LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Gelê Efrînê di bin gefên nexweşî û mayînan de ye!

Gelê Efrînê di bin gefên nexweşî û mayînan de ye!

ŞEHBA – Zêdeyî sed hezar Efrîniyên ji ber operasyona hewayî û bejayî ya Tirkiye û ASA koçî Şehbayê kirin û li kampan dijîn li dijî nexweşiya weremê têdikoşin. 2 zarokên bi weremê ketin, ji ber ku nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

Li kampa penaberan a gelê Efrînê ku li Şehba bi cih bûne, xizmeta tenduristiyê nayê kirin. Ji ber xizmeta tenduristiyê nayê kirin nexweşî belav dibe û zarok bi weremê dikevin. Her çend li Kantona Şehba 4 nokteyên tenduristiyê hatin avakirin jî, ji ber ku pêdiviyên amûr û îlacan zêde ye, nikarin xizmetê bidin. Li navçeya Ehrezê nexweşxaneyek sivîl, li navçeya Kefer Neye, navçeya Fafînê û navçeya Til Rifetê noqteyên tibî hatin vekirin. Lê ji ber amûrên tenduristiyê kêm e, nikarin nexweşên giran rizgar bikin. Di demên dawî de werem (jana zirav) belav dibe. Herî dawî 2 zarokên biçûk jiyana xwe ji dest dan.

Pitikê 12 rojî Yûsêf Mistefa û pitika 16 rojî Hemrîn Hisên ji ber nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan. Ji ber derman tune û nexweş nayên dermankirin, nexweşiya laşmaniya jî pir belav dibe. Dîsa ji ber xizmeta paqijyê kêm e nexweşî zû belav dibin.

Mayin li pey xwe hiştin û çûn

Şehba di dawiya sala 2016`an de ji komên çekdar hat rizgarkirin. Lê gelek mayîn li pey komên çekdar man bi welatiyên Efrînê de diteqîn û gelek welatî jiyana xwe ji dest didin.

Gelê Efrînê di 18’ê Adarê de piştî êrîşên hewayî zêde bûn neçar man Efrînê vala bikin û berê xwe dan Şehbayê. Lê piştî hatin Şehbayê, vê carê li dijî nexweşî û teqemeniyan têdikoşin. Welatiyê Efrînî yê 23 salî Berxwedan Reşo, li Til Qirahê yê Kantona Şehbayê mayin bi wî de teqîya û birîndar bû. Dîsa 8 welatiyên din li cihên cuda bi mayînan birîndar bûn. Kesên birîndarbûn ev in: Leyle Ehmed (42), Ebd El Hemîd Mistefa (11), Xalid Mûse Helayêl (42), Şiyar Heftaro (10), Ismayîl Hemo (52), Ehmed Şeref (33), Hisên Mihemed Şêxo û Ela Twarîs (12).

Di rojên dawî de li Şehbayê jî baran zêde dibare. Lê ji ber ku gel di çadiran de dijî hemû der û dora wan dibe herî û gol. Gelek çadir ji ber barana zêde di bin avê de dimînin û şertê jiyanê zahmettir dibe.

Di 20`ê Çileya 2018`an de Tirkiye û ASA li dijî Efrînê ji qada hewayî û bejayî operasyon pêk anîbû. Piştî Tirkiye bi piştgiriya ASA 58 rojan bi tang, top û balafirên şer bombe kir, gelê Efrînê neçar ma warê xwe vala bike û koçî Şehbayê bibin. Piştî gelê Efrînê bajar û navçe vala kirin, komên çekdar ên girêdayî ASA dest bi talankirin û wêrankirinê kir. Talankirin û wêrankirina mal, tacîz, tecawiz û revandina welatiyan a ji aliyê komên çerdar ve didome.

Zêdeyî 100 hezar welatiyên Efrînê hatin li cihên ewle yên Kantona Şehba yên gundên Şêrewa û kampa Berxwedanê bi cih bûn.

Rêvebiriya Xweser û Heyva Sor a Kurd bi hemû hewildanên xwe kampa bi navê Berxwedan ava kirin, Bi qasî derfetên heyî amûr û noqteyên tenduristî hatin avakirin. Cîhana li dijî êrîşan bêdeng ma, niha li dijî pirsgirêkên tenduristî, jiyanî û civakî jî bêdeng in û nexweyiya ku derketiye holê belav dibe.

09.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً