LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Hêzên hegemon û hewildana derketina ji qrîzê!

Hêzên hegemon û hewildana derketina ji qrîzê!

Di herikîna pergala dîrokî ya civakê de, hegemonya navneteweyî kaos û qrîzek pir girîng dijî. Qrîz û kaosa tê jiyîn ne demkurt, demdirêj û mayînde îfade dike. Ev qrîza mayînde û pêkane hemû navendên pergala hegemonîk bandor dike. DYA ku weke bingeh û pêşengtiya pergala heyî dike jî ji vê qrîzî rasterast tesîr dibe, bi hin pêngavan dixwaze ji vê rewşî derkeve. Dikarin bêjin Rojhilata Navîn a ku noqteya derketina kevneşopiya desthiladar û dewletê ye, ketiye rewşa navenda vê qrîza pêkane. Pergala modernîsta qapîtalîzmê li heremê dozaja şer bilinditir dike û qrîzê kurtir dike.

Qrîza sîstemê ku asta xwe ji şerên yekemîn û duyemîn cîhanê derbas kiriye, hêzên hegemonîk ên mezin ku berê de bloqbûn, pêvçûn dijiyan ji nû ve tîne rojevê. Ev nakokî, pêvçûn û cih bi cih jî hevkarbûyîn herî zêde di zemîna Rojhilata Navîn de diyarker bûye. Di vê şerê hegemonîk de ku serkêşiya wê DYA û Rûsya dikşînin bi hêzên cuda, rojevên cuda ve di her du aliyan de cih dibe. Her yek ji wan ji vê pêvçûna berjewendiyê dixwazin payê xwe bigirin. Bêguman di esasê xwe her çiqas ev her du hêz derdikevin pêş jî, hêzên navneteweyî yen wekî Fransa, Brîtanya û Çîn ku polîtîkayan hildibêrînin, dîsa hêzên heremî wekî Siudî Erebîstan, Misir, Îran û Tirkiye jî weke terafek ji vê nakokî û pêvçûnî tevlî pêvajoyê dibin û dixwazin raber (tewcih) bikin.

SÛRIYE

Şere di Sûriyê de ku bûye navenda kaos û qrîza hegemonîk a tê jiyîn, êdî derbasî qonaxeke nû bûye. Dikare bê gotin ku Rûsya; bi DYA re lihev bikeve, di wateya giştî de li dijî hêzên welatên rojavayî ji bo karibe înîsiyatîfê bigire ya Tirkiyeyê kişande nav şerê Sûriyê. Polîtîka Tirkiye ya kevneşopî ku li ser dijminatiya kurd di rewşa heyî de bandorker be jî, yê diyarker ewe ku Rûsya gavek wiha pê dide avêtin, wê teşwîq dike ye. Rûsya, ya Tirkiyeyê kişand Sûriyeyê hem li dijî DYA-Ewropa hat noqteyek serdestiyê hem jî di noqteya ya Tirkiyeyê ji NATO’yê qûtkirin de gavek girîng avêtiye. Di vê noqteyî de gavê hatî avêtin her çiqas di xweseriya Sûriyê de pêş ketibe jî di esasê xwe de di asta herêm û cîhanê de girîngeyek stratejîk derdixe holê. Gerek perspektîfa Rûsya ya “Derketina deryayên germ” û gerek jî rewşa jeostratejîk a Tirkiyeyê di hemleyekê wiha de bandor kiriye. Di encamê de her çiqas ne di asta hatî hedefkirin de be jî, Rûsya di heremê de giraniyek siyasî qezanc kiriye. Rûsya ku hema bêje bi tena serê xwe hatiye asta siyaseta heremê tewcih bike, bû diyarkerê esasî ya mudaxelekirina dawî ya li Sûriyê hatî kirin bûye. DYA-Ewropa ku tê fêmkirin bi plankirî hinceta “Bi çekên kimyewî êrîş hatiye kirin” derxist û bersiva Rûsyayê daye. Hin navendên Sûriyeyê rastî bombardimanê hatin rasterast peyam da Rûsya, Tirkiye û Îranê.

Bi vê gavî re DYA, peyama ku dê di heremê de hin aktorên nû jî bikevin dewreyê da. DYA, li mudaxeleya Sûriyê ya hêzên wekî Fransa û Îngîltere jî kir hevkar, dîsa Almanya û Îtalya jî xist yedekê. Li beranberê Rûsya di demên pêş de ev hêzan wê aktîf bibin, nîşan dide ku hem di heremê û hem jî cîhanê de şer berfirehtir bibe. Piştî mudaxeleya di pêşengtiya DYA yê de pêk hat de, di daxuyaniyên hêzên wekî Siûdî Erebîstan, Emîrtiyên Ereb ên Yekitî, Misir de tê dîtin ku di demên pêş de têkiliyên koalisyona navnteweyî bi yekîtiya Ereban re zêdetir bibe û tevgeriya di heremê de berdewam bike.

Dema li pêşketinên dijîn dinêrin tê fêmkirin ku Minbic dê noqteya şikandinê be. Rûsya, berê Tirkiyê dide Minbicê, di ser Minbicê de dixwaze ya koalisyona navneteweyî û Tirkiyeyê tîne beranberê hev. Rûsya eger di vê hemleyî de bi ser bikeve, hem dê her du hêzên NATO’yê bîne pêşberî hev hem jî leşkerên DYA yê ji Minbicê karibe bide vekişandin dê DYA de şikestinek cidî pêk bîne. Rûsya ku ya Tirkiyeyê taxrîk dike û hesabên xwe yên hegemonîk dixwaze bixe jiyanê, DYA li hemberê vê hemleya Rûsyayê dixwaze li Minbicê bendekî ava bike, êrîşên dijber werin wê hewil bide ku ji wir rawestîne. Ji ber vê yekî ev daxuyaniyên DYA yên wekî “Ez dê leşkerên xwe ji Sûriyê vekişînim” tu rastiya xwe tune ye. Vekişandina DYA ya ji Sûriyê tê wateya ji Rojhilata Navîn xwe vedikişîne. Her çiqas daxuyaniyên wiha bên jî agahiyên ji qadên tên, rastî tam jî tersê wê nîşan dide. Siûdî Erebîstan û Misir ku bi perspektîfên DYA yê tev digerin di bin sîwana koalisyona navneteweyî de dixwazin bikevin Sûriyeyê. Dîsa yek ji endamên koalisyona navneteweyî Fransa şandina leşkeran a Minbicê jî didomîne.

Di vê şerê ku weke sêyemîn şerê cîhanê tê îfade kirin de tê xuyakirin ku Rûsya hewil dide ya Tirkiyeyê bikşîne aliyê xwe ve, DYA jî wek hemleya dijî wê hewil dide ku hêzên NATO û koalisyona navneteweyî aktîf bike. Ji ber vê yekî herêm ne di rewşekî ku hin kes li bendê ne ku sekiniye, atmosferek siyasî ya bêpêvçûn de bimîne ye. Berovajê wê qrîz û kaos bi hemû giraniya xwe bidome, hêzên hegemonîk di rewşa pêş bikeve de hewil bidin ku pozîsyonên xwe bi hêztir bikin.

TIRKIYE

Di qonaxa ketineyê de diyare ku Tirkiye wê wekî berê nikaribe tevbigere, asta têkiliyên xwe yên berê ya hem bi bloka NATO ya pêşengtiya wê DYA dike û hem jî bi Rûsya re nikaribe bidomîne. Wê li Tirkiye zor bikin ku terafek ji xwe re hilbijêre û kîjan terafî bijêre bila bijêre wê rastî zextên mezin ên terafê din were. Erdogan her çiqas bîne ziman ku ew di heremê de hatiye rewşekî aktorê heremî jî rewşa tê jiyîn, Tirkiye bûye qurbanê şerê hegemonîk. Tirkiye ketiye nav hewildana ku ji nakokî û şerê berjewendî yên emperyal a navneteweyî pay ji xwe re bigire de, bi gotinekê din xwest siyaseta “Çeqelê” bimeşîne. Hêzên hegemonîk jî ku hesasiyeta kurd a Tirkiyeyê dizanin, dixwazin ya Tirkiyeyê bikar bînin. Lê asta şer a gihiştiyê, êdî neçar dihêle bikeve riya veqetandinê. Tirkiye bi dagirkirina Efrînê re, di Sûriye de şerê wesayetê temam bûye, dewlet êdî rasterast ketine nava şer. Bêguman di cîhana me ya îro de terafên tuj, bloqbûyîn tuneye, têkilî hineke din qeraqterên nerm girtiye. Lê diyare ku pêşketinên di qadê de ya Tirkiyeyê neçar dihêle ku tercihek wisa bike.

Di vê qonaxî de biryara Erdogan a hilbijartina zextê zû da destpêkirin, bi pêşketinên heremî û navneteweyî re rasterast girêdayî ye. Erdogan, bi vê gavî re dixwaze xwe ji qrîza siyasî û aboriyê xilas bike, tengezariya dikşîne jî bi awayek difikire ku bi hilbijartinan derbas bike. Erdogan, dixwaze bi hilbijartinan qrîza ji hûndir û derve dijî ser bigire û ji nû ve meşrutiyetekê di hêla civakê ve qezanc bike. Em dikarin bêjin ku hilbijartin ya Tirkiyeyê ji qrîza navneteweyê xilas neke, di her halî de Tirkiye wê bi aliyekê ve biweşe. Ji ber sedsal zêdetire hêzên rojavayî razemeniyek li ser Tirkiyeyê kiriye xuya dike dê Tirkiye ji aliyê NATO’yê ve tercih bike. Tabî ev demeke, Erdogan ji bo yek mirovbûna xwe hilde saxlemê bi her kesî re ketiye nav têkilî û îtîfaqê. Di vê hêlî de dibe ku tercihek cuda jî bike. Lê îşaret hene ku wê hewila xwe ji aliyê NATO’yê ve bike. Tirkiye li gor pozîsyona xwe ya di tevgera hewayê ya li ser argumana çekên kîmyawî ya Sûriyê de nîşan da, nîşaneya vê yekî ye.

Tirkiye kîjan alî tercîh bike bila bike, komên ASA yên di Sûriyê de da şerkirin û xwedî kir, zû dereng wê bibe belayê serê wê. Dîsa milyonan penaberên ku xiste amûrê siyasetê û li dijî cîhanê wekî amûrê şantajê bikaranî, ji niha û şûn ve ji bo Tirkiyeyê bizivire pirsgirêkek mezin. Xuyaye ku ji ber Tirkiye lêstikek wisa lêyist wê mezin winda bike. Di vê noqteyî de îtîfaqa AKP-MHP’ê ya li ser polîtîkaya netewperestî û olperestiyê ava kirine dê nikaribin bidomînin, dikarin bêjin ku her roja diçe ev polîtîka li Tirkiyeyê dizivire. Tirkiye, an dê alîkarî bide hewildanên li ser navê derketina ji qrîza pergalî ya cîhanê û demkî be jî xwe li ser piyan bigire, an jî bi vê awayî dewam bike û were ber hilweşandinê.

IRAQ

Li Iraqê jî tê dîtin ku qrîza siyasî ya tê jiyîn hewildan tê kirin ku bi riya hilbijartinan bê derbaskirin. Di hilbijartinên Iraqê de Ebadî bi ser bikeve wê ev hêz bide siyaseta DYA yê, Maliki qezanc bike Îran wê bi hêz bibe, eger tevgera Sadr serkeftinek bîne wê welatên kendavê di riya netewperestiya Ereb de mesafeyek girîng çêbibe. Li Iraqê jib o hemû tevgerên Şîa yên behsa wan tê kirin, Sûnî û kurd wê wek pirsgirêk berdewam bike. Her sê pêkhateyên Şîa jî di hêla çareseriyê de polîtîkayekê wan a Sûnî û kurd tuneye, ev yek jî tê îfadekirin ku ji mudaxelekirina Tirkiye ya ser Iraqê re zemînek ava dike. Tirkiye hewildana dagirkirina başurê Kurdistanê re dîsa daxuyaniyên wê ya derbarê Sûniyan de nîşaneya vê yekê ye. Bi girêdayîna pêşketinên heyî re em bi nirxînin ew rewşa nakokî û pêvçûnên li Iraqê wê berdewam bike, hem DYA hem Îran hem jî Tirkiye nêzîkatiyên mudaxeleker a bi taybetî li ser başûre Kurdistanê û Iraqê bidome.

ÎRAN

Îran her çiqas xwe bi Rûsya re nava têkiliyek nêz de nîşan dide jî xuya dike ku têkiliyên di navbêra her duyan de şikestinek heye. Siyaseta heremî ya Rûsya û siyaseta Îranê her çiqas cih bi cih dişibin hev jî di astek mezin de ne lihevin. Îran ji derve ve bi zextek mezin re rû bi rû ye û ji bo ji vê rizgar bibe jî bi hemû hêza xwe dixwaze di heremê de bi bandor be. Em vê dikarin bêjin ku her çiqas Îran zahmetî dikşîne jî bi tu awayî ne di pozîsyona Tirkiyeyê de ye. Îran, wekî Tirkiye qet ne di pozîsyona belavbûye, ji hêz ketiye, hêza wê ya hûndir û derve nîqaşê de ye. Îran hêj jî hem di hûndir û hem jî heremê de hêza xwe di astek bilind de diparêze, dikare hemleyên heremkê bike. Di vê hêlî de dema Îran bê nirxandin divê baş bê zanîn ku ji şîroveyên an niha dê rastî mudaxeleyê bê, belav bibe û bê bandor bimîne rastiyê dûr e. Bala we lê be ew bendewariya ku wê mudaxeleyê Îranê bê kirin hebû, niha Tirkiye zêdetir di rojevê de ye. Hema bêje ku di wateya Tirkiye wê rastî mudaxeleyê bê, ketiye pêşiya Îranê.

Mijarekê din jî şîrove û nirxandinên ku ya Îran û Tirkiye di heman xetî de ye tê kirin. Bila bê zanîn ku rol û misyonên dîrokî ya her du hêzan pir firqên cidî hene û mimkun nayê xuya ku bi hêsanî her du werin gel hev. Dem dem her du hêz di serî de pirsgirêka kurd û hin mijaran de dîmenek hatine cem hev nîşan didin jî lê di esasê xwe de dijbertiya stratejîk a her du hêzan heye û hatina wan a gel hev tersê herîkîna dîrokê ye. Di vê noqteyî de em dikarin bêjin ku Îran di perala cîhanê de asta gihiştiyeyê êdî divê bê derbaskirin. Lê ev guherandin ne mudaxeleyekê ji derve ve encax rasterast bi dînamîkên hûndirîn pêk were îhtîmal heye encamp bigire.

(Erdogan Altan)

16.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً