LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Çeteyên ku dewlemendiya erdnigariya Xûta wêran kirin: Niha jî dora Efrînê ye!

Çeteyên ku dewlemendiya erdnigariya Xûta wêran kirin: Niha jî dora Efrînê ye!

XÛTA – Rojhilatê Xûta yê girêdayê Şamê ye û herî dewlementir erdngarî ya di hêla çandinî, xwezayî û bi 15 cihên dîrokî ve di mîrateya kevnar a UNESCCO de cih digirin ji ber zêdetirê 2 salin şerê di navbêra rejîm û komên çete yên girêdayên Tirkiye, Siûdî Erebîstan û dewletên cur bi cur de, hatiye wêrankirin. Ev komên çete ku yek xalek lihevkirina di navbêra Rûsya û Tirkiyê de bi dagirkirina Efrînê re wê veguhezînin heremên Cerablûs, Ezaz û Efrînê de ye, tê gotin ku heta niha 41 hezar û 480 çete û bi malbatên xwe ve di heremê de hatine bi cih kirin. Hat diyarkirin ku ev çeteyên ku dewlemendiya erdnigariya Xûtayê wêran kirin niha jî dora wêrankirina xwezaya Efrînê ye.

Di Sûriyê de bi lihevkirina Rûsya û Tirkiyê re ji bo guherandina demografiyên heremên cur bi cur hewildan berdewam dikin. Rojhilatê Xûta ku bi firehbûna xwe 315 km çargoşe bi sê aliyan ve rojhilat, rojava û başûr de bi Şamê ve ye, bi xweza û çandiniya dewlemend tê naskirin. Bi salan e ji ber çemên biçûk li gundewar, bajarok û navenda Xûtayê de derbas dibin, bi xweşikbûna xwezaya xwe adeta bû navenda vekişandina turîstan.

Berhemên şûnwaran ên di parastina UNESCO de ne revandine Stenbolê

Rojavayê Xûta ku ji Rewbê despê dike, Mezê, Kefer Sûsê, Dareya, Keswê û Mi’edemiyet heta digihêje Şamê, çemê E’wec derbas dibe û ev yek dibe sedema dewlemendiya xwezayê, darên fêkî û çandiniya sebzeyan. Di heman xetî de gir, gor û pîrozgehên dîrokî yên wek e Girê Mirc ku li bajaroka Hoş El Rihaniyê ye, pîrozgeha Ebûmislim El Xolanî û pîrozgeha EbûSilêman Eldaranî li herêma Dariya, pîrozgeha Ebdilah bîn Of li herêma Mi’êdemiyet El Şam û Mizgefta El Miqdad bîn El Eswed jî li herêma Bipêla dikeve ye. Ji navenda Xûta Rojhilat a bi nave Dûma dirêj dike heta ku digihêje Zemelka, Ceremana, Melîha, Eqreba, Hizê, Kefer Betna û Erbîn, weke Girê Salihiyê, Girê Reş (Eswed), dîsa pîrozgeha Seyîda Zeyneb li başurê Şamê dikeve, Gora Sehabet Mudrîk bîn Ziyad El Ferazî, li herêma Berzê pîrozgeha Îbrahîm El Xelîl, li herêma Seqba jî gora Sehabî Ebdulah bîn Selam, li Melîha jî gor û pîrozgeha Sehabî Sed bîn Ubada û li Ceremana jî pîrozgeha El Xidir heye.

Hat destnîşankirin ku ev şûnwarên dîrokî ku bernamzetiya parastina UNESCO de ne, di sala 2013’an çeteyên DAIŞ’ê û piştre jî komên çete yên din jî heta niha 211 berhemên dîrokî yên ji 15 cihên pîrozgehan revandine û di ser Hatayê de kişandine Stenbolê û hatine firotin. Her wiha bi taybetî di şer û pêvçûnên 2 salên dawî ya di navbêra komên çete yên girêdayên Tirkiye, Siûdî Erebîstan û dewletên cûr bi cûr û rejîma Sûriyê de gelek heremên çandiniyê hatin xirabkirin, wêrankirin, êdî çandinî û sewalvanî hate ber tunebûnê.

Hemû çeteyên li Xûtayê bermahiyên DAIŞ’ê ne

Di destpêka şerê Sûriyê ya Adara 2011’an de gelên herêma Xûta li dijî rejîmê rabûn, peyder pey komên çekdar di bin nave Opozisyona Sûriyê de xwe bi rêxistin kirin. Di nava demê de li heremê DAIŞ derket pêş û di sala 2013’an de bi çalakiyan gelek komên biçûk hêdî hêdî tevlî DAIŞ’ê bûn. Li ser vê yekê hat gotin ku Rejîm jî li ser heremê di hêla aborî-bazirganiyê de adeta ketin û derketina heremê ambargo danî û di hêla leşkerî de jî dorpêç kir. Hêzên artêşa Rejîmê di tîrmeha 2014’an de di bin navê DAIŞ’ê de operasyonek li dijî komên çekdar pêk anî û ev yek jî bû sedem gelek berpirsiyarên (emir) DAIŞ’ê û komên din ji heremê derketin. Hat ragihandin ku lê piştî vê operasyonî jî DAIŞ bi taybetî li heremên Merc, Eyn Terma û Cober şaneyên razayî çêkir û bi riya van jî di bin navên cur bi cûr de komên “Dijber” ava kir. Her bi avabûna komên çete zêde dibûn re Rejîma Sûriyê jî bi hevkarê xwe Rûsya re ji bo heremê bixe bin qontrola xwe bi hêzên nav artêş û derveyê artêşê yên bi nave Hêzên Piling, Parêzerên Komarê (Heres Cumhurî), Firqa Çaremîn bi piştgiriya hêzên Rûsî û Îranî, di ser wan hêzan ve çû.

Ji van hêzan taybetî Ceyş El Îslam ku li Dumayê bi cih dibe, mezintirîn hêzên çekdar ên di nava Opozisyona Sûriyê de ye. Ev hêz piştî destpêka şerê li Sûriyê di Îlona 2011’an de ji komek biçûk di bin nave “Siriyet El Îslam” derket pêş, piştî saluki jî navê xwe guherî bû “Lîwa El Îslam”. Piştî di hêla aborî ku ji Siûdî Erebîstan girt û her çiqas çû mezin bû di sala 2013’an de hejmar gihişt nêzî 10 hezar kesî nave xwe kir Ceyş El Îslam (Artêşa Îslam). Her wiha ev hêz cihê xwe di Meclîsa Netewî û Koalisyona Netewî ku di nava Opozisyona Sûriyê de wek siyasî tevdigerin girt, di 8’ê rêbendana sala 2015’an de li peytexta Siûdî Riyadê tevlî civîna opozisyonê bû.

Yek ji komên ku di heremê de herî mezine Feyleq El Rehman ku ew jî bi taybet li heremên Erbîn, Heyt Cober û Hemoriyê bi cih bibû, destpêkê di Îlona 2012’an de di bin berpirsiyartiya Neqîb Ebdulnasir Şimêr ku ji Artêşa Rejîma Sûriye veqetiyabûn komek bi nave “Lîwa El Bera” tê avakirin. Lê ew jî piştî tevlîbûna hejmarek mezin nava komê çêdibe nave xwe di 2013’an de diguhere û dike Feyleq El Rehman. Ev hêz jî ku nêzî 9 hezar kesî pêk tê, hat gotin ku ew jî piştgiriya xwe ji Qetar-Tirkiye digire. Hat bîrxistin ku di 16’ê îlona 2017’an de li ser mijara “Heremên kêm pêvçûn” rêkeftinek di navbêra Feylaq Rehman û Rûsyayê de pêk tê.

Hêjayî bîranînê ye ku di 16’ê Îlona 2017’an de rêkeftinek di navbera Feyleq Rehman û Rûsyayê ji bo herêmên kêm pevçûn li hevkirin.

Yek ji komên din ku li heremê bi taybetî herêma Heresta ya Xûtaya Rojhilat di bin serweriya wî de bû Ehrar El Şam ku gelek tabûr û tugay di nava xwe de dihewîne û raste rast girêdayê Tirkiye û Qetar in. Ev kom her çiqas li gelek herêman hebe jî lê yê herî zêde li Idlibê hatibûn bi cih kirin. Hat diyarkirin ku her çiqas bi Tahrîr El Şam (El Nûsra) re nakokiyên wan ên kur hebin û bihev diçûn jî di demên dawî de bi El Nûsra re di Xûtayê de li dijî rejîmê şer kirin.

Li Xûta ya 2 sal zêdetire şer û pêvçûn hene lê bi êrîşa ser Efrînê re kete rojevê!

Şerê li Rojhilatê Xûtayê ya di navbêra komên çete û Rejîmê de bi taybetî ev 2 salên dawî pir zêde bibû, di nava vê demi de li gor daneya Neteweyên yekbûyî (NY) ku di meha Adarê de heta niha ji 400 hezar nifûsa herêma Xûtayê hezar û 600 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane, qet nediket rojevê jî. Lê piştî di 20’ê çileya 2018’an de bi erêkirina Rûsya û vekirina qada hewayî, bêdengiya hêzên navneteweyî û Amerîka re Tirkiye bi komên çete yên di bin navê ASA de êrîşê ser Efrînê kir, bi bombebarana balafir, tang, top û obusan bi sedan sivîl hatin kûştin, şûnwarên dîrokî û jiyanî jî di nav de gelek herêm hatin talankirin û wêrankirin, di serî de ragihandina dewleta tirk, hêzên koalisyona navnetewî jî bi destê NY herêma Xûtayê jinedî ve xistin rojevê. Lê piştî dagirkirina Efrinê temam bû, bi hinceta ku li dijî komên çekdar ên li dijî rejîmê şer dikin û ji aliyê gelek kesan ve weke “Terorîst” tên bi nav kirin bi îdeaya li bajaroka Dûmayê çekên kîmyewî hatiye bikaranîn, ji aliyê Amerîka û koalisyona navneteweyî ve mijara mudaxelekirina Sûriyê re ev xistina rojevê derket asta lûtkeyê.

Di hevpeymana ‘bide Xûta lê Efrîn bigire’ de 41 hezar û 480 çete şandin Efrînê

Di mijara Efrînê de jixwe yek ji madeya hevpeymana navbêra Rûsya û Tirkiyê de ku vekişandina komên çete yên di Xûta û Idlibê de bûn, hêdî hêdî bi sedan komên çete bi piştgiriya Tirkiyê di ser Idlibê de veguhestin Ezaz û Efrînê. Hat destnîşankirin ku heta niha 41 hezar û 480 ev komên çete û bi malbatên wan re yên ku li heremê wek e talanker, îşkence, revandina mirovan, kaçaxçitiya berhemên dîrokî û hwd tên nasîn, piraniya wan li Efrînê, li Bakûrê Sûriyê hatin bicih kirin.

Ev komên çete yên veguhestin bi taybetî Efrîn û bakurê Sûriyê, ji aliyekê ve li ser desthiladarî û parvekirina herêman nakokî di navbêra wan de derdikeve û dibe sedema pêvçûnan, ji aliyê din ve jî ew çanda talankerî, dizî, îşkencekirina sivîlan, kaçaxçitiya berhemên dîrokî û hwd di van herêman de berdewam dikin. Tê gotin ev komên ji aliyê hêzên dewleta tirk ve têne birêvebirin ji bo guherandina demografiya Efrînê çi ji destê wan tê dikin.

08.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً