LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Bi dawî bûna DAIŞ’ê û bandora wê li hêzên hegemonîk li Rojhilata Navîn

Bi dawî bûna DAIŞ’ê û bandora wê li hêzên hegemonîk li Rojhilata Navîn

NAVENDA NÛÇEYAN- Bidawîbûna DAIŞ’ê diyar dibe ku ji aliyê hêzên hegmonîk ve qelskirina kurdan zêdetir derdikeve pêş, lewma Efrîn, Kerkûk bi pilan birin û neha jî Minbic û Til Rifet jî di rojeva van hêzan de ye. Her wiha ku ev demeke hilbijartinên serokmariya Tirkiyê û Iraqê di rojwvê de ye. Pêve girêdayî ye pilanên Erdogan yên dagirkiriyê, çi bakurê Sûriyê be an çiyayê Qendîlê.

Şerê Sûriyê û dewletên hegemonîk

Li Sûrî ev 7 sal şer bi dijwariya xwe dewam dike, di vî şerî de nêzî 400 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û koçberyek bê sînor ku di dîrokê de ne hat çêkirin. Di dawya sala 2017 an de û destpêka 2018 an de li gor ku xuya dikir ku wê şer li Sûrî bi dawî bibe, ji ber ku him xilafeta DAIŞ li hermê perçe bû û şer di navbera rêjîma Esed û Koalisyona Sûrî de ta astekê hat rawstandin, di heman demê de Rûsiya ragihand ku wan erkê xwe li Sûrî bi dawî kir û wê hêzên xwe vekşînin, lê piştî vê bê dengiyê carek din herem rastî şerkî nû hat.

Rêjîma Esed li Sûrî bi alîkaruya Rûsiya dest bo oprasyonên berfreh li dijî koalisyona Sûrî kir, him li Şamê û gundewarê wê, Hums û li hermên başûrê Sûrî. Di heman demê de car din Dewleta Turk ket dewrê de ta ku destkeftiyên kurdan li ser sînorê xwe bi dawî bîne, her weha Emerîka û Rûsiya li nêzî Dêra Zorê beramberî hev hatin û di encam de hijmarek ji çeteyên girêdayî Rûsan dema ku êrîşî nuqteyên hêzên QSD’ê û Emerîkiyan kirin bi derbeyên Emerîka ve hatin kuştin. Ji aliyê din ve jî di navbera Israyîl û Îran de xeta Sor hat derbaskirin û nakokî di navbera herdû aliyan de li ser xaka Sûrî zêdetir bû.

Piştî bêdengiyê gelo çima careke din şer qewimî?

Ji nav sedemên serke ku çima ev şer car din gur bû, ewe ku Xilafeta DAIŞ’ê êdî li Sûrî û Iraqê ber bi hilweşandin ve çû û şerê li ser hermên ku di bin kontrola DAIŞ’ê de bû derket holê.

Amerîka: Bi dawîbûna xilafeta DAIŞ ê li Reqa li ser zimanê wezîrê derve yê Emerîka Têlirson ragihand ku wê hebûna Emerîka li Sûrî dewma bike ta ku rewş zelal bibe, sedema vê yekê jî him bi cihbûyina xwe li Sûrî dewam bike, rê li pêşiya xeta Îranê biger û nehêle berfreh bibe. Di heman demê de Amerîka dixwaze hebûna xwe li Sûrî dewam bike.

Tirkiyê: Ji aliyê xwe ve Tirkiyê ji destpêka bi hêzbûyna kurdan li bakurê Sûrî pilana dike û pilanên wan bi riya komên çekdar yên ASA û DAIŞ’ê dihat kirin, lê piştî daxuyaniya Amerîka ku hebûna xwe li Sûrî dewam bike bi du rojan Tirkiyê dest bi êrîşek berfreh li ser bajarê Efrîn û gundewarê wê kirin ta ku riya kurdan bigre û hêza heyî qelis bike û tune bike, di heman demê de dest bi gefên li ser bajarê Minbicê û Til Rifetê jî kir.

Rûsiya: Rûsiya di şerê Sûriyê de ji bo ku siyaseta xwe bi ser bixe bi her aliyî de itfaqan pêş dixe, Rûsiya bi riya hin çeten êrîşî hin nuqteyên QSD’ê li nêzî Dêra Zorê kir lê bersiv hişk hate dayin, di heman demê de Rûsiya di êrîşa li ser bajarê Efrîn de alîkar bû û bi Tirkan re itfaq pêş xist, bi vê itfaqê him dewleta Tirk nêzî xwe kir, xwest ku hêza kurdan lewaz bike û zexit li ser wan bide avakirin û hermên di bin kontrola komên çeta bi riya Tirkiyê valabike beramberî Efrîn. Di heman demê de dixwaz ku tevayî desthilatdarya Rêjîma Sûrî di bin kontrola xwe de bihêle lewma neha zextekê li ser Îran dike û êrîşên Israyîl li ser Îran ji bo xwe baş dibîne.

Îran: Piştî vekirina riya di navbera Îraq û Sûrî de, ji aliya Îran ve û xwe bi cihkirin wê li hermên Dêra Zor ta sînorê Libnanê, Îran dixwest xwe li tevahî hermên Sûrî bi cih bike, lê Îran rastî êrîşên xurt yên Israîl ve hat, di heman demê de Amrîka û Rûsiya jî bûn alîkar ji bo van êrîşna, piştî van êrîşan Îran dest bi guhertina siyaseta xwe li Sûrî kir, Îran di bin navên cuda de xwe bi rêxistin dike û li herem û cihên ku tê naskirin xwe dûr dixe da ku nebe hedefa balafrên Israyîlê.

– Bi van bûyerên ku derdikevin pêş diyar dibe ku wê hin zêdetir ev şer dirêj bike da ku hemû Sûrî li gorî hêzan were parvekirin û sînorê dawî were dayîn. Di heman demê de wê li Rojhelata Navîn ta ku hêzên hegmonîk pilanên xwe pêk neynin wê şer û nakokî bi dawî nebe. Her wiha ihtîmala herî li pêş dema ku DAIŞ bi dawî bibe wê demê wê hêzên hegmonîk hewl bidin ku şerê Mezhebî û tafî li hermên derxînin.

Hilbijartinên serokmariyê û perlementoya Tirkiyê:

Di demên dawî de hilbijartina pêşwext li Tirkiyê ketibû rojevê de, bi vê gava ku Erdogan ragihand diyar bû ku Erdogan û hikûmeta wî di aloziyekê pir mezin jiyan dikin. Aloziyên ku hişt AKP’ê gavan bavêje him di aliyî siyasî, leşkerî û aborî de jî hene, hikûmeta Tirkiyê rewşek aborî pir xerab jiyan dike, di aliyê leşkerî de Erdogan him li Sûrî şerekî dike û him dest bi oprasyona li dijî Qendîl dike. Lê bedelên pir giran dide û bingeftinên mezin jiyan dike, bi taybet êrîşa li ser Efrînê ya artêşa Tirkiyê lewaziya wan li pêşiya tevahî cîhanê eşkere kir lê bi gefên li ser Minbic û oprasyona Qendîl dixwst ku xwe bi hêz nîşan bide û berê gelê Tirkiyê dûrî nakokiyên hundrîn bixîne. Di heman demê de Erdogan di aliyê siyasî de rastî zextekê tê bi taybet li ser rewşa Tirkiyê ya neha û hebûna leşkerên Tirk li Sûrî û tecwazên ku li hermê dikin.

Ji laiyê din ve jî dema ku Erdogan di hilbijartinê de bi ” MHP “ê re dikeve heveymanekê xuya dibe ku ev itfaq ta ku Erdoxan di gumanan de jiyan dike û rê ji opozisyona AKP ê re nehêle.

Di heman demê de ji ber rewşa awarte ya li Tirkiyê, kar û tecewazên AKP ê li dijî gel û partyan diyar dibû ku di hilbjartinan de ne heqyan bike û ev metirsî di roja hilbijartinê de eşkere bû û ” AKP “ê heveymana wan gelek tevilhevî û tecawiz kirin. Di enacama hilibijartina serokkomariyê de Erdogan bi rejeya 52% bi serket û di perlemanê de 42% girt dest . Bi vî şeklî êdî Tirkiye ber bi destheledariya yek kesî ve diçe.

Raste ku Erdogan û partiya wî di hilbijartinan bi ser ketin, lê hin tiştên derketin wek rêjeya nizim ya ” AKP “ê , di heman demê de derbasbûna ” HDP “ê ji perlemantoyê re rûxmî ew qas zext, binçavkirinê û girtina kesan jî. Her weha desthilatdarya partiyên nijadperest ên Tirk ji gelek kursiyên perlemana Tirkiyê re nîşan dide ku Tirkiye ber bi kirîzek û xetmandinekê ve diçe. Ji bo ku ” AKP “ê û Erdogan ji gelên Tirkiyê re nîşan bide ku hîn ew bi hêz e û çaraseriay hemû pirsgirêkan di destê wê de ye, wê hin gavên demkî bavêje wek sererastkirina rewşa aboriya Tirkiyê, vekirina riya diyalogên diplomasî bi Yekîtiya Ewropa, bêhtir mûdaxleya kirîza Suriyê bike û ya herî girîng li Herêma Kurdistanê û Çiyayên Qendîlê şerê Tevgera Azadiyê bike. Ev jî di çarçoveya ji bo ji gelên Tirkiyê re nîşan bide ku her alî dixwazin komplo li sere Tirkiyê bimeşînin, lê bi serketina AKP di hilbijartinê de ev komplo binket.

Lê ev gav wê demekî bimîne û reveke ji kirêzên hundirîn re nema dikare kirîzê bêhtir veşêre û ev alozî dê kûrtir be ger çareseryeke bingehîn jê re nebîne û wê bibe sedema hilweşandina AKP’ê.

Êrîşên Tirkiyê li ser Qendîlê:

Piştî êrîşa dewleta Tirkiyê li ser bajarê Efrînê û dagirkirina wê bi destekdayîna komên çekdar yên ku girêdayî wê ne, AKP’ê xwest ku rojevek nû bide avakirin, AKP ê di dema dawî de ji bo ku nakokiyên xwe veşêre û Impiratoriya Osmanî car din dûbare bike berê xwe dide her derê, lê ji nav armancên serke yên hikûmeta AKP’ê ewe ku kurdan tesfiya bike û rê li pêşiya tevgera azadî bigre.

Lîstok û pilanên AKPê bi her awayî derdikevin pêş mîna ku li Efrînê çete û leşkerên xwe xistin dewrê, lê vê carê bi êrîşa li ser Qendîlê dixwaze kurdan li beramberî hev bisekinîne. AKP’ê di siyaseta xwe ya li ser başûrê kurdistan ku hemû tamarên jiyanê xistye bin kontrola xwe de rê nade ku PDK’ê nefis bigre û her dem li ser wê siyasetên cuda dimeşîne da ku hin karan li ser wê feriz bike. Vê carê bi rengekî eşkere PDK’ê bi van êrîşên li ser Qndîlê dibe alîkar û piştgirya AKP’ê dike him di aiyê leşkerî, locistî û istixbaratî de, di heman demê de bi piropoxanda dijî PKK’ê . AKP ê bi vê êrîşê him dixwaze Tevgera Azadiyê li çiya dorpêç bike û rê di navbera çiya, başûrê kurdistan û Rojava de jî bigire. Di heman demê de AKP’ê oprasyona li ser Qendîl kir rojevê de da ku di hilbjartinan de bi ser bikeve û di nava alîgrên xwe moral bide avakirin.

Êrîşa dewleta Tirk li ser Qendîl itfaqa di navbera Tirkiyê, Amerîka, PDK û YNK ya di sala 1992’an de tîna bîra mirov dema ku hikûmeta herma kurdistan dan avakirin ji bo ku bibe alîkar bi êrîşa li ser PK’ê û hewldanê tunebûna wê. Lewma êrîşa neha li ser Qendîl ku PDK desteka wê dike tenê şirova wê mirov dikare bêje ku itfaqa sala 1992’an dûbare dikin da ku PKK tune bikin. Girêdayî destekdayina PDK ji bo hilbjartnên Tirkiyê Nîçirvan Berezanî pîrozbahiya serkeftina Erdogan kir.

Hilbijartinên Iraq û herêma Kurdistanê:

Piştî derketina hêzên Amerîkî ji Îraqê di sala 2011’an de cara duyemîne ku wê hilbijartin werin lidarxistin, di heman demê de cara yekemîn e piştî bidawîbûna DAIŞ li herêmê hat îlankirin ku hilbijartinên Îraqê yê perlementoyê were li darxistin bi tevlîbûna 7 hezar û 367 kesê xwe hilbijartî ji bo avakirina perlemanê.

Encamên hilbijartinên ku derketin bûn sedema nakokî û nerazîbûn dinavbera partî, koalisyon, opozisyonan de û gotin ku lîstok û kirîna dengan çêbuye. Her partiyek û koalisyonek encam qebûl nekirin û xwestina hijmartina dengdanan bi destan were kirin ji bo ku lîstok di hilbjartinan de çênebe. Her wiha 6 partiyên kurdî encam red kirin û gotin lîstok çêbûne ta ku PDKê bi ser keve û daxwaza dûbarekirina hilbijartinan kirin.

Kutilet El-Sedir li gorî serkeftina wê di hilbijartinên Îraqê de dîsa jî nabe Muqteded El-Sedir bibe serok wezîr ji ber ku wek kes xwe ne hilbijartibû, lê ji ber kutleya wî bi ser ket ew dikare kesekî hilbijêre. di heman demê de kutleya biser ketî pêwîste 165 kursiyan bigire ji bingeha 329 ji bo ku hukumet were avakirin, ji ber vê jî Sedir civîn bi hin partiyan re çêkir da ku 3 ji wan bibin yek ji bo ku perleman were avakirin .

Muqteded El-Sedir wek kes xwe bi tu kesî ve girênade ne bi Amerîka û ne bi Îran re û tevî ku kesek Şîyî ye jî, lê li gorî daxuyniyan Sedir, Amir El-Hadî, Qasim Silêmanî û kurê Elî Xamineyî li Bexdayê civînek lidarxistin ta ku lihevkirinekê bikin û ev gav ta ku destê Îran di Iraqê de bihêztir bibe, her wiha daxuyanî da ku hevpeymanî dinavbera wî û Heyder Ebadî de çê bûye û Sedir got ku ev hevpeyman dûrî mezhebperestiyê ye. Di rastiyê de tê xuyakirin ku kêmasî û pirsirêkên di dema pêş de wê çê bibin û serkeftina Sedir ne bingeha ji bo avakirina hukumetê ye û wê berjewendiyên xwe bi her kesî re bimeşîne ta bigihîje armanca xwe.

Heta niha rewş , encamên hilbijartinê û yekbnûna partiyan ne gihîştiya encamekî ku li hev bikin ta hukumetek ji nû ve were avakirin li ser daxwaz û xwestekên gel, lê dîsa jî şerê desthilatdariyan li ser hukum çareser nebûye û Îraq ber bi aloziyek nû ve diçe, kes kesî jî qebûl nake. Şerê li dijî DAIŞ hîn jî berdewame û pir bûna hêzan jî di Îraq de dibe ku bibe şerekî navxweyî, ev tê wateya ku Îraq dinav parvekirina hêzan de winda bûye, gelê herêmê jî dibin qurbaniyên hêzên hagomonîk.

Rewşa bakurê Sûriyê bi kuve diçe:

Piştî bi dawî bûna DAIŞ’ê li Sûrî û Iraqê ji bo hêzên hegmonîk hedefek pêwîst bû, li gorî bûyerên ku diqewme ji nav hedefên serke Kurd hebûn. Li Herêma Kurdistanê dewleta Tirk, Amerîka û Iraq û îran Herêma kurdistanê kirin hedef û refrandoma Herêmê binxistin û Kerkûk dagirkirin, ji aliyê din ve jî li bakurê Sûriyê kurd bûn hedefa pilanên Tirkî, Rûsî û Amerîkî û bi vê pilanê Efrîn hat dagirkirin û neha rewşa Til Rifet û Minbic jî di metrsyekê de ye.

Rewşa bajarokê Til Rifet:

Tirkiyê piştî operesyona dagirkirina Efrînê ya bi navê Şaxê Zeytûnê bi hêviya girtina Til Riftê ye jî. Yek ji sedemên herî girîng ji bo girtina Til Rifet ew e ku di navbera Mari û Efrîn de ye ku niha herdu di bin serweriya dewleta Tirk û hêzên girêdayî wê ne. Her wiha ji Mari heta Efrîn weke sêgoşeya di bin kontrola komên çekdar de temsîl dike. ji bo vê Tirkiyê dixwaze sêgoşya xwe berdewam bike û komên çete dixwazin tola binkeftina xwe di Til Rifetê de rabikin.

Li beramber ku Tirkiyê dixwaze Til Rifet bigre dest, Îran hebûna xwe li wê herêmê rewa kiriye, da ku bajarokên Niblê û Zehre biparêze û Tirk ber bi temambûna neqşeya xwe ve neçe. Ji bo wê jî Rûsiya pêwîstiya xwe bi razîkirina Tirkan û Îraniyan jî heye, ji bilî van jî hêzên QSD û YPG`ê weke hêzên Sûrî li wê derê cihên xwe girtine. Heta niha jî Tirkiyê di nava hewildanê de ye ku Til Rifet bi awayekî bê şer bigire dest, lê planên wê û hêzên derdor hevdû nagirin lewma neha li rê û rêbazan digere ta ku bi dest bixe.

Li gorî mediya de xuya dibe ku Rûsiya amade ye ku Îran û hêzên QSD û YPG`ê bide bawerkirin da ku ji wir derbikevin, lê ema li beramber jî komên çekdar derbas Til Rifetê nebin, tenê artêşa dewleta Tirkiyê derbas bibe û bi Rûsan re noqteyên çavdêriyê yên hevbeş deyînin. Lê ema tê dîtin ku komên çete z zû bi vê yekê erê nakin ji ber ku hebûna xwe li wir rewa dibînin û dixwazin bi xwe cihên xwe bigirin. Her wiha rêjîma Sûrî jî bi vê yekê erê nake, ji ber ku ew herêm wê weke herêmên bê çek bêne ragihandin di bin serweriya Tirkan de û bi vê rengî Niblê û Zehra jî wê ji destên wan biçin.

Lê heta niha jî daxuyaniyên fermî ji hêla hêzan ve derneketiye derbarê rewşa Til Rifet de her wiha rewşa herêmê heta niha di gumanan de maye û zelal nebûye. Til Rifet wê bê radestgirin gelo yan wê operesyona rizgariya Efrîn ji wir de dest pê bike?

Minbic û pilanên Amerîka û Tirkiyê:

Li ser Minbicê ev demke di navbera Amerîka û Tirkiyê de niqaş tê kirin, li gorî bûyerên dema dawî ku xuyakir û bi teybet berya hilbjartinên Tirkiyê di navbera Amerîka û Tirkiyê de itîfaq çêbû ku herdû hêz li ser sînorê Minbicê bigerin, piştî vê gavê tevî ku qedxekirina dayina balafrên F 35 ji bo Tirkiyê derketibû lê Bintagon ragihand ku wê du belafrên F35 bide Tirkiyê. Gavên Amerîka ji bo Tirkiyê diyar dibe ku Emerîka neha naxwaza hikûmeta Erdoxan hilweşe û di hin mijaran de pêre dibe alîkar, ji ber ku Amerîka li himber dagirkirina Tirkan ji Efrîn û hin hermên dîtir re bê denge ma û li ser erê kir. Amerîka jî li gor ku diyar dibe Tirkiyê di vê demê de nêzî xwe dike û dixwaze tehalifa wê û Rûsiya bişkîne û ji bo bercewndiyê xwe bikar bîne lewma ihtmale ku hin itfaqên din li ser Minbicê bi hevre bikin mîna derbaskirina hin kesayetên girêdayî Tirkiyê ji rêvberya Minbic re û di heman demê de bi cihkirina hin komên girêdayî Tirkiyê û Amerîka li Minbicê.

(Rohan Ebdelah)

08.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً