloka DYA-rojavayî re tev digere û ev ne siriyete jî. Tirkiye nakokiyên ku di navbêra van hêzan de heyî jixwe re weke nefesekê jiyanê dinirxîne. Tu hêzî ji bo xwe wekî tercîha dawî nabîne. Ji aliyekê ve bi terafekî re têkilî datîne û di aliyê din de jî bi terafa din re jî çav dişkêne. Ev politikaya ku serdema Abdulhamît tîne bîra mirov, noqteya wê ya şikandinê tenê pişta xwe dide yek hêzî. Ev jî di 1. Şerê Cîhanê de îtîfaqa bi Almanya re hatî kirin e. Bê zanîn ku îtîfaqa Alman-Osmanî di heman demî de tê wateya hevpeymanekî dîrokî ji bo komkujiya Ermenî-Sûryaniyan. Niha belkî ne di wê astî de be, lê li ser qirkirina kurdan hevpeymanekî dişibeyê hatiye çêkirin. Ji bo vê jî sedema çima Tirkiye û Almanya dev ji hev bernadin eger em tenê wekî têkiliya Merkel-Erdogan û sohbetkirina çay vexwarinê ya Gabrîel û Mewlûd Çawuşoglu binirxînin dê ne di cihê de be. Taybetmendiya têkiliya Tirk-Alman a sedsala dawî de hatiye avakirin li ser qirkirinên ku mora xwe li serdemê daye ye. Di qirkirina Yahûdiyan de jî rolekî girîng a îtîfaqa navbêra Îsmet Înonu û Hîtler heye. Di têkiliya Kemal Ataturk û Îngilîstanê de jî taybetmendiyekî ku dişibeyê heye. Di van têkiliyan de komkûjiya Behra Reş û Egeyê derket holê.

Li ser vê esasî, şerê Efrînê di hêla giştî de li dijî êrîşên pergala dewletparêz şerekî parastina rewa bû, di koka xwe de jî êrîşa ser Efrînê encamên îtîfaqên Alman-statukoparêz an jî Îngilîz-Kemalîstan bibîr tîne. Ji bo vê jî em baş zanibin ku ew pêla îslamfobî ya dixwazin di cîhanê de belav bikin di esasê xwe de xapandinek mezin e û operasyonekî tarîkirina rastiyan e. Hin kes her çiqas ser DAIŞ’ê nasnameya heremî an jî îslamî pêve bizeliqînin jî ew bi temamî îmalat an jî întaca hevpar a bi sermayeya welatên rojavayî û statukoparêzan e. Dîsa van kesan fermana komkujiya Xiristiyanan, Ermeniyan, Suryaniyan û Ruman derxistibûn. Komkujiya Yahudiyan an jî komkujiya 30 milyon însanên Sowyetê ji aliyê sermayedarên rojavayî ve pêk hat. Li Başûrê Amerîkayê ku nêçirvanên serê mirovan ên wekî DAIŞ’ê dîsa berhemên vê sîstemî ye. Şerê Vîetnamê jî wisa ye. Berhemên hemû çeteyan ên ji Wahabiyan heta El Qaîdê-DAÎŞ’ê di heman fabrîqeya hêzên rojavayî yên navnteweyî derketine û kirine bela sere mirovahiyê. Ji ber vê yeke gerek îslamofobî gerek jî hevkariya DAIŞ’ê li gor têgihîne pêvçûna şaristaniyan hatiye formüle kirin û çewa kurê Bûsh piştî bûyera 11 îlonê ya kuleyên Amerîkayê gotibû berhemek projeya Seferiya Xacperest ên nû ne. Wekî şaxekî seferiya Xaçperestan êrîşê Efrînê kirin. Ev rewş jî zelaltir dike ku nirxandina vê êrîşî xistine asta Rûsya-Îran û tengkirine ji rastiya xwe dûr e. Êdî ev baş tê zanîn ku Efrîn bi erêkirina sermayedarên kurewî bi taybetî jî NATO’yê hatiye dagirkirin. Rûsya-Îran tenê ji bo nebin hedefa van hêzan dijminatiya Tirkiyê ya ser kurdan bikaranîn û hedefek nû nîşanê wî dane. Kurt û kurmancî tiştê li Efrînê derket holê îtîfaqa sîstema dewletparêz an jî rewşa hevparbûnê, taybetmendiya xwe ya hem konjokturel hem jî stratejik heye. Konjokturel e çunkî hêzên ku dijminê hev bûn wek demborî hatin cem hev an jî lihevkirin. Stratejîk bû çimkî di Efrînê de li dijî sosyalîzmê, bloka sermayedaran êrîş kir. Yê girîng ewe ku hemleyên ji niha û şûnde rast bê dîtin e.

Di ser pêşketinên li Guta, Efrîn û Idlîb tê jiyîn de hêzên heremî û global di navbêra xwe de pozîsyonekî nû derxistin holê. DYA û hêzên rojavayî ku ji bo Rojhilatê Gutayê heman helwestî danîn bi Tirkiyê re hevkariyê kirin. Li Idlibê jî di hevkariya Tirkiye, Rûsya û Îranê de pozîsyonên şer û lihevkirinê hatin diyarkirin.

Li Efrînê jî Tevgera Azadiyê û gelê kurd tenê weke perçeyek ji îtîfaqa di nava gelan de bi tena sere xwe du meh berxwe da. Ev rewş her çiqas li gor taybetmendiya xwe gelek firq hebin jî lê hinek dişibe Komuna Parîs û Komarparêzên Îspanyayê. Di her duyan de jî dewletan li aliyekî, gelan-civakan jî li terafekî cih girtin û şer kirin. Yanî pergala dewletparêz wekî her carê tercîha xwe dîsa aliyê dewletê bikaranî. Di serpêhatiya Jan Dark ku weke qehremanê jin a netewiya Fransayê hatiye îlan kirin de jî rewşek dişibê hat jiyankirin. Çewa dîrokê de jî derketiye holê hemû dewletan li dijî gelan-civakan teqez di nava hevkariyê de ne. Ji ber vê yekî tu dewlet ne ol ne jî nasnameya wan a kêman heye. Lê li aliyê din de jî hemû dewlet ji bo xwe karibe ser piyan bigire dev ji nasnameya ol û kêman bernade. Lewra pêdiviya wan bi kesên leşkeran, karkeran, berhemdaran û ya herî girîng jî yê danûstandinê dikin heye. Û ew civaka ku pêdiviya wan pê heye hewil didin xwe li ser nasnameya kêman û baweriyan ava bikin.

Di qonaxa heyî de ger em rastiya ku Tirkiye dixwaze şer berfirehtir bike berçavan bigirin, ji bo hêzên kurdan şerê esasî dê li Bakurê Kurdistanê be. Tê fêmkirin ku di sêyemîn şerê parvekirinê de gelê wê bên qirkirin kurd bin. Lê kurd jî dê li gor wê tedbir û îtîfaqên xwe pêş bixin.

Gelê Başûrê Kurdistanê heta astekî xwedî li berxwedana Efrînê derket. Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên navnetewî refleksan nîşan da û daxuyakirin ku ji Kerkûkê tecrûbeyên girîng derxistiye.

Xwevekişandina hêzên HPG-YJA-Star a ji Şengalê bandorek girîng li ser siyaseta Iraqê kir. Hêzên HPG û YJA-Starê anîn ziman ku hêzên parastina cewherî ya gelê Şengalê têra xwe dikin û xwe vekişandin. Ev pêşketin ya hikumeta navenda Iraqê rehet kir û bandorek erênî kir. Dîsa daxuyaniya hikumeta Iraqê hemû cure hewildana dagirkirinê ya Tirkiyê qebûl nekirin girîng bû. Tabî xebatên ji bo demokratîkbûyîna Iraqê jî di vê serdemî de pêwîste bibe rojeveke bingehîn. Wisa xuyaye ku kurd bi Iraqê re cih bi cih hin gengeşiyan bijîn jî dê nekevin nav helwestekî pêvçûnê. Bêguman ev nayê wê wateyî ku dê gengeşî neyê jiyîn jî. Neyê jibîrkirin cihê ku gengeşî û pêvçûn tunebe demokratîkbûyîn jî çênabe. Bêguman di vê noqteyî de rastiyekê girîng jî heye di hêla kurdên başur ve hêza dijber a esasî ne Iraq divê dewleta tirk be. Ji ber ku di dijbertiya kurdan de pêşengtiyê dewleta tirk dike.

Li derdora Îranê jî pêşketinên girîng dijîn. DYA dixwaze bi ser Îranê ve here. Li hemberê vê Îran gengeşiyê bilind nake, pir nerm nêz dibe. Ji ber ku Îran dorpêçkirina li ser xwe dibîne. Ji bo vê jî hem bi ser DYA û hem jî welatên Ereban ve diçe. Di rojên destpêkê de daxuyaniyên ku ew li dijî dagirkirina Efrînêye dikir. Lê di esasê xwe de çavên xwe ji dagirkiriyê re girt, denge xwe dernexist û li dijî Tirkiyê helwestek nişan neda. Ev jî dide nişandan ku di Rojhilata Navîn de divê ne li gotinan li pratîkê binêrin. Pirsgirêka Efrîne niha zahftir qrîtîktir bûye. Niha bûye pirsgirêkekî di navbêra Sûriye-Tirkiye û Sûriye-komên selefî de. Îran di vê noqteyî de bûye terafek xwezayî. Hususeke din a girîng jî desthiladariya AKP-MHP mijara nijatperestiyê û oldariyê bi hev re didin bikaranîn e. Di dîroka cîhanê ya modern de hemû qirkirin û komkujî bi gihiştandina nijatperestî û oldarbûyînê hatiye kirin. Jixwe netewperestî an jî nijadperestî bixwe qirkirin e. Dema olperestî û cinsiyetperestî gihiştandin hev tam xeteriyek mezin çêdike. Vaye tam ji ber vê sedemî ye ku dem bi dem ji aliye hin siyasetmedaran ve nirxandinên wekî “Divê rewşa aşitî jinûve bê honandin, çareserî bê pêşxistin” qet cihê xwe nagire. Ji desthiladarekî ku pênaseya faşîzmê dike li benda wê û çareserî an jî lihevkirinê bî tam safitiyek e. Faşîzm tecrîdê ranake, çareseriyê nayine, li dijî faşîzmê jixeyinê têkoşînê lêgerîna tu rêbazên din xapandine.

Rejîma Tirkiyê êdî ji rejîmekî meşru û zagonî derketiye. Jixwe di Tirkiyê de pergala hilbijartinê pir bi pirsgirêk bû. Lê bi yasayên dawî re di fermiyetê de jî teamulên demokratik ji holê hatine rakirin. Îtîfaqa AKP-MHP’ê di hilbijartinekê îhtîmal de ji bo qezanc bike hemû cure qilifên yasayî afirandiye. Ev hemû hêzên demokratîk ên li bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatina wan a cem hev û îtîfaqekê li ser hevkariya demokrasiye ferz dike.

Neyê jibîrkirin ku faşizm zextê dike, lê li cem wê jî hincetên têkoşînê jî zêdetir dike. Di cihê ku têkoşîn didome de faşizm nikare serweriyê bike. Heta ew zext dê lê vegere. Ev rastî di pîrozbahiyên Newrozê de careke din hat dîtin. Di Newrozê de hat dîtin ku di serî de gelê kurd gelen heremê li ser linga ye û li berxwe didin. Eger pêşengtiyek rast bê kirin, dikarin faşizmê têk bibin, welatekê demokratîk azadîxwaz ava bikin.

(Erdogan Altan)

05.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً