LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Gelê Efrînê li hemberî zilma dagirkeran derketin xwepêşandana

Gelê Efrînê li hemberî zilma dagirkeran derketin xwepêşandana

NAVENDA NÛÇEYAN- Binpêkirinên artêşa Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê li dijî sivîlên Efrînê didome. Lewra gelê herêmê dijî kiryarên wan derketin û xwepêşandan lidar xistin.

Dewleta Tirkiyê û komên ASA’yê hewl didin ku dagirkeriya xwe ya Efrînê rewa nîşan bidin. Lewra ji bo vê yekê hemû rê û rêbazan bikar tîn in. komên ASA hemwelatiyên herêmê neçar dikin ku bi xizmên xwe yên li derve re biaxivin û ji wan re diyar bikin ku li Efrîn aramî û ewlekarî heye. Armanca wan jî dema welatî vegerin zulim, revandin û zordariyê li ser wan bimeşîn in.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku Artêşa Tirkiyê û hevkarê wê ASA zêdetirî 150 welatiyên Efrînê revandin. Hêjayî gotinê ye ku çarenûsa hemû welatiyên jî ne diyar e. Her wiha welatiyê ku neçar dimînin vegerin male xwe. Artêşa Tirikiyê û çekarên ASA ji welatiyên miqdarek mezin pere dixwazin û gefa kuştinê li wan dikin.

Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku gelê herêmê li hemberî kiryarên artêşa Tirkiyê û komên ASA derketin û du xwepêşandan lidar xistin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku gelê Efrînê li hemberî kiryarên artêşa Tirk û çekdarên ASA derketin û du xwepêşandan lidar xistin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, di nava 24 saetên derbasbûyî de, bi dehan welatiyên Efrînê li hemberî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, li du cihan xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşandanek li qada Azadî ya bajarê Efrînê hate lidarxistin. Xwepêşandêran daxwaza serbest berdana rojnamevanekî Efrînî ku ji aliyê dagirkeran ve hatiye revandin kirin û gotin herger dawaza wan bi cih nehatin wê roja yekşmê dîsa derkevin xwepêşandanan.

Xwepêşandanek din li taxa Mehmûdiyê ya beşê bakurê bajêr pêk hat. Çalakvanan daxwaz kirin ku sînorek ji binpêkirinên rojane yên çekdaran û leşkerên Tirkiyê were dayîn.

Çavdêriya Mafê Mirovan destnîşan kir ku, ku xwepêşandana li taxa Mehmûdiyê, piştî lêdan û heqareta li dijî xwediyekî cenatoran ku ji çeteyek ji koma “Firqet El-Hemza” ve hatî kirin, pêk hat.

04.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً