LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Li Iraqê 4 jinên DAIŞ’î yên Tirk hatin darvekirin

Li Iraqê 4 jinên DAIŞ’î yên Tirk hatin darvekirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Dadgeha Irqae ya cezayê ku berî niha cezaya darvekirina 4 jinên ku welatiyênTirkiyê bûn, hatibû birîn. Hatin darvekirin. Her wiha di meha Adarê de cezaya darvekirinê ji 15 jinên Tirkiyê din jî ji ber endamtiya wan ji DAIŞ’ê re û jinek bi cezaya muebet, hate girtin.

Li gorî çavkaniyên dadgehî gotin, ku li Iraqê 4 jinên welatiyên Tirkiyê ne ji ber endamtiya wan ji DAIŞê re ku berî niha di derbarê wan de biryara darvekirinê hatibû dayîn, hatin darvekirin.

Di vê çaroçoveyê de hat ragihandin ku Ruveyda D (25) ku 2 zarokên wê hebûn, Kubra E (22), İpek Ö (24) û Şukriye Ç (20) ku ew jî xwediya zarokekê bû. Ji ber endamtiya wan a DAIŞê hatin darvekirin. Hate ragihandin ku malbatên wan jinan ji bo wergirtina cenazeyên wan serî li Wezareta Derve ya Tirkiyê dan.

Ew jin li Mûsil û Telaferê hatibûn girtin û hevserên wan jî ku çekdarên DAIŞê bûn di şerên li wan herêman de hatibûn kuştin.

Hêjayî bîranînê ye ku li Iraqê meha Adarê ya borî di derbarê 16 jinên endamên DAIŞê de ku welatiyên Tirkiyê bûn, biryara darvekirinê hatibû dayîn.

30.05.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً