LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Plana Tirkiyê û Rûsya ya li ser komên çete: Rojane teqîn û tesfiye kirin

Plana Tirkiyê û Rûsya ya li ser komên çete: Rojane teqîn û tesfiye kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk ji ber hewildana xelasiya ji çeteyên ku di bin sîwana opozisyonê de xwedî dikir de xelas bibe dest bi lêgerîna çareseriyê dike, Tirkiyê wekî çeteyên DAIŞ’ê di nava eşîreyan de hevsengiya heremê xerab dike û ev yek li gorî ku xuya dibe zemîna êrîşeke wê ya bi hincet a li ser herêma Idlibê navenda bichkirina komên radîkal vedike. Rûsya û Tirkiyê bi vê planê dê koman tesfiye bikin lewra rojane nakokî, kuştin û pevçûn li heremên di bin serweriya çeteyên Mertala Firatê de derdikevin.

Li gorî agahiyên ku ji heremên di bin serweriya çeteyên Mertala Firatê di dema dawî de têne ragihandin tundiya pevçûna di navbera komên çete ên radîkal de bi taybet li bajarê Babê û Idlibê de zêde bûye. (Idlibê mezintirîn heremên Sûriyê ku di bin serweriya çeteyên Cebhet ElNusra an jî Heyet Terîr ElŞam de ye). Bi vê yekê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan ev herêm bi heremên di bin serweriya çeteyan de bi nav kir, da ku êrîşa xwe ya li ser vê heremê û ger ku gotin di cih de bê tesfiye kirina van komên ku di bin kontrola wan de ye bi taybet li Idlibê rewa bike.

Artêşa Tirkiyê zemîna êrîşeke nêz a li ser Idlibê ava dike

Di encama itîfaqên ku bi îdaya çareseriya kirîza Sûriyê ji aliyê her sê welatên garantor Rûsya, Tirkiyê û Îranê dihatin lidarxiatin de herêma Idlibê ji bo çeteyên radîkal ku li heremên Sûriyê bi hinceta dijbertiya Rêjîma Sûriyê hatibûn avakirin de hate amadekirin, bi vê yekê û li gorî rewşa niha ya herêma Idlibê herêm ji dawiya Tîrmeha 2017’an de ji aliyê çeteyên bi navê Heyet Tehrîr ElŞam (Cebhet ElNusra berê) ve hatiye dagirkirin, bi vê yekê niha ev herêm ji aliyê navdewletî ve wekî navenda herî xeter ya çeteyên radîkal tê dîtin. Li gorî agahî û belgeyên ku ji aliyê çavkaniyên herêmî hatine eşkere kirin hate tekez kirin ku herêma Idlibê niha ji aliyê çeteyên Tehrîr ElŞam ve piştî şer û pevçûnên navxweyî bi çeteyên koma El Cebhe El Şamiya re ji aliyê aborî û leşkerî ve hate desteserkirin û bi vê yekê çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyên Tehrîr El Şam bi hevkariya Tirkiyê re dergeha Bab El Hewa ya sînorî û hin heremên din li Idlibê kontrol kiriye.

Li Idlibê kî sûd werdigre ?

Di nîqaş û nakokiyên ku derdikevin holê derbarê pevçûnên komên çete de her dem pirsa gelo kî ji vê yekê sûd werdigere de derdikeve, Li gorî ku xuya dibe Tirkiyê aliyê ku ji pevçûna komên çete yên li Idlibê bi kaxezê dilîze. Bi hevkariya Tirkiyê ya çeteyên terorîst ên Tehrîr ElŞam bi kontrola kirina Idlibê sînaryok nû ya derbasbûna Tirkiyê Idlibê vedike. Li gorî analîza ku di vê derbarê de derdikeve Tirkiyê bi dayîna pêş a terorîstên Tehrîr El Şam ku di lîsteya terorê li Tirkiyê û Ewropayê de ne êrîşeke rewa ya li ser Idlibê avadike û ev yek di riya eşkerekirina Tirkiyê ya girêdana Tehrîr El Şam bi rêxistina terorê ya El Qaîdê ve û ji aliyekî din ve daxuyaniyên wê yên ku komên di bin serweriya wê de ji opozisyona nermin û dûrî terorê ne derket holê. Di heman demê de û li gorî agahiyên ku têne eşkere kirin tesfiye kirina herî dawî ku li herêmên Idlibê û Babê her weha di nav de Efrîn ku di 18 adarê de ji aliyê komên ASA û artêşa Tirk ve hate dagir kirin, ji aliyê Tirkiyê ve tê kirin ji ber ku li dijî polîtîka wê nakokiyan jiyan dikin û dibe ku ji ber sedemên madî yên rewşa aboriya Tirkiyê be jî tesfiyekirina van komên ku di plana Rûsya û bi taybet Tirkiyê de ye.

Çavkaniyên ji heremên Idlibê ragihandin ku serçeteyên ku ji bo derbasbûna Tirkiyê herema Idlibê xwedî bertekin têne tesfiye kirin, çavkaniyan amaje bi wê yekê kirin ku hewildana Tirkiyê ya kontrol kirina xeta sînorî ya bi Idlibê re piştî kontrol kirina xeta girêdana bi Helebê ya heremên Mertala Firatê re heye ku bi riya wê Tirkiyê rê vekir ku herenmên El Ra’î, Cerablusê û riya ku dighêje heta bakurî rojhilatî Babê vekir û di riya vê xetê de Tirkiyê zemîna êrîşa li ser Efrînê û operasyona ber bi Idlibê ve avadike.

Xeteke zirav a plana Tirkiyê li ser Idlibê ku hate meşandin têkiliya Tirkiyê bi çeteyên Tehrîr El Şam re bû û ew yek jî di riya derbasbûna leşkerên Tirkiyê Idlibê di bin parastina çeteyên Tehîrî El Şam de pêk dihat, daxuyaniya herî dawî ya komên Tehîrî El Şam vê têkiliyê piştrast dike, çeteyan di riya daxuyaniyekê de eşkere kirin ku têkiliyên wan bi deweta Tirk re berdewamin. Berpirsê kar û barên siyasî ya Tehrîr El Şam Yûsiv El Hecir di 27 gulanê de rgihand ku têkiliya wan a bi Tirkiyê re demdirêje.

Tirkiyê û DAIŞ yek dîmen ê polîtîka li dijî eşîreya ne

Li gundewarê Sûriyê eşîreyên heremî pir belavin û ew wekî herêmeke cugrafî ya xêzkirî li başûrê Dera û Siwêda heta ber bi gundewarê Hema, Hums, Heleb û Reqa de diçe ku herî dawî heta heremên Dêra zorê û Hesekê ve ye. Her yek ji Dera û Reqa û herêma Cizîrê ji heremên ku bi zengîniya pêkhateyan û eşîreyan ve navdare. Di lêkolîna vê mijarê de tişta ku hate dîtin ewe ku li heremê eşîre xwedî rol û aktoreke ya guhertina gelek buyera ne lewra ev yek ji aliyê çeteyên DAIŞ ve di dema dagrkirinê de hate meşandin ku dest bi tevlîhevî û nakokiyan di navbera eşîreyan de kir û ew di riya tesfiye kirina hin eşîreyan û nakokî di navbera hin ji wan de lipêşxistin de pêk hat. Di dîmena çeteyên DAIŞ’ê de dûbare kirina vê yekê li ser xaka Sûriyê bi dawî nebûye ku ev yek vê carê bi destê artêşa Tirk ve tê kirin, çavkaniyên ji heremên ku niha di bin serweriya çeteyên Mertala Firatê yên bi ser Tirkiyê ve ne tekez kirin ku Tikriyê eşîreyên ku siyaseta wê qebûl nakin tesfiye dike û ew bi terzê nakokiyên di navbera eşîreyan de bi xwe ku dawiya wê bi danîna çekan ew mehkûm dikin pêk tê, çavkaniyan di berdewamiya axaftina xwe de tekez kirin ku Tirkiyê bi vê yekê serweriya li ser wan eşîreyan feriz dike.

Di dîmenên ku ji heremên Bab û Cerablusê hatine belav kirin pevçûnên her demê yên wan hereman piştrast dikin, ku ev pevçûn li herêma Babê di navbera koma çete ya bi navê Ehrar ElŞerqiya û eşîreya Al Wekî de derket, her weha pevçûnên di navbera malbata Termo û çeteyên Tugeya Sultan Murad de derket.

Ji bîlançoya heftiyekê li heremên di bin serweriya Mertala Firatê de

Di 25’ê Gulanê de li Babê motorsîleke bombebarkirî hate teqandin û di encamê de du kes birîndar bûn.

Di 25’ê Gulanê de li Cerablusê di navbera çeteyên Lîwa El Şemal û polîsên azad yên bi ser Tirkiyê ve pevçûn derket.

Di 26’ê Gulanê de di navbera komên çete û koma Sultan Murad de pevçûn derket û di encamê de kesek hat kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Di 27’ê Gulanê de li Babê di navbera malbata El Termo û koma Tugeya Sultan Murad de pevçûn deket ku di encamê de 3 kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn, her weha ziyanên madî çêbûn.

Di 28’ê Gulanê de li gundê Kilcibrîn yê bi ser bajarê Ezazê ve pevçûn di navbera herdu Lîwayên 51 û 52 de derket ku di encama wê de tirseke mezin di nav xelkê de çêbû.

Di 28’ê Gulanê de li gudê Kilcibrîn yê bi ser bajarê Ezazê ve hejmareke zêde ya teqînan çêbû, her weha pevçûn berdewam dikin.

Di 29’ê Gulanê de pevçûn di navbera polîsa azad ya bi ser Tirkiyê û grûpeke çete li bajarê Ezazê de rû da.

Di 29’ê Gulanê de 4 erebeyên çeteyan li Ezazê 3 endamên polîsên azad a bi ser Tirkiyê ve tevî çekên wan revandin.

Di 30’ê Gulanê de sivîleke ji herêma Cerablusê ji aliyê çeteyên Mertala Firatê yên Tugeya Sultan Murad ve hate kuştin.

Di 30’ê Gulanê de li herêma Cerabulisê di navbera komên Ehrar ElŞam û Lîwa ElŞemal pevçûn derketin û di encamê de kesek hate kuştin.

Di 30’ê Gulanê de hêzên polîsa azad ya bi ser Tirkiyê ve û koma Ceyş El Şerqiya de li herêma Babê de pevçûn derket.

02.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً