LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / BERXWEDANA SERDEMÊ: Li Efrînê çalakiyên taybet li dijî çeteyan didome

BERXWEDANA SERDEMÊ: Li Efrînê çalakiyên taybet li dijî çeteyan didome

NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama êrîş û hewildana qirkirina gelê kurd li Efrînê, hate eşkere kirin ku buyerên revandin ku di nav heftiyekê de gihişte 11 sivîlan, her weha bicihkirina malbatên çeteyan li Efrînê didiome. Di vê çarçoveyê de malbatên çeteyan bi taybet ên Ehrar El Şam niha li heremên Efrînê têne bi cih kirin. Ji aliyê xwe ve Hêzên YPG û YPJ di çalakiyên taybet de berdewamin ku herî dawî serçeteyê bi navê Ebû Xalid Elzexlîl hate kuştin.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK:

Di 3’ê Gulanê de artêşa Tirk û çeteyên wê amadekariyan dikin ku koçberên Dûmayê li navçeya Bilbilê bi cih bikin. Her weha artêşa Tirk û çeteyên wê dizî û talankirinê li kantona Efrînê didomînin.

Di 4’ê Gulanê de Fermandariya Giştî ya YPG‘ê ya Efrînê ragihand ku yekîneyên wan di dijî serçeteyê bi navê Ebû Xalid El-Zexlûl çalakiyeke bi bandor pêk anî û di encamê de serçete hate kuştin. YPG‘ê her wiha diyar kir ku 3 çeteyên Feyleq El-Şam hatin kuştin.

Di 6’ê Gulanê de artêşa Tirk li kantona Efrînê hunermendê Kurd Aslan Can revand.

Di 7’ê Gulanê de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê kiriyarên xwe yên hovane li dijî sivîlên Efrînê didomîne. hate ragihandin ku 5 sivîlên din hatin revandin.

Di 7’ê Gulanê de di çarçoveya siyaseta guhertina demografiyê ya bi hevpeymana Tirkî-Rûsî tê meşandin de, malbatên çeteyên Ceyş El-Islam li Efrînê hatin bicihkirin.

Di 8’ê Gulanê de çeteyên bi ser artêşa Tirk ve ciwanek ji gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin. Ew êşkence kirin û piştî malbatê miqdarek zêde pere dan wan hate berdan.

Di 8’ê Gulanê de di çarçoveya domandina siyaseta guhertina demografiyê de, komên ên li bajarokên Yelda, Beyt Sehim û herêmên din ên dikevin başûrê bajarê Şamê diman, li Kantona Efrînê hatin bicihkirin.

Di 9’ê Gulanê de bûyerên kuştin, revandin û êşkenceyê ku li Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve li dijî welatiyan pêk tê hîn didome, nasnameya welatiyê bi navê Betal Zekî Hemşo hate naskirin. Çeteyan Hemşo revandin û ew birin cihekî ne diyar. Êşkence li wî kirin, paşê malê wî talan kirin û ew berdan.

Di heman demê de çeteyan welatiyê bi navê Hesen Xalid revandin, 20 rojan ew êşkence kirin.

Çeteyên Lîwi El-Fetih jî welatiyê bi navê Xelîl Xelîl (28) revandin û birine cihekî ne diyar. hîn jî çarenûsa Xelîl ne hate zanîn.

Welatiyê bi navê Mihemed Mihemed (35) beriya 5 rojan hatiye revandin û hîn jî rewşa wî ne diyare û hîn jî welatiyê bi navê Xelîl Qasim, Ebdo Erbûş û Xelîl Nûr Ristem (30) li gel çeteyan e.

ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê:

Di 6’ê Gulanê de li gundê Ehdas ê girêdayî navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê mayînek teqiya, di encamê de zarokekî Efrînî bi giranî birîndar bû.

12.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً