LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / piştî çalakiya YPG’ê li Efrînê girtiyan serîhildan

piştî çalakiya YPG’ê li Efrînê girtiyan serîhildan

NAVENDA NÛÇEYAN- Girtiyên di zindanên artêşa Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê li Efrînê, serîhildan. Lewra girtî û çete bihevketin û kuştî hene.

Piştî ku dewleta Tirkiyê û komên ASA di 18’ê Adarê de Efrînê dagirkirin dest bi girtina sivîlên Efrînê kirin. Hate zanîn ku komên ASA li hemû navçeyên Efrînê girtîgeh avakirin. Her wiha di girtîgehan de her cûreyên êşkencê tên bi kar anîn.

Artêşa Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê zextê li ser gelê Efrînê zêde dike, ji girtin, êşkence, şewata zeviyan, kuştin, diz û talanî. Lewra gelê Efrînê êdî derfetê qezenc dike û serî li hember dewelta Tirkiyê serîhildidin.

Her wiha şervanên YPG/YPJ’ê di qonaxa duyemîn ji berxwedana serdemê çalakiyên bi bandor li dijî komên ASA û artêşa tirkiyê pêk tîne. Hate zanîn ku şervanên YPG’ê duh çalakiyek dijî koma El Hemze li navçeya Racoyê bêk anî, di encam de nêzî 6 çekdar hatin kuştin.

Li gorî çavakiyên herêmî tekez kirin ku di encama çalakiya YPG’ê de ya li nêzî girtîgeha Raco ya di bin siya Fieqet El Hemze û Ehrar El Şerqiyê de ye, liv û tevger di nava girtiyan de zêde bû. Lewra girtiyan li dijî çekdaran dest bi serhilanê kirin. Her wiha agahî hate bidestxistin ku di encama serhildanê de, pevçûn di navbera girtî û çekdaran de derket û ta niha 6 kuştî ji komên çekdar çêbûne.

Ji aliyekî din ve jî şer û pevçûn li derdora girtîgehê de di navbera artêşa Tirkiyê û şervanên YPG’ê rû daye. Her wiha artêşa Tirkiyê bi topavêjê derdora zindanê de da.

Li gorî agahiyên hate bidestxistin ku girtîgeha li Raco sivîlên ji Raco û gundên derdora wê yên tên girtin lê dimînin. Li vê girtîgehê her cûreyê êşkence li ser girtiya tê kirin.

07.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً