LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Efrînê agahî ji 700 kesî nayê girtin

Li Efrînê agahî ji 700 kesî nayê girtin

EFRÎN- Dewleta Tirkiyê dixwaze ji raya giştî re bide xuyakirin ku ew tu guhertinên demogafî li herêmê çênake. Lewra propaganda ji bo vegera gelê herêmê dikin. Lê li gorî ku dîmen, belge û agahiyên ji Efrînê tên bidestxistin ku li Efrîn 700 kes di nav de jin û zarok hatine revandin û 8 kes jî di bin êşkencê de jiyana xwe ji dest dane. Tevî vê yekê 2 hezar dolarî beramberî vegera her welatiyekî ji Efrînê re dixwaze.

Di 20`Çileyê de dewleta Tirkiyê êrîş bi ser Efrîn û gundewarên wê de anî. Di vê êrîşê de her cureyên çekên giran û sivik hatin bikaranîn. Bi hevkariya ASA`yê di roja 18`Adarê de navenda Efrînê dagirkirin. Di encam de gel ji Efrînê derketin û berê xwe dan cihên bi ewle.

Her wiha ji destpêka ku Efrîn hatiye dagirkirin ev zêdetirî 700 mirovî di nav de jin û zarok jî hatine revandin û heta niha derbarê wan de tu agahî ne hatiye girtin. Hate tesbîtkirin ku di bin êşkenceyê de 8 kes mirine. Hêjayî gotinê ye ku bûyerên destdirêjiya li ser jinê jî berdewam dikin. Her wiha welatiyên Kurd nikarin ji malên xwe derbikevin.

Revandina bê ferq û cûdahî

Revandina sivîlên Efrînê bê navber û di bin sedemên curbecur de tê kirin. Dewleta Tirkiyê bi hinceta têkliyên gel bi terorê re ye meşrûiyetê dide revandina sivîlan. Her wiha gel di malên xwe de têne binçavkirin û hejmarek ji wan agahî ji wan nayê girtin.

Dewleta Tirkiyê bi hevakriya istixbarata ku li Efrîn ava kiriye hemwelatiyan direvînin. Hate zanîn ku di dema dawî de kesên bi navê Egîd Umer Bîlal û Ehmed Cemîl Casim ew xelkê gundê Xerab Silûkê ya girêdayî navçeya Raco yê ne hatin binçavkirin. Heta niha agahî derbarê wan de ne hatiye girtin. Lê li gorî çavkaniyên herêmî ku ji bo zindanên Tirkiyê hatine şandin. Her wiha li gundê Sorkê ya navçeya Raco hemwelatiyê bi navê Mistefa Yûsêf bavê Selah û kurê wî ji malê hatin revandin. Hate zanîn ku erebeya wan jî dizîn û derbasî gundê Şadiya ya navçeya Raco bûn.

Hate diyarkirin ku zarokê bi navê Şeref El Dîn Şêxo (15) ji gundê Kefersefrê ya navçeya Cindirêsê ye. Dema ku berê xwe da Efrînê tevî malbata xwe li ser rêbenda Gurzêlê hat revandin û heta niha rewşa wî ne zelale.

Hate tekezkirin ku li gundê Sînka ya navçeya Şera du ciwan hatin binçavkirin, bê ku sedemên binçavkirinê bên zanîn. Navê wan jî wiha ye Mesûd Nedîm Qasêm û Şêxo Nîhad Qasêm.

Navçeyên dîtir jî bê par neman, komên çete yên girêdayî artêşa Tirkiyê keça bi navê Hesna ELîd ya ji navçeya Cindrêsê revandin û birin cihekî ne diyar.

Her wiha komên girêdayî dewleta Tirkiyê komek ji ciwanên gundê Dîbê ya bi ser navçeya Mabeta ve binçav kirin û sewqî cihekî ne diyar kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî ku cihê girtiyên gundê Dîbê li nêzî cihê lidarxistina cejna Newrozê ye. Her wiha  ciwanê bi navê Ciwan Mistefa Xoce ji navçeya Mabeta ye. li ser rêbenda Tirindê hat revandin.

Hate hînbûn ku li gundê Gurzêlê yê Efrînê heta niha 35 kes ji aliyê komên ASA’yê ve hatine revandin. Navê hin kesan hate tesbîtkirin. Nav wiha ne:

Ji gundê Gurzêlê Mistefa Îbîş Eswed (55), Nûrî Ebdo Îbo, Yûsêf Heme Kero, Mehmûd Mehmo Elî, Zekî Mehmo Elî, Mistefa Mehmo Elî, Rêzan Mihemmed Ebdo, Îbrahîm Mihemmed Ebdo, Rengîn Mihemmed Îbo, Subhî Settaf (70), Ehmed Yûsêf Ebd El Rehman, Egîd Mistefa, Ebd El Henan, Zekî Îbîş, Feyo Şukrî, Subhî Nasir, Îsmed Cemîl Hemo, Rêzan Hesen Nasir, Adil Hemo Kalo, Qoşo Mihemmed Şêrawî, Ciwan Cafo (32) û Cîhad Şirtî (45). Hêjayî gotinê ye ku hin kes ji van derbas zîndanê Ezaz, hunek jî derbas zîndanê milê Tirkiyê bûn.

Her wiha navçeya Şiyê bê par nema ji bûyerên revandinê lê bi awayekî cuda vê carê bi xwestina bertîlan ji malbatê ji hêla çeteyan ve. Kesên ku hatine revandin ew Mehmûd Derwêş, Zekeriya Oro, Xelîl Ebdullah, Xelîl Mistefa Şêxo û Xelîl Îbiş e. li gorî ku hate tesbîtkirin ku hemû kesên navborî jî ji gundê Qermîtliq a girêdayî navçeya Şiyê ne.

Dewleta Tirkiyê 4 sivîl kuştin

Dewleta Tirkiyê li Efrînê tarzê kuştina sivîla bêş dixe. Bi vê yekê dixwazin metirsiyê di nav gel de avabike. Komên ASA hemwelatiyê bi navê Mistefa Mihemed Şahîn ji gundê Abrazê ya girêdayî Navçeya Mabeta li mala wî ya di Taxa Zêdiyê de kuştin. Hate zanîn ku çeteyan sê gule di zikê wî de lêxistin. Her wiha çeteyan malbeta Mistefa Şahîn revandin û ta niha tu agahî ji wan ne hatiye girtin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ku li taxa Sîna`a ya navenda Efrînê komên ASA yên girêdayî dewleta Tirk 2 kurdên sivîl kuştin û yek jî birîndar xistin. Lê navê wan nehate zanîn.

Her wiha bûyerk din bi riya dîmenekê de hat belavkirin ku du kesên nehatin naskirin, ciwanê bi navê Mihemed Bedir Hemdewî ku ji derveyî Efrîn hatibû bicihkirin, hat kuştin.

Li gorî ku hate belgekirin ciwanê bi navê Hemze Şiban Ibrahîm (26) tevî xwişka xwe ya bi navê Asya Şiban Ibrahîm ji gundê Xilalka ya girêdayî navçeya Bilbilê ye. Hemze û Asya ji aliyê artêşa dewleta Tirkiyê ve li ser rêya gundê Hesen Dêra hatin binçavkirin. Hemze bi tewana ku ew endamê erka xwe parastinê ye hate binçavkirin. Herî dawî hate zanîn ku ji ber êşkencekirina di zindana Kilîsê de Hemze jiyana xwe ji dest da. Her wiha xwişka wî jî heta niha di zîndanê de ye.

Li gorî ASA vegera her mirovekî bi 2 hezar dolarî ye

Li gorî xelkê Efrînê, ku vegera herêmê di riya bertîlkirina komên ASA yên li ser rêbendên kontirolê radiwestin de ye. Ji van komana tûgeya Silêman Şah hate tesbîtkirin. Ev kom li ser vegera xelkê gundê Qirmitliqê ya navçeya Şiyê pereya digire. Hate zanîn ku ev kom ji bo derbasbûna mirovekî ji gund re 2 hezar dolarî dixwaze.

29.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً