LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Çeteyên DAIŞ’ê Şaneyên razayî hişiyar dike

Çeteyên DAIŞ’ê Şaneyên razayî hişiyar dike

NAVENDA NÛÇEYAN- Binketina DAIŞ’ê ji milê leşkerî li Sûriyê û Iraqê de, nayê wata tune bûna wê. Berovajî vê yekê derdikeve pêş ku DAIŞ bi tarzekî nû xwe nîşan dide. Ew tarzê şaneyên razayî ye. Her wiha ev tarz bandorbûna xwe li pêşketinê şervanên operasyona Bagira Cizîrê dike.

piştî ku DAIŞ li Iraq û Sûriyê rastî windahiyên mezin hat, bi taybet piştî rizgarkirina Reqqa paytexta DAIŞ’ê ji aliyê hêzên QSD’ê bi alîkariya koalisyona navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê. Her weiha rizgarkirina Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqê bi hevkariya Koalisyonê ji çeteyên DAIŞ. Lewra desbasî pêvajoyek din bû, ew jî pêvajoya parastinê bû. Her wiha di milê leşkerî û rêxistinî de nakokiyên pir mezin jiyan kir, ji ber ku hejmarek mezin ji rêveber û saziyên giring winda kir. Ji ber vê yekê rewşa ku DAIŞ jiyan dikir ku her diçû rastî windahiyên mestir dihat. Her wiha tu gavên çalak êdî nikarî bû bavêje.

Lê di dema dawî de rêxistina DAIŞ’ê ji şêwazê Parastinê derbasî şêwazê êrîşê bû. Lê di riya şaneyên razayî. Hêjayî gotinê ye ku DAIŞ di destpêka rûdana wê girîngiyek pir mezin dabû vî tarzî. Her wiha DAIŞ çavkaniyên xwe yên herêmî ji vî tarzî re baş perwerde û amade kiribûn. Lewra di encamê vê yekê de erbe, motor, mayîn li parêzgehên Sûriyê û Iraqê kir.

DAIŞ li Iraqê

Operasyonên DAIŞ’ê di demên dawî de li parêzgehên Iraqê ji revandin, teqandina erebeyên bombebarkirî û çandina mayîna de ye.

Raste ku hêzên Iraqê bi hevkariya Koalisyona navdewletî re bi riya operasyonek leşkerî Mûsil û Kerkûk ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin. Lê biserketina leşkerî nayê wata biserketina ser rêxistina terorî DAIŞ’ê. Ji ber ku li gorî ku tê xuyakirin ku DAIŞ careke din xwe komî ser hev dike.

Her wiha li gorî nûnera Netewên Yekbûyî ji Iraqê re Yonamî got ku li gorî ku ji ber operasyonên leşkerî DAIŞ li Iraqê ber bi tunebûnê ve diçe, lê li gorî bîlançoya heyva Pûşberê de ku 76 sivîl hatine qetilkirin û 129 kes jî ji ber êrîşên DAIŞ birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye ku operasyona rizgarkirina Mûsilê di 16’ê Cotmeha 2016’an ji aliyê hêzên Iraqê û Koalisyonê de da destpêkirin. Her wiha şer 9 heyva dirêj kir, di encam a şerê 9 meha de Mûsil di 10’ê Tîrmeha 2017’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Lê piştî rizgarkirinê jî operasyonên DAIŞ’ê yên sûqestê ta niha bi dawî nebûye.

Derbarê belavbûna DAIŞ careke din li Iraqê wezîrê Navxwe yê Iraqê yê berê Baqir El-Zûbeydî li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir ku, rêxistina DAIŞê li sînorê çiyayê Hemrîn desthilata xwe li ser 75 gundn sepandiye ku, ji başûrê Reşad destpê dike heta dugehe Mtîbîce li rojavayê Uzêm. Herwiha da zanîn ku, li gor zanyariyên wî DAIŞ li Mûsilê binket lê hêla çiyayê Hemrîn heta Samera desthelat heye.

DAIŞ li Başûrê Sûriyê

Rêxistina terorîst ya DAIŞ li başûrê Sûriyê tu herêm bi temamî di bin serweriya wê de tune ye. Lê DAIŞ di bin navê Ceyş Xalid Bin Welîd li Der’a û Qunêtira de ye. Her wiha çeteyên DAIŞ di 8’ê pûşberê de bi êrîşek xwekujî û berfireh di riya şaneyên wê yên razayî yên li El Bûkemal yê li ser sînorê Iraqê pêk anî, beşerk ji wê herêmê ji destê rêjîma Sûriyê derxist û xiste bin kontirola xwe de. Kioalisyona navdewletî û rêjîma Sûrî texmîn dikirin ku wan çeteyên DAIŞ li başûrê Sûriyê tunekirin lê DAIŞ bi vê êrîşê carek din herêmên ku jê hatibû standin li başûrê Sûriyê vegerand.

Vegera çeteyên û girtina wan carek din ji herêma El Bûkemal re ne suprayîz bû ji ber ku DAIŞ di derma binketina wê li Reqqa giranî da şanê razayî. Her wiha li hemû herêmên ku ew berê lê serwerbû û bi taybetî herêmên li ser sînorê Iraq û Sûrî bi pirojeyên Istiratîcî amadekariyê xwe dikir, li ser vî esasî çeteyên DAIŞ ê biryara şiyarkirina va şaneya da.

Şanyên Çeteyên DAIŞ ê li Idilbê:

Piştî hevpeymanya di nav bera rêjîma Sûriyê û Çeteyên DAIŞ ê li rojhilatê Hemaye û veguhestina wan ji Idilibe re. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ku hijmara çeteyên DAIŞ’ê nêzî 800 çeteyî bûn. Çeteyên DAIŞ’ê hewil dan ku hin bajarokên parêzgeha Idilibê têxin bin kontrola xwe de. Lewra çeteyên Heyet Tahrîr El Şam pêşîya wan girtin û pevcûnên giran di navbera wan de rû da. Ji ber bi cih bûna DAIŞ’ê li Idilibê Heyet Terîr El Şam dest bi operasyonekê li derdora Idilibê kir. Di encam de Heyet Tehrîr El Şam hin bajarokên ku ketibûn destê DAIŞ’ê de vegerand.

Lewra piştî binketina DAIŞ’ê li derdora Idilibê xwe ji nû ve komî serhev kir û bi riya Şanyên razayî dest bi çalakîyan li dijî Heyet Tehrîr El Şam kir.

Tê gotin ku hijmarek ji çetyên DAIŞ’ê yên li Idilibê ew ji Mûsilê ne. Di heman demê de çalakîyên DAIŞ’ê wek tolhildanê ji Heyet Tehrîr El Şam bû. Ji ber ku dema (H.T.Ş) êrîşî DAIŞ’ê li bajarokê kevirê Hijnd kir, hijmarek ji çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û hijmarek jî hatin girtin.

DAIŞ li Dêra Zorê

Di demên dawî de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundewarê Dêra Zorê yê li rojavayê çemê Feratê kirin û hejmarek ji gundên ku di bin serweriya rêjîma Sûriyê de bûn, girt. Di encamê vê êrîşê de çetyên DAIŞ’ê careke din şûna lingê xwe li rojavayê çemê Feratê dan çêkirin.

Li gorî çalakiyên çeteyên DAIŞ’ê di vê dema dawî de careke din asta xeteriya wê derdixe pêş, tê xuyakirin ku bi operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ’ê ew tune nabe. Ji ber ku bingehek bi hêz ji şaneyên razayî daye amadekirin.

Zehmetiyên şervanên QSD’ê di şerê DAIŞ’ê de

Pêve girêdayî ye ku operasyona Bagira Cizîrê bînin ser ziman ku zor û zehmetiyê di rizgarkirina herêmên bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê dikişînin. Operasyona Bagira Cizîrê bi armanca paqijkirina gundewarê Dêra Zorê hate îlankirin. Lê operasyon ji bo demekê hate rawestandin. Ev yek di dema êrîşa dewleta Tirkiyê û komên ASA yên girêdayî wê li ser Efrînê bû. Şervanên QSD’ê eniya şer ji ser DAIŞ’ê guhert Efrînê. Ev yek bû derfetek ji DAIŞ’ê re bû ku careke din xwe komî ser hev bike û xwe birêxistin bike. Di vê çarçovê de çeteyên DAIŞ’ê rewşa QSD’ê istixlal kir û desr danî ser hin noqte û bîrên pitrolê de. Ev yek di rojnameya Indpendit hate eşkerekirin ku ji ber pirbûna eniyên şer li ber QSD’ê bi taybet êrîşa li ser Efrînê bû sedema belavbûna lêhûrbûna şervanên QSD’ê li ser şerê DAIŞ’ê.

Her wiha şervanên QSD’ê di şerê dijî DAIŞ’ê rastî astengiyek din tê. Ew jî ku piştî herêmên ji çeteyên DAIŞ’ê paqij dike û şîneyên herêmê vedigerin malê xwe ,çetyên DAIŞ’ê li ser navê sivîla vedigerin herêmê. Bi vê yekê dibin wek şaneyên razayî li herêmê.

Lê Koalisyona navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê bi riya alîkariyên zirxî piştgiriya QSD’ê dike. Herî dawî hate zanîn Amerîka bi riya deriyê Sêmalka yên herêma Kurdistanê 200 kamyonên çek û erebeyên leşkerî gihandine Hêzên Sûrya Demokratîk..

Wê çavkaniyê eşkere kir ku ew alîkariya Amerîka di çarçovêya pêşxistin û bihêzkirina operasyona leşkerî de tê, ya bi navê Baagira Çizîrê li başûr-rojhilatê parêzgeha Hesekê li dijî çekdarên DAIŞ.

(Şahîn Alî)

12.07.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً