LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Li Efrîn ferq û cûdahiya sîstema perwerdê beriya dagirkeriyê û piştî wê

Li Efrîn ferq û cûdahiya sîstema perwerdê beriya dagirkeriyê û piştî wê

NAVENDA NÛÇEYAN- li gorî çavkaniyên me yên herêmî ku sîstema perwerdê li Efrînê di dema rêveberina Rêveberiya Xweser ji Efrînê re bi rengekî demokrak û wekhevî derbas dibû. Lê niha ji piştî dagirkeriya dewleta Tirkiyê û komên ASA ji Efrînê re zagon bi zorê li xwendekarên Efrînî feriz dike.

Di dîroka 20’ê Çileyê de operesyonek berfireh ji hêla Dewleta Tirk û komên ASA`yê ve li ser Efrîn, gund û navçeyên wê ve hat destpêkirin. Artêşa Tirkiyê bi her cureyê çek li ser vê herêmê ceribandin. Her wiha gelê sivîl, cihên dîrokî, dibistan, peresgeh, mizgeft û bendên avê topbarankir. Her wiha ziyan jî ji her alî de gihîşte civakê, mal û milk hatin talankirin, cihên dîrokî û olî hatin rûxandin û dizî û koçberî dest pê kir.

Hêjayî gotinê ye ku di encama vê êrîşê bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û gel ji mecbûrî berê xwe da deverên derveyî Efrînê ji bo parastina jiyana xwe û giyanên mayî. Lê di roja 18’ê Adarê de navenda Efrînê ji hêla artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên pê ve girêdayî hate dagirkirin. Piştî dagirkirinê weke her welatekî di bin dagirkeriyê de, guhartina bingeha çanda civakê dest pê kir. Her wiha guhartina demografî bi anîna gelên Xûta û bicihkirina wan li Efrînê destpêkirin.

Lê li beramberî van gavan jî gel berxwedaniya xwe paşde nekişand û bi qonaxa duyemîn ji Berxwedana Serdemê bi armanca vegerandina Efrînê û azadkirina wê kar dikirin. Lewra heta niha di çalakiyên şervanên QSD, YPG û YPJ`ê de dewam e.

Dewleta Tirkiyê bi armanca guhartina çanda civakê dest avête sîstema perwerdê ya ku li Efrînê dihate meşandin. Ew sîstem hate rakirin û li şûna wê zimanekî ne zimanê dayîkê ye pirtûk hatin amadekirin û li ser zarokên Efrînê hatin belavkirin. Her wiha ew belavkirin ferq û cudahî xistin nava xwendekarên gelê Xûta û Efrînê de.

Sîstema perwerdê Beriya Dagirkeriya Dewleta Tirkiyê

Di sala 2012`an de bi destpêka şoreşa bakurê Sûriyê de ya ku tê de rêjîma Sûriyê ji herêmên bakurê Sûriyê hate derxistin, pê re hewildanên guhartina sîstema perwerdê jî hate kirin. Metriyalên ku berê rêjîma BAS belav kiribû û civak li ser perwerde dikir û bi sedema ne perwerdekirina baş perçiqandina civakê di nava Sûriyê de belav kiribû, hate guhartin.

Li Efrînê û herêmên bakurê Sûriyê bi giştî zimanê pêkhateyên herêmê weke Kurdî, Erebî, Siryanî hewand. Pêve girêdayî ye zimanên cîhanî mîna Inglîzî û Firansî jî girte nav xwe de. Her wiha zanistên bi civakê re eleqdar wek civaknasî, û naskirina dîrok û erdnîgariya welatên xwe û cîhanê jî û babetên zansitî jî wek matematîk, fiziya û kimiya, zanista biyolocî jî di vê metriyala zengîn de cihê xwe digirt.

Ji bilî vê jî weke ol jî nehat qedexekirin, lê her pêkhateyek li gorî girêdana xwe bi ola xwe ve dixwendin, yê ku vê yekê jî tekez dike pir rengiya Efrînê bi hebûna mizgeft, perestgeh û dêran. Hejmara mamosteyên ku li Efrînê hatibûn erkdarkirin 2000 mamoste bûn. Her wiha du peymangeh hatibûn vekirin P. Ş. Viyan Amara û peymengehek dîtir. Zanîngeh jî bi 6 fakulteyan hatibû vekirin ji sala 2015`an detê zanîn jî zanîngeha yekemîn e di Rojava de ye. Bi qasî derfetên xwe yê kêm lê dîsa jî Rêveberiya Xweser her tim hewildana başkirina rewşa dibistanên Efrînê dikir.

Bi Destpêka Operesyona Dagirkeriyê li ser Efrînê

Bi destpêkirina operseyona dagirkirina Efrînê de, dibistan, xwendina zaroka û xwendekarên Efrînê yekemîn cihên ku hatine armancgirtin bû. Lê li beramberî vê vîna azad derket pêş xwendekarên zanîngehan û peymangehan her kes li gorî beşa ku dixwend tevlî vê şer û berxwednaiya serdemê bû. Her wiha hin xwendekar berê xwe dan eniyên şer, hin xwendekar cihên xwe di nava noqteyên tenduristiyê de girtin û hin xwendekar jî di nava beşa ragihandinê de cihê xwe girtin.

Bê guman bi êrîşa balafirên herî pêşketî û bi karanîna çekên cur be cur de dibistan hatin rûxandin, hejmarek ji xwendekaran jî jiyana xwe ji dest dan û hejmara herî mezin jî bê par ji xwendinê man. Her wiha koçberên Efrînê yên li Kantona Şehbayê gel ji nû ve xwe bi rêxistin kir û dibistanên xwe ji nû ve dane destpêkirin. Ew dibistan jî tenê asta seretayî û navîn de maye.

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin ku hejmara dibistanên Efrînê gihiştibû 350’î dibistanê. Lê di nav de yên ku hatine rûxandin hejmara wan derdor 13’e dibistanî, hejmara zarokên ku li ser destê Dewleta duyemîn di nava Nato de hatine qetilkirin ew 32 zarok in. hêjayî gotinê ye ku ev rêje ji bilî birîndara û zarokên ku gazî man. Her wiha derdor 8 hezar xwendekarên navîn û amadehî û 43 hezar xwendekarên asta seretayî ji xwendinê dûr ketin. Hate zanîn ku 3’ê mamosteyên KPC-D jî şehîd ketin.

Helwesta Xwendekarên Efrîn

Xwendekarê bi navê Eslan Elî ji gundê Etmana ya girêdayî navçeya Raco ji me re ferq û cudahiyên di navbera her du deman de xuya kir û got’’ Bi hatina sîstema dewleta Tirk a dagirker dibistanên me hatin girtin û her ciwanek û xwendekarek bi reng û dengê xwe tevlî pêvejoyê berxwedanê bû. Ez jî weke xwendekarekî zanîngehê beşa aborî sala sêyemîn tevlî eniya şer bû û li rex şervanên QSD û YPG’ê cihê xwe girtibû.

Her wiha Elî behsa sîstema perwerdê di dema serweriya rêveberiya xweser kir û domand ku ‘’ Her wisa sîstema ku KPC-D ji me re weke xwendekarên Efrîn danî bûn ruxmî ku kêmasiyên wê jî hebûn ji ber ku weke sîstem nû bû di nava civakê de, lê ema aliyên xwe yên demokrat û azad nayên veşartin.

Elî destnîşankir ku ji ber birîndariya lingê xwe derbasî kantona Şehbayê bûm û li wê derê karê xwe di aliyê rêxistinkirinê de di nava ciwanan de heta van kêliyan de berdewam dikim.

Xwendekar Elî wiha berdewam kir ku, niha berxwedaniya me weke ciwanên Efrîn çi di hundir Efrîn an derveyî wê jî berdewam dike. Her wiha ferzkirina dewleta Tirkiyê û komên ASA sîstema nû tu carî wê cihê xwe negire.

Elî di dawiya axafitina xwe de eşkere kir ku, gelê Efrîn zagonên radîkal qebûl nakin û nakokiyên ku niha di hundir Efrîn de têne jiyankirin encama vê yekê û vîna azad e.

Her wiha Elî bi navê hemû xwendekar û ciwanên Efrînê bang li berdewamiya berxwedaniya serdemê bikir û şopandina riya şehîdên xwe. Her wiha soza vegera Efrînê di demek nêz de da.

Niha Rewşa Xwendinê Li Efrînê Çi Ye!!

Li gorî ku jêdera me ya herêmê (E.E) ji hundir Efrînê de da xuya kirin ku, rewşa dibistanan û xwendekaran ne wek berê başe. Bi taybet rewşa xwendekarên keç. Weke ku tê zanîn beriya dagirkirinê her pêkhateyek bi renga xwe tevlî jiyana Efrînê dibû, lê piştî dagirkirinê tişt hatin ferzkirin. Yek ji tiştên ku hatine ferzkirin ewe ku xwendekarên keç serê xwe girê de û cilên dirêj berg bike. Her wiha keçên ku van zaoganan pêk neyînin têne cezakirin.

(E.E) eşker kir ku xwendekarên keç ji hêla polîsên ku li bajarê Efrînê qaşo parastina gel dikin, rastî astengiya tên. Çavkaniya me (E.E) ji me re eşkere kir ku carekê bûyerek bi vê rengî qewimî, ku keçek Efrînî bi navê (F.M) dixwest derbasî dibistanê bibe. Lê di rê de yek ji polîsên komên ASA li ser rêya wê sekinî û gotin avête wê. Her wiha serê vê keçê şikand, di encam de (F.M) ji aliyê rêveberiya dibistanê hate derxistin.

Her wiha (E.E) diyar kir ku xwendekarên kesayeta wan bi hêz û di aliyê mejî de zîrek in her tim ji aliyê rêveberiya dibistanên ku dewleta Tirkiyê hatine erikdar kirin re, pirsgirêk têne derxistin û hewil didin wan dûrî xwendinê bixin.

Ji bilî vê jî weke ku hate gotin sîstema perwerdeyê ya niha bi zimanê erebî û li kêlek wê zimanê Tirkî tê dayîn. Ev gav jî weke gavek qirkirinek çandî tê dîtin. Xwendekar hewldan li beramberî wê derbikevin lê ema bi zorê û şidetê ew sîstem tê meşandin.

Komên ASA rojnamevanekî xwe ji ber raporteke wî winda dike

Li ser bûyerên ku di dibistanan de diqewimin rojnamevanê girêdayî komên çekdar yên ASA’yê di Efrîn de bi navê Adem di raporek xwe de ev bûyer anîn ziman, lê ji ber ku hewil da ku van kiryarên li ser gelê sivîl û bi taybet li ser xwendekaran eşkere bike hate binçavkirin û ta niha tu agahî derbarê wî de ne hatiye girtin.

Rojnamevan Adem di rapora xwe de derbarê mamosteyên Xûta û danûstandinên wan bi xwendekarên Efrîn re dide xuyakirin, ku bi awayekî hişk û radîkal nêzî Efrîniyan dibin û zagon tenê li ser şagirtên Efrînî ferz dikin. Heta dema ku pirtûk dihatin belavkirin zarokên Xûta bi xwe digotin çima zarokên Efrînî jî pirtûk ji wan re nayên dayîn. Bê guman Adem di raportê de behsa qedexekirina axaftina bi zimanê dayîkê (kurdî) jî tê de dike, ku mamosteyên Xûta nahêlin şagirt û xwendekar bi zimanê kurdî biaxivin û kesên ku diaxivin wan ceza dikin.

Her wiha li dibistana gundê Maratê de ya girêdayî bajarê Efrînê, zarok ji refa yekê heta refa 8’mîn hatin binçavkirin di dibistanê de heta 3’ê sa`etan lêpirsîn bi wan re hate kirin. Adem destnîşan kir ku lêpirsîn bi amadebûna berpirsê Firqêt El Hemzet hate kirin. Her wiha pirsên mîna malbatên wan berê kar di nava Rêveberiya Xweser de dikirin an na? Derbarê têkîliyên ku di nava gel de pirs dikirin.. hwd.

Di dawiyê de Eslan Elî û çavkaniya me ji hundir Efrînê E.E û F.M bangewaziyê dewletên navnetewî ser vegera ewlehiya Efrînê û azadkirina gelê wê û xwendekarên wê kirin. Her wiha xwendina bi zimanê dayîkê bê berdewamkirin û her pêkhateyek bi rengê xwe ji nû ve xwendin û jiyana xwe berdewam bikin.

24.06.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً