LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Eşîreyên Minbicê mûdaxeleya Tirkiyê red dikin

Eşîreyên Minbicê mûdaxeleya Tirkiyê red dikin

NAVENDA NÛÇEYAN – Eşîreyên Minbicê daxuyaniyên li ser derbasbûna dewleta Tirk bajarê Minbic derwandin û bi daxuyaniyekê gefên Tirkiye bi dagirkeriyê bi nav kirin.

Dewleta Tirk ku ev demeke daxuyanî û gefên li ser herêma Minbic xistiye rojevê, dest bi propoxendeya çapemeniyê kiriye. Dewleta Tirk ku li ser gelê herêmê şerekî taybet birêvedibe zemîna derbasbûna xwe ya herêmê ava dike.

Gel Minbicê ku ev dibe sê sal di nava aramiyekê ku beriya niha jiyan nekiribû de dijî, hemwelatiyên Minbicê helwesta xwe zelal nîşan dan ku herêma wan ewle ye, gelê Minbicê di riya reportaca me bi wan re gotin: Rewşa me pir başe, tiştek kêmî me tune ye.

Dewleta Tirk li Minbicê çi dike?

Dewleta Tirk da ku serweriya xwe di axa Sûriyê de fireh bike, ji bikaranîna komên çete, êrîşên berfireh bi her cur çekên giran, şerekî taybet û xapandina gel dixe meryetê. Dewleta Tirk ji ber bercewendiyên wê yên girtina xeta sînorî ya Bakurê Sûriyê bi Tirkiye re her weha xwe xistina nava parêzgeha Helebê hewildana wê her dem hene.

Li herêma Minbicê ku di tebaxa 2016 an de ji aliyê Yekîniyên YPG/YPJ hate rzigarkirin, jiyana welatiyan bi aramî derbas dibe. Li gorî agahiyên ku rêvberiya bajar ji me re ragihadine ji sedî 70 welatiyên Minbicê tevî penaberên ku lê bicih bûne di nava xebatê eskerî û sivîl de cihê xwe digrin. Hemwelatiyên Minbicê ku piraniya xwe ji pêkhateya Ereb e ji sedî 70 rêjeya rêvberiya bajar dikin.

Dewleta Tirk da ku vê yekê xerba bike û tevlîheviyê li herêmê derxe hin kesan ango eşîreyan li heremê erkdar dike, li gorî agahiyên ku derbarê rastiya mijarê de hatine lêkolîn kirin de hate zanîn ku kesên daxuyaniyên derbasbûna Tirkiye qebûl dikin li dervey Minbicê dimînin. Delwleta Tirk ji ber ku nikare di nava herêmêm bi xwe de dengekeyî ava bike, bi hin kesan re têkilî datîne û wan dide axaftin. JI aliyekî din ve jî ji heremên xwe yên Mertala Firatê hewil dide ku aramiya herêmê xerb bike.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku piraniya eşîreyên Minbicê li dijî derbasbûna dewleta Tirk a bajarê wan e, di daxuyaniyên ku têne dayîn eşîre û pêkhateyên Minbicê dibêjin Dewleta Tirk dagirkere, em rê nadin ku derbasî xaka me bibe.

Durûtiya dewleta Tirk eşkere bû

Dewleta Tirk da ku tevlîheviyê di nava eşîreyên herêmê de derxe, li herêma Cerblusê ya di bin kontrola çeteyên Mertala Firatê ên bi ser Tirkiye ve komek ji xelkê wê daxuyaniyek çapermenî belav kir û îdaa kirin ku ew eşîreyên Minbicê ne û tê de daxwaza derbasbûna Tirkiye ji Minbicê re kirin.

Ji aliyê xwe ve Şêx Ibrahîm Elşel ji eşîreya Binelseyd li Minbicê ragihand ku ew daxiyaniya kesên biyanî li Ceablusê red dikin û ew wek hemwletaiyên Minbicê Tirkiye qebûl nakin.

Her weha yek ji serokên eşîreyê Minbicê eşkere kir ku mesaca wan eve, ew ti hêzeke biyanî li Minbicê qebûl nakin bi taybet dewleta Tirk, her weha ragihand ku rewşa bajarê Minbicê ji her alî de pêşketinê dijî. Şêx got: Em daxuyaniya ku li Cerabulisê hatiye dayîn red dikin ji ber ew ne ji Minbicê ne, ev yek durûtî û propoxendeya li ser Minbicê ye û ti hebûneke Tikî li Minbicê tune ye.

Eşîreyên Minbicê ev mesac dan?

Di 23 Hizêranê de ji aliyê kombûna Eşîreyên Minbicê ve daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn, di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku bajarê Minbicê ji aliyê rêveberiya Sivîl û encûmena eskerî ya Minbicê ve tê birêvebirin û parastin. Her weha hate destnîşan kirin ku hemû hewildanên derbasbûna Minbicê dê werin vala derxstin ji ber ku gekê Minbicê dagirkeriyê qebûl nake.

Daxuyanî bi amadebûna hemû eşîreyên Minbicê û gundewarê wê hate dayîn.

01.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً