LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rêjîma Sûriyê ber bi Idlibê ve, Tirkiye jî: Em amade ne

Rêjîma Sûriyê ber bi Idlibê ve, Tirkiye jî: Em amade ne

NAVENDA NÛÇEYAN – Operasyona Rûsyayê ya li ser Başûrê Sûriyê bi lihevkirineke Amerîka Rûsya û Urdinê şer û pevçûn li Başûrê Sûriyê bi taybet li parêzgehên Dera û Qunytirê destpêkir. Rêjîma Sûriyê ji ber vekşandina komên çekdar ji heremên xwe di encama lihevkirinên Destya Rûsya ya danustandinan re gelek herem xiste bin kontrola xwe de û ji wan giringtirîn Deriyê Elnesîb yê stratejîk e. Di encama lihevkirinên bi 24 komên li Başûrê Sûriyê re radestkirin çêdibe lê komên ku lihevkirinan jî qebûl nakin berê xwe didin Bakurê Sûriyê herêma Idlibê. Ji aliyê xwe ve Rûsyayê hişyarî da wan koman ku ew piştî Derayê berê xwe didin Idlibê, lê Tirkiye ku piştgiriya komên li Idlibê dike xwe da ber ewlehiya wê.

Operasyona 19 Hizîranê li ser Başûrê Sûriyê dîroka bi dawî kirina itîfaqa Asatna ya heremên kêm kirina şer e. Her yek ji Amerîka, Rûsya û Urdinê gihiştine itîfaqekê li ser Başûrê Sûriyê û ev yek piştî vekşandina Amerîka ji piştgiriya komên çekdar ên li Başûrê Sûriyê re pêk hat. Ji destpêka 19 Hizêranê ve Belafirên şer ên rêjîma Sûriyê dest bi hedef girtina heremên di bin serweriya komên çekdar li gundewarê rojhilatî Derayê kiriye, her weha çend eniyên şer û pevçûnê vekir da ku pêşketineke bejahî li heremê qezenc bike.

Gef û tehdîdên li ser Başûrê Sûriyê di dawiya heyva Gulanê de destpêkir û ev bû sedem ku li heremê bê dengeyek derkeve û ji aliyê rêjîma Sûriyê ve tehdîdên bi gaveke leşkerî ya li dijî komên çekdar hate dayîn. Rêjîma Sûriyê dest bi belavkirina belavokan li ser gund û bajarokên Derayê kir û tê de daxwaz kir ku lihevkirin li şûna şer çêbibe.

Piştî 21 Gulanê û bi dawî kirin serweriya rêjîma Sûriyê li ser başûrê Şamê, di vê demê de ji aliyê çapemeniyê ve hate ragihandin ku milsên Îranê ji herêma Başûr vekşiya ne û ev nîşaneya itîfaqa hêzên garantor û Israyîl ji bo bi dawî kiirna itîfaqa kêm kirina şer li Başûrê Sûriyayê ye. Bi vê yekê şandeyeke Israyîlê di 30 Gulanê de serdana Rûsyayê kir, hate destnîşan kirin ku di hevdîtinê de hate tekez kirin ku rêjîma Sûriyê serweriya xeta sînorî ya Sûriyê û Israyîlê bike her weha itîfaqa sala 1974 a agirbestê were aktîv kirin û cardî jî veşandina Îranê ji sînorê Israyîl û tevahiya Sûriyê were kirin.

Ji aliyê xwe ve Îranê mesajek a zexta li ser xwe da ku milîsên xwe ji Başûrê Sûriyê vekşand û ev nîşaneya zextên li ser wê ye bi taybet piştî vekşanina Amerîka ji itîfaqa noklerî ye. Bi vê yekê berteka Îranê jî zelal bû ku di 2 Hizêranê de ragihand ku ew destekê dide operasyona Rûsyayê a serweriya rêjîma Sûriyê ji Başûrê Sûriyê re.

Hêjayî bi bîranînê ye ku Rûsyayê di dawiya Tîrmeha 2017 an de û beriya demekê jî ev yek dûbare kir ku Îranê milîsên xwe ji Başûrê Sûriyê bikşîne.

Bi van itîfaq, lihevkirin û civînan re komên çekdar dest bi sewiqyata leşkerî li Til Elhara kir û di 1’ê Hizêranê de ew weke herêmeke eskerî ragihand, ji aliyê rêjîma Sûriy ve jî sewiqyat ber bi sêgoşeya Elmewt ve hate kirin.

Rewşa Başûrê Sûriyê

Artêşa Sûriyê bi piştgiriya milîsên girêdayî wê ev demeke ku êrîşeke plankirî li ser başûr rojavayî Sûriyê ji bo tesfiye kirina komên çekdar biriye, bi vê yekê Parêzgeha Derayê cardî xistina bin serweriya xwe de û ew jî di rêza heremên Heleb û Xuta de ye.

Başûrê Sûriyê ku ji beriya 7 salên şoreşa Sûriyê rastî şerekî ewqas dijwar û pêleke a koçberiyê nehatiye ku ji Gulana 2017 an de ketinbû bin sîwana heremên kêm pevçûnan de, ev 15 rojin herêm ku di nav xwe de 750 hezar sivlî dihewîne rastî êrîşeke dijwar tê û ev bi xwe re itîfaqa Rûsya, Amerîka û Urdinê dixe berpirsyartiyê, ku hêzên rêjîma Sûriyê bi awayekî lez hereman digre û ev yek di riya Desteya Danustandinan bi komên çekdar ên li Başûrê Sûriyê re pêk tê.

Li gorî ku diyar dibe dê Başûr Sûriyê ji heremên kêm kirina şer derkeve, ji aliyê xwe ve Cîgerê Wezareta Derve ya Rûsyayê Mîxaêl Bogdanov ragihand ku welatê wî, Amerîka û Urdinê dê civîneke sê alî li Başûrê Sûriyê lidarxin.

Komên çekdar ên li Başûrê Sûriyê

Li gorî çavkaniyên leşkerî hate guman kirin ku hejmara komên çekdar ên li Başûrê Sûriyê dighêje 30 heta 40 hezaran in û serweriya herêmên Deraa, Geliyê Yermûk û Şamê, Siwêda û Quneytera dikin. Ev komên çekdar alîkariya xwe ji Tirkiyeyê û hin dewletên herêmî werdigirin û hin komên din jî xwe wek aliyê nerm bi nav dikin û li rex wan Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ’ê jî hene.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Ajansa Kurdî ya Hawarê hatine belav kirin Komên çekdar û çete yên li Başûrê Sûriyeyê wiha ne:

Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra)

Serkêşiya wê Ebû Mihemed El-Colanî dike û baskê rêxistina El-Qaîde di Sûriyeyê de ye ku di lîsteya navneteweyî de wek terorîst tê nîşandan. Di destpêka sala 2012’an de di bin navê Cebhet El-Nusra de hate avakirin. Her wiha li gundewarên Idlibê û Efrînê jî bi cih dibe û gelek tabûrên wê li Deraa û Quneytera hene. Tirkiye jî alîkarê sereke yê Cebhet El-Nusra ye û bi rêya wê bercewendiyên xwe di Sûriyeyê de pêk tîne. Di Çileya 2017’an de li ser daxwaza Tirkiyeyê navê xwe bi Heyet Tehrîr El-Şam guhert, lê dîsa ji lîsteya terorê ya navneteweyî nehat derxistin.

Ehrar El-Şam

Di dawiya sala 2011’an de hate avakirin û niha Ebû Cabir El-Şêx serkêşiya wê dike. Hevkariya Cebhet El-Nusra kir û ew jî alîkariya xwe ji Tirkiyeyê û hin dewletên ereban werdigire.

ElCebhe El-Cenûbiyê (Eniya Başûr)

Ev kom ji hevgirtina 56 tabûrên çekdar ên li başûrê Sûriyeyê pêk tê û di 13’ê Sibata 2014’an de hat avakirin û yek ji mezintirîn hevbendiyên leşkerî di Sûriyeyê de ye. Niha serweriya nêzî ji sedî 70 ji parêzgehên Deraa û Quneytera dike.

Eniya Başûr rasterast bi alîkariya Navenda Çalakiyên Leşkerî (MOK) ku navenda wê li paytexta Urdinê Umanê ye hatiye avakirin. Di encamê de li gorî gelek çavdêrên leşkerî ev kombûn rengekî xwe yê birêxistinkirî wergirt û di nava wê de tabûrên nerm hene û ji aliyê Beşar El-Zuxbî û cîgirê wî Ziyade Fehd ve tê birêvebirin. Ev kombûn alîkariya xwe rasterast ji Fransa, Erebistana Siûdî, Qatar, Îmarat, Urdin û Amerîkayê werdigire.

Artêşa El-Yermûk

Di destpêka aloziya Sûriyeyê de bi damezirandina tabûra El-Yermûk re ku di dawiya sala 2012’an de dest bi xebatên xwe yên leşkerî li gundewarên rojhilatê Deraayê kiriye, hate avakirin. Ji 8 tabûrên leşkerî pêk tê. Artêşa El-Yermûk ji 2 tugayan li bajarê Deraayê û gundewarên wê pêk tê. Her wiha li rojhilatê bajêr li bajarokên Mehrebe, El-Teyba, Um El-Meyazin, Busra El-Şam bi cih dibe.

Çekên pêşketî di destên vê komê de li gorî çekên komên din hene. Gelek cureyên çekên sivik û navîn di destê wê de hene, her wiha tankên T72 jî ku di şerên li dijî rêjîmê de wergirtine, li ba wê hene.

Artêşa El-Muatezbîllah

Gava yekemîn a avakirina vê komê bi rêya avakirina Tugaya El-Yermûd di dawiya Cotmeha 2013’an de ji 13 tabûrên leşkerî bû.

Di encama pêşveçûnên leşkerî yên dramatîk li herêmê de, Xalid Fayiz El-Nabulsî guhertina Tugaya El-Yermûk bi Artêşa El-Mu‘atezbîllah ragihand. Li deverên wekî El-Yadûdê, bakurê bajarê Deraa, bajarokê Etman bi cih dibe û xwedî endamên pispor di bikaranîna fûzeyên dij-mertalên Konkors e.

Tugaya El-Muhacirîn û El-Ensar

Kesên bi navên Îyad El-Qedûr û Xalid Fethullah serkêşiya wê dikin. Piraniya endamên wê ji serbazên malnişîn pêk tê û endamên wê di topavêj û fûzeyan de pispor in û li devera Ezreh bi cih dibe.

Tugaya El-Hesen Bin Elî

Di bin sîwana Tugayên Seyf El-Şam ên li Deraa, Quneytera û gundewarên rojavayê Şamê de tev digere. Ji aliyê Ebû Selah El-Şamî ve tê birêvebirin. Çekên pêşketî yên topavêj û fûzeyan ên wekî Taw, Konkors û Malotka di destên wê de hene.

Di kanûna 2016’an de Tugayê bi her du artêşên El-Yermûk û El-Mu‘atezbîllah û Tugaya El-Muhacirîn û El-Ensar re avakirina artêşa şoreşê bi serkêşiya Îyad Qedûra ragihand. Bi vê yekê serweriya van çar koman li başûrê Sûriyeyê bêtir fireh bû û bi vê yekê serweriya xwe li ser gelek xalên stratejîk ên deriyê sînor ê Nesîb ferz kir.

Tugayên El-Firqan

Serweriya deverên li hemberî artêşa Îsraîlê ya li Colanê yên parêzgeha El-Quneytera dike û ji aliyê Ebû El-Qasim Mihemed Macid El-Xetîb ve tê birêvebirin. Tugay beriya niha li Dareya ya gundewarên Şamê heta gundewarên başûrê rojavayê Şamê ber bi El-Quneytera û gundewarên rojavayê Deraayê bi cih dibû. Têkliyên vê komê bi aliyê Îsraîlê re bi guman in. Çeteyên Artêşa Xalid Bin El-Welîd ku yek ji baskên DAIŞ’ê ye, piştî xwecudakirina ji van tugayan hate avakirin.

Beşdarbûna Tugaya Xalid Bin El-Welîd a nava Tugayên El-Firqan di Tebaxa 2014’an de ku motika avakirina artêşa Xalid Bin El-Welîd bû.

Hêzên Hevbendiya Başûr

Di Tebaxa 2017’an de 8 komên çekdar avakirina hevbendiya xwe di bin navê Hêzên Başûr bi serkêşiya Ziyad El-Herîrî de ragihand. Komên beşdar jî ev in: Hêza El-Hesim bi serkêşiya Qasim El-Zên, Hêza 18’emîn bi serkêşiya Mihemed El-Dihnî, Hêza Ehrar Newa ya bi serkêşiya Ebdullah Qerahizê, Hêza Selaheddîn bi serkêşiya Ehmed El-Herîrî, Tugaya El-Umerî bi serkêşiya Cîhad El-Qetahnê, Tugaya El-Keramê bi serkêşiya Ziyad El-Herîrî, Hêza 46’emîn bi serkêşiya Ebû Mirhî û Tugayên El-Heq bi serkêşiya Îbrahîm El-Goranî.”

Li piraniya deverên parêzgeha Deraayê bi cih dibin, ji Lucat a rojhilat ber bi bakurê rojavayê Sêkoşeya El-Mewt (xala girêdana her sê gundewarên Şam, Quneytera û Deraayê).

Tugaya Peywirên Taybet

Di sala 2013’an de ji aliyê 7 tabûran ve hate avakirin û ew jî ev in: Seyfûllah, El-Reca, El-Ixlas, Ehbab Ellah, Ehrar El-Colan, Al El-Bêt, Ensar El-Sunne û serkêşiya wê Sehil El-Cewabîra dike û serokartêş jî Cozêf Bişara ye.

Hêza El-Hemze

Ji gelek tabûr û komên wekî Tugaya Hemze Esedullah a bi serkêşiya sertîp Ebû Farûq, Tugaya Mucahidî Horan a bi serkêşiya albay Ebû Mihemed, Tugaya Ehfad Umer Bin Xetab a bi serkêşiya sertîp Nîdal El-Asimî, Tugaya Şehîdên Enxel a bi serkêşiya sertîp Mihemed Farûq El-Asî, Tabûra tankan, tabûra dij-balafiran, tabûra dijtankan û tabûra hewanan pêk tê.

Serkêşiya Hêza El-Hemze Sabir Sefer dike ku di adara 2014’an de li rojavayê bajarê Deraayê ev hêz ava kiriye û karibû fûzeyên Taw û hin fûzeyên din ên dij-mertalan ji dewletên alîkar wergire.

Hêza Fecir El-Îslam

Di Îlona 2014’an de li ser destên Mihemed Hesen Selamî li deverên Tefes, Etman û hin taxên Deraa û Busra El-Herîr hate avakirin. Ji gelek tabûr û komên wekî Tugaya Fecir El-Îslamî a bi serkêşiya Ehmed El-Herîrî, Tabûra Tankan, Tabûra Dij-Balafiran, Tabûra Hewanan, Tabûra Dij-Tankan, Tabûra Tenduristiyê, Tabûra Veguhastinê û Asayîşê pêk tê. Vê komê girêdestek bi Hevbendiya Eniya Başûr re îmze kir da ku fûzeyên Taw jê wergire.

Cebhet Suwar Sûriye

Li gundewarên bakurê Deraayê li deverên wekî Til El-Mal, El-Têha, Til El-Hara, Eqreba û Til El-Cimûh bi cih dibe û li bakurê Sûriyeyê jî bi heman navan bi serkêşiya Qasim Necim cih digire.

Foca Topavêjan a Yekemîn

Di topavêj û hewanan de pispor e û koma tekane ya xwedî topavêjên giran li başûrê Sûriyeyê ye. Di destpêkê de wek tugayekê di havîna 2013’an de bi serkêşiya Ebdilletîf Horanî hate avakirin û di Çileya 2015’an de li rex Cebhet Suwar Sûriye û Hêza El-Hemze artêşa yekemîn bi serkêşiya Sabir Sefer ava kir. Rengê vê focê jî çetebûyîn e.

Tevgerandina li Başûrê Sûriyê

Piştî ketina Derayê bin sîwana heremên kêm kirina şer ji Tîrmeha 2017 an de, rêjîma Sûriyê piştî kontrol kirina Xutayê dest bi opoerasyona li ser Başûrê Sûriyê bi taybet Derayê û Quneytera di destpêka Hizêranê de kir, rêjîma Sûriyê sewiqyata leşkerî bi taybet hêzên Elxeys a girêdayî Firqeya Çaremîn û tîmên eskerî ji pesdarên wê (Seraya Elarîn, Lîwa Elquds) li sêgoşeya Elmewt bi taybet li bajarokên Elhebarya, Dêr makir, Xan ernebe û Mezreyên Elaemel li gundewarê bakurê Quneytira kir. Tevî vê tevgerê rêjîma Sûriyê sîstema parastina hewayî li ser sînorê bi Colan re bi cih kir.

Ji dervey sewqiyata leşkerî rêjîma Sûriyê fermandarên xwe ber bi heremên amadekariya şer şand ku hate eşkere kirin ku di 15 Hizêranê de Serokwezîrê Parastina Sûriyê Elî ebdilah eyûb şande herêma başûrê Sûriyê, her weha hate zanîn ku di 17 Hizêranê de Suhêl Elhesen bi fermandariya hêzên Elnemir derbasî bajarê Derayê bû.

Bi destpêkirina şer li gundewarê rojhilatî Derayê, di 19 Hizêranê de hêzên rêjîmê deriyê di navbera parêzgehên Siwêda û Derayê li bajarokê Sema elhinêdat de girt û tenê deriyê Samî’a vekirî ma.

Bi vê yekê şerê Başûrê Sûriyê bi amadekariyên qadê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hate kirin û eniyên şer li aliyê gundewarê rojhilatî Derayê, sêgoşeya Elmewt û gundewarê bakurê Quneytera hate amade kirin.

Ji aliyê komên çekdar ve piştî rojekê ji êrîşên hêzên rêjîmê ve di 20 Hizêranê de van koman di nava du odeyan de xwe birêxistin kirin ku yek a Dera û ya din jî ya Qunytira ye. Li gorî agahiyên çapemeniyê odeyên ku hatine avakirin, van koman di nava xwe de dihewîne:

Odeya navendî ya Derayê: odeya operasyonên Elbinyanelmersûs, odeya operasyonên Reselsifûf, odeya operasyonên Tewhîdelsifûf, odeya operasyonên Sedelxuzat, odeya operasyonên sêgoşeya Elmewt, odeya operasyonên Elnesir elmûbîn, odeya operasyonên Sedelbûxat.

Odeya Quneytira navê ElNesir elmûbûn li xwe kir.

Piştî serweriya sê salan a Deriyê Nesîb ji aliyê komên çekdar ve, di 7 Tîrmehê de hêzên rêjîma Sûriyê Deriyê Nisêb kontrol kirin ku ev derî sînorî di navbera Urdin û Sûriyê de ye. Rêjîma Sûriyê bi vê yekê ji 19 deriyên sînorî ên bi Libnan, Urdin, Iraq û Tirkiye re ji wan 5 ên bi sînorê Libnanê re nîvê serweriya wan deriya vegerandiye. Yek derî bi Urdin, yek derî bi Iraqê re û 2 derî bi Tirkiye re vegerandiye.

Deriyên ku di bin serweriya rêjîma Sûriyê de:

Dergehê Nesîb: li başûrê parêzgeha Derayê dikeve. Di nîsana 2015 an de ji aliyê komên çekdar ve hatibû kontrol kirin. Ev derî di aliyê bazirganî û çûn û hatinê ji bo paytexta Şamê xwedî rol bû.

Pênc dergehên di navbera Libnan û Sûriyê de: Cedîde Yabûs – ElDebûsiye- Cosiye- Tilkelex- Tertûs.

Du dergehên bi Tirkiye re: Deriyê Nismbîn yê li bajarê Qamişlo- Deriyê Keseb li parêzgeha Laziqiyê.

Lihevkirin û itîfaqên Rûsya bi komên çekdar re

Çavkaniyên ji şandeya Danustandinan a di navbera komên çekdar û Rûsya de di 6 Tîrmehê li bajarê Besra gundewarê rojhilatî Derayê de eşkere kirin ku itîfaqek di navbera herdu aliyan de ji bo agirbestekê hatiye lihevkirin. Çavkaniyan dane zanîn ku itîfaq wê fermî were ragihand lê ev itîfaq ne ji bo tevahiya Başûrê Sûriyê ye û itîfaq ji danîna çekên giran, vekşandina rêjîmê ji 4 bajarokên ku herî dawî kontrol kiriye û hêzên rêjîmê derbasî heremên opozisyonê nebin pêk tê. Her weha itîfaqa ku hîn fermî ne hatiye eşkere kirin ewê saziyên sivîl ên rêjîma Sûriyê ji aliyê herêmî ve werin birêvebirin û her weha ala rêjîmê were rakirin ku cardî rêyên komên çekdar li Derayê bi Şamê û Siwêda re li pêşiya tevgera bazirganiyê were vekirin û herî dawî jî avakirina hêzeke herêmî ji bo parastina ewlehiyê bi piştgiriya hêzeke navendî ku çekên navîn hilde ye.

Derbarê Deriyê Nesîb jî hin lihevkirin çêbûne, çavaknî ji Malpera Elerebî elcedîd re ragihand ku derî dê ji aliyê rêveberiyeke sivîl û bi parastina polîsên Rûsyayê were meşandin, her weha ev rê ji bo derbasbûna çekdarên ku vediqetin û çarseriya dosyên girtiyan dê were bikaranîn û ev rê heta Siwêda ku dê di bin kontrola hêzên Rûsyayê de be, bi vê yekê Rûsya garantiya vê itîfaqê dike.

Hin aliyên opozisyonê ku van lihevkirinan qebûl nakin jî hene, çavkanî amaje bi vê yekê kir û got çekdarên ku van lihevkirinan qebûl nakin dikarin derbasî Bakurê Sûriyê bibin û yê bimînin jî rewşa wan dê were rast kirin û ev di riya tevlîbûna wan a nava Feyleqê Pêncemîn ku Rûsyayê piştgiriya wê dike de pêk were. Bi vê yekê hate eşkere kirin ku ji dema lihevkirinan hejmarek nji komên çekdar berê xwe dane herêma Idlibê, Rûsya ji aliyê xwe ve ji komên çekdar re eşkere kirk u piştî Derayê berê wan li Idlibê ye ku bi vê yekê Tirkiye bersiv da û got em amade ne.

Çavkanî tekez kir ku hîn civînên lihevkirinan bi dawî nebûne.

Rewşa mirovî û koçberiyê

Ji aliyê xwe ve UN di 28 Hizêranê de ragihand ku karwanên mirovî ji Başûrê Sûriyê re ku di riya Urdin derbasî Derayê dibû ji ber rewşa şer rawestandiye. Ji aliyê xwe ve Serokê koma UN a karûbarê Sûriyê Yaniglad ragihand ku piştgiriya ji aliyê sînorê Urdinê ve ji ber pevçûnên herî dawî sekinî ye. Gilad her weha got ku ji 26’ê Hizêranê ti alîkarî derbasî heremên Başûrê Sûriyê nebûye. Rêjîma Sûriyê ji bo tinekirin û qutkirina tevgera komên çekdar rast raste bi komên çekdar re şer li Derayê destpêkir, bi vê yekê li gorî bîlançoya ku ji aliyê Komseriya Penaberan hatiye dayîn ji dema rakêşe û pevçûnan di navbera komên çekdar û rêjîma Sûriyê de hejmara penaberiyê gihiştiye 325 hezarî. Komîser Filîppo Grandî got li ser jiyana 750 hezar kesî taloke heye. Grandî got bi piranî kesên ku ji cih hatine kirin xwe li sînorê Urdunê girtine û bi şertên kambax dijîn. Grandî got, ‘’60 hezar kes li ser sînorê Urdunê kamp danîne.’’

Urdinê ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve penaberên Sûriyê dihewîne vê carê deriyê xwe li ber penaberên Derayê girt.

Ji aliyê dezgehên Çapemeniyê ve tê gotin ku di encama topbarana Rêjîma Sûriyê ji 19’ê Hezîranê ve 150-200 kes hatine kuştin. Di nav van de 60 jê zarok û jin in.

10.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً