LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Li Efrînê 24 jin hatine revandin û qetil kirin

Li Efrînê 24 jin hatine revandin û qetil kirin

EFRÎN – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ASA ên girêdayî wê ji dema dagirkeriya heremê û heta niha tecawizan der heqê jinên Efrînê de dikin, çeteyan ferza cil û bergên islamî li ser jinan feriz dike. Her weha çeteyan ji dema dagirkeriyê 24 jin ji wan 6 qetil kirin û 13 jî revandine.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girçdayî wê bi her cur awayî kiryarên binpêkirinê der heqê sivîlên Efrînê de didomîne, rojane revandin, qetil kirin, heqaret û işkenceyê li wan dike û bi taybet jin di hedefa çeteyan de ye. Ji aliyekî din ve jî da ku komên radîkal ên bi ser Tirkiyê ve serweriya xwe li ser heremê feriz bikin hemû biryarên xwe li ser jinan feriz dikin.

Çete şikil didine jinan

Li gorî çavkaniyên ji nava Efrînê hate zanîn ku çeteyan dest bi ferizkirina biryar û şerîeyên xwe li ser jinan kirine bi vê yekê hate eşkere kirin ku cil û bergên islamî û ne li gorî çanda êzîdiyan li ser jinên Êzîdî feriz dikin. Her weha di nava Efrînê de şiklên islamî li ser jinan feriz dikin ku cilên ne yê çanda Efrînê berg bikin. Tevgerandina jinan sînordar kirine.

Hêjayî bibîr anînê ye ku çeteyên DAIŞ’ê jî eynî rêbazî û bi fikrê islama radîkal li ser heremên Sûriyê feriz dikir, ev yek piştrast dike ku çekdarên niha li Efrînê girêdaî DAIŞ’ê ne.

Revandin û kuştina jinan ji destpêka dagirkeriyê

Ji dervey ferizên ku têne kirin hate zanîn ku çeteyên ASA jinan dirvînin û wan ber bi cihekî ne diyar ve dibin, hin çavkaniyan eşkere kirin ku çeteyên ASA jinên ku têne revandin ber bi heremên Mertala Firatê wekî Ezaz ve dibin. Her weha li ser destê çeteyên ASA û dagirkeriya Tirkiyê ve ji dema dagirkeriya bajar di 18 Adarê de jin têne kuştin.

Li gorî belgeyên ku hatin bidest xistin ev jin rastî kuştin û revandinê hatine:

Jinên hatine kuştin

Di 27’ Hizêranê de jina bi navê Fatima hemkê (66) di encama avêtina bombeyekê ya çeteyan li ser malê wê di saet 2 şev de hate kuştin.

Di encama teqîna mayîna çeteyan di erebeya malbata Abdoka ji gundê Qestel cendo de ku ji ber dagierkeriyê berê xwe dabûn Şehba û ji Şehba ber bi Helebê ve çûn jinên bi navê Qudret resûl (65), Hemîda hiso (22) û keça wê Rohîn Ebdulah (7 mehî) hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve jî herdu jinên ji malabata Hemdo ên bi navê Fîdana reşîd (60) û keça wê Şêrîn semo (26) hatin kuştin.

Di 7’ê Tîrmehê de zaroka du salî û dayika wê ji gundê Korka yê bi ser navçeya Mabtelî ve ku ji aliyê sê çeteyan ve hate tecawiz kirin hatin qetil kirin.

Jinên hatine revandin

Adûla hemîd sefer (63) ku niha li Mara herêma di bin serweriya heremên Mertala Firatê ye ji aliyê çeteyên ASA ve hate revandin.

Ji 15’ê Adarê ve Semîra Henîf horo ji gundê Mamlo winda ye.

Di 31’ê Adarê de Wênekêş Dilîşan sibhî Qere çol ji ber derxistina rastiya çeteyan ji raya giştî re û banga wê ya mafê mirovan ji aliyê koma çeteyên Lîwa Sultan murad ve hate revandin û ber bi Ezaê ve hate şandin.

Istixbarata Tirkiye jina ciwan a bi navê Xedîce ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

Istixbarata Tirkiye ji gundê Reqya kîmar a bi ser navçeya Şêrewa ve jinên bi navê Xalya nûrî wezîro û Zerîfa qedrî necar revandin.

Ji beriya du mehan Istixbarata Tirkiye ji gundê Kaxra (Yaxûr) ê bi ser navçeya Mabata ve jina bi navê Zeyneb arif hecî revand.

Jina bi navê Zeyneb ji aliyê komên çekdar ve hate revandin û ti agahî li ser wê nayên zanîn.

Jina bi navê Elîşan ebdo bi îdaya ku bi partiya Yekîtî ya Şêx Alî re kar dike li ser benda Terendê ya Efrînê ji aliyê koma çete ya Firqeya ElHemzet ve hate revandin.

Jina bi navê Buşra yûsif şêxo ji aliyê çeteyan ve li Efrînê hate revandin.

Jina bi navê Hesna Elaîd ku ji pêkhateya ereb e li Cindirêsê ji aliyê çeteytan ve hate revandin.

Jina bi navê Lancîn mihemed tevî bavê xwe erebeya wan hate desteser kirin û Lancîn jî ji aliyê çeteyan ve hate revandin.

Dayika bi navê Zeyneb ebdo (70) ji gundê Bayê yê bi ser navçeya Şêrewa ve ji aliyê çeteyan ve rastî lêdanê hat û di encamê de lingê wê yê rastê şikest û hin şikendandin di pişta wê de jî çêbûn.

Jina bi navê Zozan bi tûhmeta karê wê bi navenda Çand û Huner re hate revandin.

Zaroka bi navê Yasmîn Henan Hesen (12) ji gundê Termoşa yê bi ser navçeya Şiyê ve bi zext li ser malabata wê ji aliyê çeteyan ve hate zewcandin.

Di 7’ê Tîrmehê de çeteyên Firqeya ElHemzet jina bi navê Sultan nasro xelîl ji gundê Birad yê bi ser navçeya Şêrewa ve qetil kirin.

11.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً