LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rûreşiya dewleta Tirk: 16 hezar parçeyên dîrokî ji Efrînê hatine dizîn

Rûreşiya dewleta Tirk: 16 hezar parçeyên dîrokî ji Efrînê hatine dizîn

EFRÎN- Bi destpêkirina operasyona 20’ê Çileyê li dijî Efrînê de dewleta Tirk bi hevkariya komên ASA li gund, navçe û bajarê Efînê, cihên dîrokî di bingeh de armancgirtin. Ne tenê cihên dîrokî yên ku vedigerin hezar salên beriya zayînê, her şaristaniyên ku li kantona Efrîn hatine avakirin di armanca dagirkeriyê de bû. Mizgeft, dêr, dibistan, bendavên avê, mezer û perestgeh ji topbaranên balafirên Artêşa Tirk bê par neman. Agahiyên ku hatine girtin piştrast dikin ku di riya diziya ku dewleta Tirk ji berhenmên dîrok yên Efrîn kirine heta niha 16 hezar parçeyên dîrok ji Efrînê hatine dizîn û derbASÎ Tirkiyê htine kirin.

Rûxandin û qirkirina dîroka kurdan têrê nekir, ev car dewleta Tirk dema ku serweriya xwe li ser bajarê Efrînê feriz kir dest bi talankirinên xwe kir. Mal û milkên gel, zevî û erdên ku hatine çandin, herî dawî hate eşkere kirin ku kevneşopiyên ku nasnameya dîrokî ya vê herêmê nîşan dide talan kirin û dizîn. Her wiha di sûka Tirkan de niha têne firotan, agahî bi hejmareke kêm diyar dikin ku heta niha 16 hezar parçeyên dîrokî ji Efrînê hatine dizîn û derbasî Tirkiyê têne kirin.

Efrîn û giringiya wê ya dîrokî

Herêma Efrînê di dîrokî de xwedî cihekî girîng e, pir şaristaniyên ku mirovahî bi pêş xistin li ser hatine jiyankirin û mohra xwe jî di hundir Efrîn de danîne. Şaristaniyên ku li ser vê bajarê kevnar re derbas bûne jî wiha ne: Horî, Mîtanî, Romanî, Yenûnî û Bîzans, ev şaristaniyên navborî li şûn xwe gelek nasnameyên ku Efrîn pê tê naskirin hêştin. Bi dehan cihên dîrokî ku dibin cihekî rêbiwariyê ku bi hezaran mirovan serdana wê dikin e. Ji şaristaniyên ku vedgerin beriya zayînê weke Şikefta Duderî, Kela Nebî Horî, Ên Darê, Mermaron û pira Romanî hene.

Zêdetirî 5 pirên dîrokî û bi nav û deng li Efrîn û navçeyên wê hene. Pira Roman heye bi du pir in, di serdema yekemîn de hatin avakirin, carinan jî dihatin nûkirin. Heta niha ev herdu pir jî ji bo çûn û hatinê tên bikaranîn. Pira Her Derê ji pirên herî girîng in di Kantonê de, dirêjahiya wê 450 M û bilindahiya wê 97 M ye bi ser geliyê Heşarkê ve diçe. Pirên din jî weke Kitix û Ziravkê li ser çemê Kitix in, pira Astêr û pira Cûmkê li ser çema Efrînê ye.

Her çiqase Çiyayê Kurmênc xwedî mozexaneyeke erîq ya gelek şaristaniya be, lê ji aliyê Rêjîma Sûrî ve girîngî jêre nedihat dayîn û hemû kevneşopiyên wê û cihên wê yên dîrokî dihatin pişguh kirin. Heta beriya şoreşa Rojava jî hin cihên nehatibûn dîtin, her wiha lêgerîn derbarê wan de nehatibû çêkirin, lewra heta niha li Efrînê cihên kevnar yên dîroka şaristaniyan tê dîtin.

Li Efrînê rêya Tirênê di bazirganiya Rojhilata Navîn de!

Rêya Tirênê ya ku di dema serweriya impratoriya osmaniyan de bi hevkariya Almanya hatiye avakirin. Pêwîstiya vê rêyê ji bo bazirganiyê û rêya artêşa xwe ji Ewropa ber be rojhilata navîn ve heta Bexdayê hate avakirin. Ev rê bi navê rêya” Tirêna Rojhilat a Bi Lez ” bû, dirêjahiya wê 61,5 KM e. Destpêka wê ji gundê Meydan Ekbez ya girêdayî navçeya Meydana ye, li ser çar mefreqan jî radiweste. Di sala 1911`an de avakirina wê bi destê ciwanên kurd destpê bû, her wiha hin ciwanên ermenî jî cihê xwe di avakirina vê rêyê de girtin. Li gorî zanyariyan ev rê xwedî sûdeke pir mezin bû bi tayber di aliyê geşkirina aborî û çandiniyê de.

Ev rê bû sedema geşkirina bazirganî, aborî, leşkerî û çandinî de ku bi xwe re pêşketin her weha navdariya Efrînê anî.

Gora Mermaron û Eyn Darê

Gora pîroz Mermaron ji oldarên herî navdar di sedsala 14`an de ye, koka xwe siryanî ye. Mermaron avakerê pêkhateya Maroniyan e, li bakurê Sûriyê–Helebê jiyana xwe derbas kiriye, her wiha zanabûna xwe û ciwantiya xwe li gundê Beradê ya girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê derbas kiriye û li wir hat veşartin.

Di pirtûka Tiyodorîtos de (Tarîh Istîfa El Alah) de behsa Mermaron dike ku li ser cihekî bilind bi qasî 560 M jiyan kiriye, her wiha ew cih weke perestgeh bi kartanî bi navê Keleha Kelûta tê naskirin, ew keleh jî li gundê Kelûa ya girêdayî navçeya Şêrewa ye. Piştî ku Mermaron jiyana xwe ji dest da, Romaniyan perestgeh kirin dêr (kenîse).

Piştî ku Mermaron jiyana xwe ji dest da cenazeya wî di gundê herî bi hêz de hat veşartin ew gund jî Beradê bû. Di dêra Coliyanos li aliyê bakurê rojhilat de hate veşartin. Di sala 2010`an de jî ji ber ku koka Mermaron siryanî ye, serokê Libnanê Mêşêl Ewnî dêrek li gel gora Mermaron ava kir da ku biçin heca xwe li wir bikin. Di encam de gelek kes ji Sûriyê û derveyî wê jî heca xwe li wê deverê dikirin.

Ji bilî gora Mermaron gundê Eyn Darê heye ew jî bajarokeke dîrokî ye. Eyn Darê li ser rêya Heleb Ezaz û Efrîn e, dîroka wê vedgere 1200-740 B.Z. ev bajarok kevneşopiyên kevin di nava xwe de dihewîne, sewalên bi bask, peykerên Ebû El Hol, wêne û kevalek baziltî ya xwedawenda Eştar lê hene. Ji du beşên başûr û bakur pêk tê.

Beşa başûr ji vî bajarokî gundekî çandiniyê ye, ji serdema kevirê nûjen e, beriya deh hezar sal mirov lê bicihbûne, zaniyariyên ber dest tekez dikin ku operasyona derxistina kevneşopiyên wê pir kêm ma. Beşa bakur jî erdek bi rûbarê 4600 M e, lê ew jî hemû ji bin erdê nehatiye derxistin.

Tiştê herî girîng di nava Eyn Darê de perestgeha wê ye. Avakerên wê jî Horî – Mîtanî ne. Di nav de jî nivîsa hîroglofî û kevalên xwedawenda Eştar ên xwezayî hatin dîtin. Hin nivîskar jî anîn ziman ku ne dûr e kesên ku ev perestgeh û bajarok ava kirine ji gelên çiyayî ne, ji ber hebûna şêr nîşana gelên çiyayî ye.

Dîroka mirovahiyê li girên Eyn Darê hatina jiyîn jî vedigere 4000 B.Z heta dema impratoriya Osmaniyan jî bi demikî lê jiyankirin e. Yekemîn car lêkolîna derbarê Eyn Darê de di sala 1954 de bû, ev lêkolîn jî heta salên 60 li ber xwe da.

Şikefta du derî, Keleha Nebî Horî û Şaristaniya mirovahiyê

Şikefta Du derî li nêzî gundê Burc Ebdelo ye, di nava çiyayê Lêlûnê de cihê xwe digre. Bilindahiya wê qasî 450 M ye. Vekirina şikeftê ji sala 1978`an de destpê kir lê bi awayekî demkî bû. Di sala 1993`yan de bi awayekî temamî bi herdu tîmên Sûrî-Çaponî hat dîtin. Dema ku vekolîna vê şikeftê hate kirin kevneşopiyek bedena zarokekî ji cureya Niyandetalî yê ku vedigere salên 200-400 B.Z di dema Kevirê navîn de hat dîtin. Niha jî ew kevneşopî di mûzexaneya Helebê de ye. Ev şikeft du deriyên wê hene yek rojhilatî şikeftê û yek başûrî wê di esmanê wê de hatiye vekirin. Ev şikeft ji şikeftên herî kevnar ên ji serdema kevirê navîn e.

Keleha Nebî Horî li rojhilatî bajrê Efrîn 45 KM dikeve. Ev cihê dîrokî rojek ji rojan navendeke olî û leşkerî bi nav û deng bû, di roja îro de jî cihekî serdanê û torîzmê bi nav û deng e. Dîroka vê vedigere serdemên 2 yan û 3`yan B.Z. Ev dever navên cuda cuda di tirênê dîrokê de lê hatiye kirin. navê xwe ya Yonanî Sîros bû, Ecîyabuls lê hatkirin wateya wê jî bajarê Kozma û Dimyanos, ew jî kesên pîroz bûn di nava civaka wê de. Ereb jî navê wê Korş lê dikirin, ew jî vedigere imperetorê Farisan, her wiha wateya Sîros jî heman wateya navê Korş e, lê ema bi Yonanî ye. Di nava ferhenga Sûrî de jî navê wê li gorî navê bajarê Sêr Hos li Meqdoniya bû. Hin çîrok jî dibêjin navê wê girêdayî Oriya lawê Henan, fermandarê hezretê Dawid ê ku di şerê Cert de miriye û li Nebî Horî hatiye veşartin.

Di dema serweriya Yonanistanê di navbera salên 312-64 B.Z de, girîngiya wê ya leşkerî pir bi nav û deng bû. ji bilî wê jî navendek olî bû, ji ber ku tê de xwedawendên herî pîroz di nava civaka wê de dihatin pîrozkirin, li wir Esîne parazvanê welat û Ziyos xwedawendê birûskê dihatin pîrozkirin.

Pir kevneşopiyên Nebî Horî nemane ji ber erdhejok, şer û hwd xwedî bandoreke neynî li ser bûn. Lê ema hin perçe wekî kolana mezin, hemam, goristan û gora fermandarek romanî lê mane. Di sala 1952`yan de Hinrî Sirîng rêvebiriyê peymangeha kevneşopiyan li Libnanê bi xwe Firansî ye, ev kes li ser heft astan bajarok derxist û dîroka wê eşkere kir. Navê wê jî Nebî Horî hate dayîn ji ber bicihbûna kesek weke îmam bi navê Horî lê hate kirin, Horî jî mirovekî zana bû û paqij bû, di nava civakê de tiştên pîroz belav dikir. Di salê de jî pir kes diçin ji bo vê cihî bibînin û dîroka kevnar nas bikin.

Piştî dagirkeriyê rûxandin û diziya goristanan

Piştî operasyona 20 çileyê a dagirkeriya li ser Efrînê, dewleta Tirk bi balafirên xwe yên şer mizgeft, dêr, perestgeh, cihên dîrokî û cihên pîroz topbaran kir. Kevir jî ji hovîtiya desthiladaran bê par neman. Goristanên şehîdan hatin rûxandin.

Di destpêka meha Rojiyê (remezan) ya pîroz de, li taxa Zêdiyê ya navenda bajarê Efrîn mezera Şêx Zêd hate talankirin û dizîn. Ji destpêka dagirkeriyê û heta niha ev ne bûyera yekê ye. Keleha Nebî Horî jî ji talankirina çeteyên ASA û artêşa Tirk bê par nema. Kevneşopiyên ku di wê kelehê de hatin dizîn û derbasî milê Tirkiyê hate kirin.

 

Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên li Efrînê hatine bidestxistin de hate zanîn ku Goristana Ş.Seydo ya ku dikeve milê navçeya Cindirêsê bi temamî hate rûxandin. Li kêlek vê yekê jî goristana navçeya Raco jî bi temamî hate xirakirin di dema ku çeteyên ASA û dewleta Tirk navçe dagir kirine. Ji bo berdewamiya qirkirina çanda kurdan jî gora Nûrî Dêrsmî jî li Zayreta Henan hat xirakirin.

 

Di encama topbarana bê navber a dewleta Tirk perestgeha Eyn Darê ya ku vedgere dema Horiyan ji sedî 60 hilweşiya. Her wiha ji kevneşopiyên wê tenê şêr maye, yên dîtir jî ziyan dîtin û hatin xirakirin û herifandin.

Di berdewamiya kiryarên xerakirina binesaziya bajarê Efrîn de, çavkaniyan eşkere kirin ku rêya tirênê ya ku zêdetirî sed salî ve hatiye avakirin ji aliyê çeteyên ASA ve hate dizîn.

Zanyariyên ku ji Efrînê hatine girtin eşkere dikin ku ev rêya Tirênê rêya ku rojhilata navîn û rojava bi hev re dide girêdan û girîngiya wê ya dîrokî bi destên çeteyên dewleta Tirk ve hate xerakirin.

16 hezar parçeyên dîrokî ji şaristaniyên Efrînê hatine dizîn

Dewleta Tirk bi armanca qirkirina çanda hezar salan kevneşopiyên Efrîn xira kir, agahiyên berdest dane zanîn ku berhemên dîrokî hatine dizîn û li bazarên dewleta Tirk ve an jî li heremên Mertala Firatê têne firotin. Li gorî agahiyan niha hejmara kevneşopiyên ku di destê dewleta Tirk de ye 16 hezar perçeyên dîrokî ne.

Kesên ku bazirganiya kevneşopiyan jî dikin leşker an kesên simsae ên girêdayî dewleta Tirk in. Piştî ku ew berhem têne derbaskirin radestî cîhazên ewlehî yên Tirkiyê têne kirin û li gorî lêkolîna ku hate kirin piştî diziya ku bû hate zanîn ku ew berhem li cihê rêveberiya kevneşopiyên Tirkiyê de ne.

Derbarê hejmara piştrastkirî ya berhemên ku hatine dizîn zelal nehatiye eşkere kirin, Rêveberiya mûzexaneyên Sûriyê Mehmûd Hemûd ragihand ku ji bilî hejmara ku hatiye dayîn zêdetir dizî çêbûye, lê ew weke ku komîte nikarîn bighêjin hejmara rast.

21.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً