LEZGÎN
الرئيسية / Jin / BERXWEDANA SERDEMÊ: Komên çekdar li Efrînê jinan direvînin

BERXWEDANA SERDEMÊ: Komên çekdar li Efrînê jinan direvînin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Efrînê komên girêdayî ASA, li aliyekî talan û wêran dikin, li aliyê din welatiyên sivîl ên Efrînê direvînin. Li hemberî jinên ciwan jî fîdye dixwazin.

Tirkiye bi hevkariya ASA di 20’ê Çile de li dijî Efrînê operasyona leşkerî pêk anî. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), di 20’ê Çile de bi balafirên şer, tang, top, obus, firtina û gelek çekên giran ji hewayî û bejayî li dijî Efrînê operasyon pêk anî. Operasyona ku bi destûra Rûsya û gelek dewletên cîhanê dest pê kir, piştî 58 rojan ji ber bombebarana zêde Efrîn vala bû. Operasyon di roja 107’an de berdewam dike. Eskerên Tirkiye û komên grêdayî wê yên ASA ku piştî Efrîn vala kirin, li aliyekî talan û wêran dikin li aliyê din jî niha li gundên Efrînê welatiyên sivîl ên bi taybetî jin direvînin. Li gorî çavkaniyê herêmî komên ASA bi hevkariya eskerên TSK’ê li Efrînê çekdarên ji Xûta û Idlibê hatin tehliyekirin li Efrînê bicih kirin. Çavkaniyan diyar kirin ku komên çekdar ên li Efrînê şêniyên herêmê koçber kirin û malbatên komên çeteyan li wir bicih kirin.

‘ASA sivîl û Jinan direvînin’

Eskerên Tirkiye yên li Efrînê operasyonê berdewam dikin bi hevkariya ASA, bi armanca dagirkerî û şêniyên Efrînê vala bike, dixwazin kurdan qir bikin, her rêbazên qirêj dikin. Diziya mal û milkên welatiya dikin. Talan dikin û îşkenceyê li sivîlan dikin. Zarokan direvînin û tecawî jinên ciwan dikin. Jinan direvînin. Di demên dawî de hate zanîn ku endamên ASA bi taybet endamên Firqeya Sultan Murad a bi destê MIT a Tirk hatiye perwerdekirin û hin komên din sivîlan direvînin. Piştî revandinê, li hemberî kesên ku hatine revandin 700 hezar Lîreyê Sûriyê ji malbatên dixwazin. Eskerên Tirk û ASA, ger ku malbat pereyan nedin kesên dîl girtine qetil dikin. Hate zanîn ku zarokê bi navê Mihemed Mustefa Xelîl (16) ê ji gundê Sêmalka yê girêdayî navçeyha Mabata ya Kantona Efrînê girtin, kêr kirin û avêtin ser riya navbera navçeya Mabata û Efrînê. Beriya malbata Mihemed bigihêjin nexweşxaneya Ezazê, Mihemed jiyana xwe ji dest da.

Komên çekdar dest dirêjî Jinan dikin

Piştî ku DAIŞ bi revandin, destdirêjî û kuştinê hat naskirin û tirs ava kir, niha ASA jî heman rêbazan pêk tîne. Li Efrînê komên ASA yên ji Tirkiye piştgiriyê distînin, wekî DAIŞ’ê tev digerin. Komên ASA bi riya medya civakî dîmenan parve dikin. Li gorî agahiyê, Firqeya Hemzat ya girêdayî MIT a Tirk li gundê Basûta ya navçeya Şêrewa ASA ji gel xwest ku jin derkenevin derve û yên derketin jî bi xizmên xwe re derkevin. Jina ciwan Alîşar Ebdelo ji taxa Ternidê beriya heftiyekê bi hinceta terorê hate revandin û hêj tu agahî jê tune ye.

Jina ciwan Zozan Beşîr Silêman jî di 2’ê Nîsanê de li ser benda kontolê ya Terendê dema vegerandina wê tevî malbatê ji Efrînê re hate girtin. Zozan bi hinceta têkliyên wê bi rêveberiya xweser re hate girtin. Malbata Zozan bang li rêxistinên navnetewî kir ku qedera keça xwe nasbikin. Herî dawî komên çekdar ên girêdayî TSK’ê li ser malbata Henan Hesen a ji gundê Termûşa ferz kir ku keça xwe Yasemîn a 12 salî bi endamekî wan re bizewicînin.

  

07.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً