LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Efrînê fermana dewleta Tirk rabûye

Li Efrînê fermana dewleta Tirk rabûye

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û komên ASA ve, herêm di nava rewşeke awarte de ye. Rojane teqîn û tesfiye kirin çêdibin û di encamê de kesên sivîl zirarê dibînin. Dewleta Tirk da ku xwe li Efrînê mayînde bike dest bi tedbîrên ewlehiyê kiriye.

Di êrîşa berfireh bi her cure çek û şêwazî dewleta Tirk û komên çete yên ASA di 20 çileyê de êrîş bi ser herêma Efrînê de birin, ku di encamê de gelek kirîz rû dan.Dewleta Tir da ku komên çete razî bike berê wan dane herêma Efrîn, ev yek piştî itîfaqa Tirkiyê û Rûsya de pêk hat. Delwta Tirk mecbûr ma ku ji bo Bakuê Sûriyê dagir bike û ji aliyekî din ve belaya komên çete ji ser xwe bavêje ew ber bi Efrînê de şandin.

Komên çete destê xwe xistine nava agir?

Komên çete ku niha li nava Efrînê rojane parvekirin dikin û têr nabin, rastî gelek nakokî û pevçûnan tên. Ji destpêka dagirkirina herêma Efrînê di 18 adarê de ji aliyê komên çete ve pevçûn derdikevin. Li gorî agahiyên ku ji aliyê Şebekeya Çalakvanên Efrînê AAN derdikeve tê tekez kirin ku komên çete li Efrînê di nava teqîn û tesfiye kirinan de mane.

Dewleta Tirk di riya bikaranîna komên çete ên bi navê ASA li gelek heremên Bakurê Sûriyê kaxeza mayîna xwe li Sûriyê qezenc dike. Di lêkolîna derbarê van komên çete de derdikeve holê ku ev kom piraniya xwe yên opozisyona Sûriyê ji bo dijberiya rêjîma Sûriyê di destpêka şoreşa Sûriyê di 2011 an de hatine avakirin, lê ev kom ji aliyê itîfaqa her yek ji Rûsya, Tikriye û rêjîma Sûriyê ve ber bi heremekî din têne veguhestin, niha li Efrînê komên ku bi cihbûne hemû yên Xutayê ne, ev yek di çarçoveya guhertina demografî û qirkirina gelê Kurd e.

Rojane li ser komên çete teqîn, tesfiye, meş û çalakî têne kirin. Ji aliyê hemwelatiyên Efrînê ku ji sedî 30 kurd nemane (Efrîn piraniya xwe ji pêkhateya kurd bû) çalakiyên şermezarkirinê her weha daxwaza derketina komên ASA tê kirin. Li gorî agahiyên ku ji herêma Efrînê hatine, hate eşkere kirin ku herî dawî ji aliyê Efrîniyan ve ji ber kuştina welatiyekî ku bi eslê xwe erebe gel bi meşekî rabûn, di meşê de dewleta Tirk û komên ASA hatin şermezar kirin. Gelê Efrînê ku niha di bin zexta dewleta Tirk û çeteyên wê de maye rastî jiyaneke zor tên, jin têne veaşrtin û reandin, mal têne talankirin, ciwan têne winda kirin û herî dawî jî dîwar di nava Efrînê de têne rakirin û bi hezaran penaberên heremên Xuta, Qelemon û Dûma lê bic kirin e û ev yek bi nerazîbûne malbatên Efrînê ve tê kirin.

Dewleta Tirk bi mebesta bê deng kirina komên çete û ew li nava Efrînê helandin, di Efrînê de hatin bi cih kirin, di vir de hate eşkere kirin ku Serokomarê Tirkiye Receb Tayb Erdogan rola bav lîst ku îdaa kir ew penaberên Sûriyê vedgerîne malên wan. Di nava komên çete de li Efrînê rojane şer û pevçûn derdikevin, li gorî agahiyan hate eşkere kirin ku komên ASA li beranberî hev tên û li ser parvekirin û xenîmeyên Efrînê lihevnakin û di encama pevçûnên ku ji teqîn û tesfye kirina de tê kuştî û windahiyên mezin ên çeteyan çêdibin. Çeteyekî di riya dengekî de eşkere kir ku ew di nava agirkeî de ku karê wan li vê heremê tune ye mane.

Dewleta Tirk hetîketiya xwe vedişêre

Delwta Tirk ku ji ber van nakokiyan û neqebûl kirina gel ji komên ASA re her weha li dijî dagirkeriya Tirk dest bi şêwazên veşartina vê yekê kiriye, dewleta Tirk di lêgerîna xwe ya vê yekê de ye. Li gorî agahiyên ku ji heremê hatine bidest xistin hate ragihandin ku delwta Tirk hemû telîfon û kamîreyan ji nava herêmê qedexdekiriye û ev yek di çarçoveya xapandina raya giştî ye. Dewleta Tirk di nava Efrînê de rewşeke awarte ragihandiye. Li gorî agahiyên ku hatine zanîn di nava Efrînê de gelek rê hatine girtin, dîwarên ji bo kontrol kirina teqînan hatine dayîn û gera di nava bajar de di satên tabybet de hatiye eyar kirin.

Di nava 3 rojan de 5 teqîn ku di encamê de 53 kuştî û 68 birîndar

Deweleta Tirk bi silogana emê ewlehiyê li Bakurê Sûriyê pêk bînin û sînorê xwe biparêzin dest bi operasyona xwe ya li ser herêma Efrînê kir. Hate eşkere kirin ku di nava 3 rojan de li herêma Efrînê 5 teqîn rû dane. Di 27’ê Hizêranê de li du cihên cuda teqîn di nava Efrînê de 2 li çarxereya Kawayê hesinkar û li nêzî nexweşxaneya Dêrsim hatin pêk anîn, ku di encama wê de 52 kes di nav de çete, sivîl û leşkerên artêşa Tirk hene, her weha 68 kes birînadr bûn, hate zanîn ku piraniya birîndaran giran in. Her weha hate eşkere kirin ku di 29’ê Hizêranê de li nêzî noqteya leşkerên artêşa Tirk li ser riya Cindisrêsê teqînek pêk hat ku di encama wê de kesek hate kuştin û hejmarek kes birînadr bûn tevî zirarên madî.

Duh jî di saetên êvarî de du teqînên din li ser riya geraca navendî ya Efrînê li kêleka gaziya Eyşe hate pêk anîn, ku di encamê de gelek zirar rû dan.

Behaneya mabûna li Efrînê tevlîhevî ye?

Çavkaniyên di nava Efrînê de eşkere kirin ku teqînên li Efrînê rû didin ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin, çavkaniyan ev bi behaneya dewleta Tirk a mabûn û bicihbûyîna xwe ya li Efrînê de ye. Dewleta Tirk da ku mabûna xwe ya li Efrînê rewa bike tevlîheviyê dike ku armnca sereke ji vê yekê jî ewe ku tesifye kirina di nava komên çete de pêk bînin. Agahî piştrast dikin ku di dema teqînan de pevçûn di navbera komên Elcebhe Elşamiye û Lîwa Elûatesim de rû dida.

01.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً